PARTIYA DEMOKRAT´A KURDISTAN - XOYBUN

PDK - XOYBUN



Ey reqîb ( Kurmanci ) / Ey reqîb ( Soranî )



Dildar ( 1918 - 1948 )


Dildar yek ji wan helbestvanê navdar e li Kurdistana Iraqê. Navê wî yê rastîn Yunis Rauf e, wek gelek nivîskarên kurd wî jî, ji xwe re naznavek dîtiye: Dildar, bi salan bi vî navî ve hatiye naskirin. Dildar di sala 1918-an de li bajarê Koye (Koysancax) hatiye dinê.

Dibistana pêþîn li Raniyê, dibistana navîn jî li bajarê Erbîlê di sala 1935-an de qedandiye. Piþtî xwendina navîn ew diçe bajarê Bexdayê li wira zanîngeha dadimendiyê diqedîne, çend salan wek awukat kar dike.

Di van salan de dest pê dike doza xizan û belengazan diparêze, li dijî neheî û zordestiyên li welêt û li derveyî welêt dengê xwe bilind dike. Ji aliyê din mijûliya wî ya li ser edebitata cîhanê û rohilatê zêdetir dibe, dîroka Yunan, Fransê, Tirkiyê û edebiyata van welatan gelek bala wî dikþîne.

Li þûna awûkatiyê, ew wek warê xebatê ji xwe re helbestvaniyê hildibjêre. Di helbesivaniya Dildar de tema here balkês, bêguman tema welatparêzî û janên mirovatiyê ne.

Kurdistan bûye kakilê tema efrandinên wî, bi taybetî helbestên wî yên bi navê
Ey Raqîb û Kurdistan ji helbestiyê derketine, li ser zar-zimanê gel wek kilam-stran jîndar mane. Bi taybetî helbesta wî ya bi navê Ey Raqîb di nav gel de gelek belav bûye, wek straneke popûler hatiye nas kirin. Di dawlyê de, ev helbesta di sala 1946-an dema Komara Mahabadê tê saz kirin, dibe marþa vê dewletê û heta niha jî wek marþa kurdan ya neteweyî tê bang kirin.

Di salên þerê Cihanê yê Duwemîn de helbestên Dildar li ser bingehekî gelek demokrat û mirovhez tên nivîsîn. Dildar ji aliyê din di bin bandûra edebiyata Fransî de jî maye, ji helbestên La Fontaine, La Martine wergerandiye zimanê kurdî.
Çend kurteçîrok jî nivîsîne û di kovara Gelawêj de hatine weþandin, ji wana çend heb jî wek destnivîsar mane. Dildar di sala 1948-an de, dema ku dikaribû gelek berhemên mayîn pêþkêþî gel bike, di dawiya mirineke bêwext diçe rehmetê. Lê belê berhemên wî wek Ey Reqîb îro ji sînoran derbas bûne û wek efrandinên nemir di nav gel de belav bûne û dijîn.


Jý pirtuka Antolojiya Edebiyata Kurdî I


Amadekar : Mehmed Uzun