PARTIYA DEMOKRAT´A KURDISTAN - XOYBUN

PDK - XOYBUN



Melayê Bate


Melayê Bate :

Melayê Bate yek ji nivîskarên klasîk yên kurd e.

Perçeyek ji meqele “Klasîkên me – an sahir û edîbên me ên kevin” ya Celadet Bedirxan:

“Melayê Jaba der heqê Melayê Bate gotiye: »Sahirê siyê jî Melayê Bate ye. Navê wî jî Mela Ehmed e. Eslê wî ji Bate ye. Bate gundek e, ji gundê di hekariyan. Di tarîxa heþt sed û bîstî da peyda bûye, û zehf sihir û ebyat gotine. Dîwaneke mexsûs heye, qewî qenc e, û mewlûdeke kurmancî gotiye. Di Kurdistanê de ew meqbûl e; û heþtê salî emir kiriye û neh sedê hicrî merhûm bûye. Di nêv gundê Bate de jî medfûn e« .

MELAYÊ BATE

Li gora tiþtê ko min bihîstiye Bate li Behdînan û li nîzingî Amediyê ye.

Ji eserên Batê min bi tenê mewlûda wî dîtiye. Herçî dîwan û sihirên wî ne, çavên min bi wan ne ketiye. Mewlûda wî di sala 1905 an de li Misrê hate çap kirin. Heke ez ne þaþ im ew mewlûd di sala 1919 an de li Stenbolê jî ketiye çapê. Bi min re niþxeke destnivîs heye. Eve çend dûrik ji mewlûda Batê:

Hemdê bêhemd bo xudayê alemîn
Wî Xudayî daye me dînê mibîn
Em kirîne imeta xeyrel beþer
Tabihî wî miqtedayê namewer
Wî xudayî malikê milkê ezîm
Daye me mîras qurana kerîm.
Bo cemihî mislimîn û salihe
Bo feqîrê Bate jî el-fatîhe.”



MELAYÊ BATE