PARTIYA DEMOKRAT´A KURDISTAN - XOYBUN

PDK - XOYBUN



01 Destpêk : Ehmedê Xanî - Memozîn


01 Destpêk :
______________


Sernameyê name, namê Ellah
Bê namê wî natemam e wellah

Ey metle'ê husnê 'iþqibazî
Mehbûbê heqîqî û mecazî

Namê te ye lewhê nameya 'iþq
Ismê te ye neqþê xameya 'iþq

Bê neqþê te, neqþê xame xam e
Bê namê te, name natemam e

Namê te ye þahibeytê meqsûd
Fihristê mukatebatê mehmûd

Medmûnê muraselatê la-reyb
Meþhûdê mukaþefatê bi-l-xeyb

Mehbûbê qulûbê men lehu l-qelb
Qelban tu dikî bi ba xwe ve celb

Me'þûq tu yî, bi fexr û naz î
'Aþiq tu yî, lêk bêniyaz î

Mutleq tu mufîd û mustefad î
Bêþubhe murîd û hem murad î

Nûr î tu di husn-i rûyê dildar
Nar î tu di qelbê 'aþiqê zar

Þem' î, ne ji qismê nûr û nar î
Þems î, ji 'eyan tu perdedar î

Genc î tu di nêv tilismê 'alem
Kenz î tu 'eyan ji ismê adem

Ev 'alem û ademî û meþhûd
Ev mumkin û masiwayê mewcûd

Hemiyan bi te ye mudare û debr
Feyyadê riyadê xelq û we-l-emr

Emrê te bi lefzê »kun« du 'alem
Mewcûd kirin, xered çi adem

Adem bi xwe yek ji herdiwan e
Yek herf e ji emrê »kun« fe-kane

Ew herf, heqîqeta muheqqeq
Hem emr e bi qudreta te hem xelq

Eþbah muressem in ji nasût
Erwah muwessem in ji lahût

Ev rûh û cesed bi cebr û ikrah
Tezwîc bûyîn bi emrê Ellah

Nasûtî egerçi rengsefal e
Lahûtî ji pertewa cemal e

Herfa ko me gotî, neqþihûr e
Lê meqsed û me'neya wê kûr e

Zahir te eger numaye suxra
Batin ew e neqþê xame kubra

Mewcûd e di wî þehadet û xeyb
Meþhûd e di wî siyadet û 'eyb

Insan bi xwe hem zelam e hem nûr
Adem ji te hem qerîb e hem dûr

Hindî weh ko cinsê 'alemî ne
Ew tabi'ê new'ê ademî ne

Evrenge felek hemî mu'ezzem
Evçende melek hemî mukerrem

Ev karegeha 'ezîm û dewwar
Ev baregeha bedî' û seyyar

Evçende zemîn digel 'enasir
Evrenge 'ered digel cewahir

Evçendehe ni'met û nefa'is
Evrengehe me'kel û melabis

Evçendehe mudde'a û metlûb
Evrengehe muþteha û mehbûb

Heywan û me'adin û nebatat
Metlûb û meqasid û muradat

Bi l-cumle ji bo me ra li kar in
Fi l-cumle ji bo me ber di bar in

Heqqa ko te xweþ nizam û rewneq
Tertîb kirin ji bo me el-heq

Em xafil û 'atil û gunehkar
Mayîne di qeydê nefsi emmar

Nînin me di qelbî fikr û zikrek
Nakin bi zebanî hemd û þikrek

Xanî ko nehin bi qelbî zakir
Barî bide wî zebanê þakir




Ehmedê Xanî



******