PARTIYA DEMOKRAT´A KURDISTAN - XOYBUN

PDK - XOYBUN



Îro ji husna dilberê





Îro ji husna dilberê


Îro ji husna dilberê
Dîsa helak û serxweþ în
Remzên di wê þîrînsurê
Sohtim bi pêta ateþîn

Sohtim bi berqa lami' e
Ew necm û bedra tali' e
þemsa semayê rabi' e
Lew pir ji þewqê þewwiþîn

Pir þewwiþandin wê dil e
Zulfên siyah ser dan mil e
Tora muxalif silsile
Selwa 'eqarib lê meþîn

Selwa 'eqarib lê weten
Ew nazika nûrînbeden
Qendê dirêjin guft û ken
Biskan di lê kir baweþîn

Biska siyah re'na ye mest
Yek dî bi heyran pê ve dest
Hemyan bi mestî helqe best
Derbendê ew zulfa reþ în

Êsîr kirim zulfa çelek
Ew horiya þubhet melek
Tîr dan ji reþtûzên helek
Mecrûhê qewsê pirweþîn

Tîr dan ji qewsê malzirav
Ew gewhera pir þewq û tav
Sotin li min cerg û hinav
Lew têk ji cergê heriþîn

Cerg û cesed têk sohtine
Lew xef xedengan nuhtine
Ji qewsê hilalê jih tine
Heyranê dêma mehweþ în

Hem bedr û hem Zuhra ye dêm
Ji wê 'alema kubra ye dêm
Xweþ destxet û tuxra ye dêm
Herfan ji miskê lê niþîn

Lewhê ji nû sîqal bidin
Herdem ji nû ve xal bidin
Da dil bi yek dî pal bidin
Nuqtan ji zêrabê weþîn

Zulfa siyah 'enber bike
Xemlê ji zêrê zer bike
Zerbaf û dîba ber bike
Misk û gulavê lê reþîn

Mawer ke terh û biþkoyan
Cîranê berg û lû'lûyan
Ew 'er'er û selwa ciwan
þetrî bi mestî lê xwiþîn

Þetrî we tayên sor û zer
Bayê nesîm lê da seher
Li wê cebhetê hijiyan dû per
Lewra sekara bêhiþ în

Meþha seher yarê þefîq
Da min bi enguþtên 'eqîq
Ji wê badeya nûrîn rehîq
Mexmûrê xemra bêxiþ în

Mexmûrê bê camê ez im
Yexmakirê ramê ez im
Çavnêrê peyxamê ez im
Perwaneyê þem'a geþ în

Perwaneyên sotî kebed
Dilber ji ber Birca esed
Tîr dan ji reþtûzên semed
Lew têk ji xwînê neqqiþîn

Kuþtim bi qewsê 'enber e
þoxê ji dil mil dan ber e
Êxiste dil sed pencere
Evrenge em mihnetkeþ în

Mihnetkeþên roz û þebê
Der firqeta þêrînlebê
Zulma ji ber destê te bê
Ew 'edl e em pir pê xweþ în

Zulma tu kî pir pê xweþ im
Sohtîdilê hicrankeþ im
Mislê perengê ateþ im
Rûhek mucerred bêleþ în

Min dî sehergaha elest
Camek ji kewser dost di dest
Jê da Melê lew maye mest
Hetta heyatê serxweþ în




Melayê Cizirî




Fermo, li vir mizeke !

Kurdistan Welatê Kurdaye ! Her Bijî Kurd û Kurdistan !

http://www.pdk-xoybun.com

http://www.xoybun.com/extra/slide/Unbenannt-2.swf


http://www.xoybun.com/gallery/albums/PDK-XOYBUN/Nexise_Kurdistana_Piroz_xv1.jpg


http://www.xoybun.com/gallery/albums/PDK-XOYBUN/Nexise_Kurdistana_Piroz_xv2.jpg


Kurdistan Welatê Kurdaye ! Her Bijî Kurd û Kurdistan !




Fermo, li vir mizeke !

Piroje ya Kurdistan a Mezin !