PARTIYA DEMOKRAT´A KURDISTAN - XOYBUN

PDK - XOYBUN



Çend helbestên balkêþ - 2


Jiyan :
______


Gelo çima dijî mirov
Ji bo çîye û çi nîne
Ger xirabî ger çêyî
Herdem hertist li ba wîye

Dil û jîyan bikin yeke
Xwe nexapînin bi malê dunê
Rastî bêjin rastî bijîn
Hevra bibin yek dil û cane

Êdî bese rabin serxwe
Bigerin bi hevra sema
Têla tembûra min dibê
Zulfiqar sûrê heqane


*****


Tew Zerê :
_________


Jorda hatî refik qazo
Wî dilo yo yo yo yo
Jorda hatî refik qazo
Tew zerê wez mêvanê teme

Hêvrî girtî gaz bi gazo
Wî dilo yo yo yo yo
Ez çýbikim dewet bê sazo
Tew zerê wez mêvanê teme

Jorda hatî refik cuko
Hêvrî girtî sûk bi sûko
Ez çibikim dewet bê bûko
Tew zerê wez mêvanê teme


*****


Sîpan :
________


Kî here axa Tetwanê
Wê bibine çiyayê sipanê
Cih ware siyabend û xecê
Xeml u rewsa Kurdistanê

Sipan sipane xelatê
Bilind bun çiqas li te tê
Ava te ava qudretê
Gulên te gulên cunetê

Te kul u xem pir dîtye
Zulm u zorê te pir dîye
Xwezgînî hate girtne
Soz u peyman wan dane


*****


Sebra min :
_________


Ji xwe dipirsim sebrate kanî
Gelo wenda ye kê ew hilanî
Nikarim bijîtim bê te lê yarê
Dilêmin diêse ji berte yarê
Canê min diêse ji berte yarê

Evinê birine ez pir bê halim
Delalê xezalê ez kur dinalim
Sirinê delalê ez pir be halim
Xezalê delalê ez pir bê halim

Pelê te gulê sorê sor ave
Wek birîna min hîn jî bê nave
Dibê bibînim çavên kildayî
Ev demên sirîn biskên badayî
Bi tenê nabe bê te xew nakim



*****


Þev :
______


Wa dîsa bû þev
Xwewa min nayê
Van sevên tarî
Dawî lê nayê

Tenahî zore
Sebramin nayê
Dîlber xeyîdîye
Pêjîn jê nayê

Dimînim þîyar
Di gel xeyalan
Þevhêrkêm diçin
Tev puç û vala

Dijmêrim derdan
Dirêsim kulan
Dilber xeyîdîye
Pêjîn jê nayê


*****


Keçika Cindî :
____________



Hana na keçika cindî
Tu çiqas rindî poz bilindî
Tu ji vî gundî ez ji vî gundî
Nizanim çima tu poz bilindî

Hana na na cana na na
Na na na simik sorê
Simikan derîne were jorê
Min bi xulama te por sorê

Hana na na cana na na
Na na na simik resê
Simikan derîne were hewsê
Min bi xulama te por rese



*****


Kurmes :
_________


Kurmes bisewute li ber gaze
Xebera xirab ji me çi dixwaze
Wez ji qu kuva terim narim
Xebera kotî di pêsyamin dibeze
Were eman eman eman eman
Wez helîyam dayê teva nemam
Ro weket di gazê da warbû
Derd û kulê me dihevda rabûn
Sevaka payîzê sibebû
Derd û kulê me ne eylebûn ne sarbûn



*****


Çima :
_______


Çim çim çima nay çima
Esmer çima tu nayê
Çim çim çima nay cima
Dîlber çima tu nayê

Çavêm kor bû ji hêsiran
Lawo tu li xerîbîyê mayî
Veger were cem dayka xwe
Welat li hêvya te maye

Berfa welatê me helîya
Bihar hat tu nehatî
Gul û sosin tev rengîne
Dilê dayîka te bi xemgîne


******


Hêviya min :
___________


Hêvîya min Ji te heye ey hîcrana can
Wer dermanke van birînan bi gul û rihan
Hun gazincan ji min nekin derdem girana
Evina dijwar bila neyê serê gurana

Pir havîn zivistan va çun dîsa deng nehat
Ma ke dîtîye gelo van birînên xedar
Ew ne li vir ez durketim li xeribiye
Buye zindan jîyana be evîndarîyê



*****


Axû Dax :
__________


Ax û daxû derdî le dest dunyayê
Pesew û bê halim derd bê duwayî
Em sersamîya
Bê aramiya
Dil nakamîya
Key dîye kotayî
Bûhar çûye derom pêy xirabtirim
Nasre wê dilêy pir li agirim
Ne li nav gulîzar
Nelay xizmû yar
Ne li dest û sar
Oxre nagirim



******



Lo Lawiko :
__________


Binê malê me bi rê ye
Tûncik topa rimê ye
Dikim delal revînim
Bavêm kela Wanê ye
Delal Delal delal wî delal
Ax delal lo lawuko

Sêva sor bê dendiko
Ba xelkê ne tisteko
Li ba min teberiko
Delal delal delal

Hamdi li gir fitili
Te di li gir fitili
Neynik dani xemili
Xweskam yara xwe biditi
Li ser kevna ewulî
Delal delal delal