PARTIYA DEMOKRAT´A KURDISTAN - XOYBUN

PDK - XOYBUN



WESTAYÊ EDEBIYATA KURDÎ, EHMEDÊ XANÎ Û BERHEMÊ WÎ YÊ NEMIR MEM Û ZÎN




Loqman POLAT


Ehmedê Xanî, westayê edebiyata kurdî ye. Dîtin û ramanên wî, berhemê wî Mem û Zîn nemir e. Ew pêsevayê welatparêziye ye. Wî ji vir 300 sal berê di berhema xwe Mem û Zîn de hîmê ramanên welatparêziya Kurdan daniye.Di nav edebiyata dinê (cîhanê) de "Romeo û Juliyet" a Shakespeare, "Leyla û Mecnûn" a Fuzulî çiye, "Mem û Zîn´"a Ehmedê Xanî Jî EW E. Pirtûka wî ya bi navê Mem û Zîn bi naveroka xwe wek deryayê ye. Têde hemû tist heye. Pirtûkek wek Mem û Zîn bi her awayî dewlemend hêj nehatiye nivîsandin. Di nav edebiyata Kurdî de pirtûka sereke Mem û Zîn e. Di pirtûkê de zanîn, bawerî, evînî, netewayî û gelek cûreyên din bi hustatî hatiye honandin. Di pirtûkê de tema, aheng, rêzkirin, kurguya bûyeran, wusan bi zanistî hatiye danîn ku ...! Mirov nizanê çawan tarîfa wê bike, an jî çawan qal bike.

Belkî ji hinikan re sas û ecêb be, lê ev rastiyek e; wî 300 sal berê di nivîsandina Mem û Zîn´ê de metoda diyalektîkê bi kar aniye. Rewsa civakî û aborî, nakokiya li dij hev û du tiyê, guherandin, psîkolojiyan mirovan, rêça çûndina ber bi netewayetiyê, bi zimanekî xwes û realîst û lîrîk nivîsandiye. Ehmedê Xanî yê nemir, di evîna Mem û Zîn" ê de evîna Kurd û Kurdistanê haniye ziman. Ji bo siyarbûna gelê Kurdistanê, ji bo hebûn û pêsveçûna çanda Kurdî, ji bo guherandina tradîsyona gelê Kurd, ji bo dîtin û ramanên evînî û berfirehbûna zanistiya azadiyê, wî pênûsa xwe wek çek bi kar aniye.

Ehmedê Xanî, di sexsiyeta Mem û Zîn´ê de evîna Kurd û Kurdayetiyê haniye ziman. Ew nixtêk pirr Girîng e, divê bas bê fêmkirin. Wî sedemên ku ji bo pirtûka xwe, Mem û Zîn´ê bi Kurdî nivîsandiye gelek sedemek Girîng e. Wî 300 sal berê netewayetiya Kurdan û di bin yek alêk de civandina Kurdan parastiye.Cihê berhema netewayî a Kurdan, Mem û Zînê nahê tijîkirin. Ew bingeha edebiyata Kurdî ye û sê sed salê vê bingehiyê berdewam dike. Mem û Zîn berhemekî nemir e. Di vê berhema bi rûmet de kîmya, astronomî, felsefe, folklor, hûner, dîrok û zanistiyekî pirr kûr heye. Ji bo vê jî; Ev berhem cewher e, derya ye.

Ehmedê Xanî di sergotara "Derdê me" de perçebûniya Kurd û Kurdistanê û dagirkeriya Tirk, Ereb û Eceman tîne ziman. Ew dibêjê ger beglerên Kurdan bibûna yek, ger pêsevayekî Kurda jî hebana û wan di bin yek alekî bicivandan, dê Kurd azad bibana, zimanê Kurda di pês de biketana, dê qîmet û rûmeta hûnera Kurdî hebana. Ehmedê Xanî sermiya bindestiyê usan bi tewirek tîne ziman û hetanî nûha, li rûyê dinê (cîhanê) tu gelekî bindest, sermiya bindestiya xwe bi vê awayî nehaniye ziman. Ehmedê Xanî berhemên xwe bi zanatî bi zimanê Kurdî nivîsandiye. Nivîsandina wî ya bi Kurdî raperîneke (serhildaneke) li dij dagirkerên Tirk û Farisan. Wî li gel vê serhildanê bi nivîsandina xwe ya Kurdî, sêrîniya zimanê Kurdî derxistiye holê û bi zanistî huviyeta Kurdî derxistiye pês.

Ehmedê Xanî hem saîrekî mezin û bi navû deng, hem fîlosof û hem jî pisporê edebiyatê bûye. Ew ne tenê di qada axa Kurdistanê de, di Rojhilata navîn de, welatevîn û miletperwerê yekem e. Jiyana wî bi gerê, bi lêkolînê derbas bûye. Di sedsala 17´an de ew dehayek bûye.

Di dostaniya Mem û Tacdîn de û di evîna Mem û Zînê de gelek ramanên kûr hene. Têkiliyên Sitî û Tacdîn de têkiliyên pêsketî û modern in. Herdu jî ji hev û du hez dikin. Di nav herduwan de wekhevî heye. Evîna Sitî û Tacdîn evîna civakên pêsketî ye.Rewsa Zînê rewsa gelên bindestî ye. Zîn ji bo Kurdistanê "Sîmge" ye. Heta mirov dikare bêje ku Zîn bi xwe Kurdistan e. Zîn jî wek Kurdistanê azad nîne. Çawan ku qedera Zînê ji alî Mîr ve têt beylukirin, qedera Kurdistanê jî ji alî Sah û Padîsahên Tirk û Eceman ve têt beylukirin. Ji bo vê jî evîna Mem û Zînê, evîna gelê Kurd a ji bo Kurdistanek azad û serbixwe ye.

Ehmedê Xanî ji bîla sebe, bê sedem, destpêka evîna Mem û Zînê di roja Newrozê de destpênake. Ew bi zanatî vê evînê di roja Newrozê de dest pê dike. Ew dizane ev roj ji bo gelê Kurd roja destpêkirina berxwedane, serhildanê ye. Roja sahî û azadiyê ye. Wexta ku Mîrê Botan dawiyê dibêje ezê Zînê bidim Mem, Zîn baz dide diçe zîndanê cem Mem û jê re dibêje ku Mîr wî bexisandiye û ger ew derkeve hizûra Mîr, dê bikaribin bi hev û du re bizewicin. Wê gavê Mem gotinek gelek balkês û pirr bi mane dibêjê. Mem dibêje ku:-"Ez naçim hizûra tu Mîr ek. Ez nabim koleyên kolan!". Ev gotin gelek bi maneyekî kûr e. Rewsa Kurdistanê tîne ber çavan. Mîr bi xwe koleyê dagirkeran e. Ehmedê Xanî Mem nake koleyê koleyan. Ev bi van gotinan li dij koletîyê derdikeve. Ew bi van gotinên xwe Mîr biçûk dibîne, li dij wî derdikeve, li ber wî serî xwar nake. Di sexsiyeta Mîr de dagirkeriyê, koletiyê protesto dike. Riya serhildanê nîsan dide. Ji bo Mem û Zînê evîna wan azadiya wan e. Her çiqas ew wê azadiyê nejîn jî, westayê mezin Ehmedê Xanî bi riya evîna wan re azadiyê wek armanc dide nîsandan.




Loqman POLAT