PARTIYA DEMOKRAT´A KURDISTAN - XOYBUN

PDK - XOYBUN



WETEN ( Mîkaîlê REÞÎD )


Dayîka min ezîz avê veduxwe

Û kaniya gundê wan tê bîra wê,

Dayîka min nanê Somîyê germ dixwe

Nanê tendûra wan tê bîra wê,

Vê biharê xweþ baran dibare,

Ewrê ezmanê wan tê bîra wê,

Þeher de dayê hêdî digere,

Gundê wanî nas, çûk tê bîra wê,

Timê wetenê dûr tê bîra wê,

Û Kurdistane navê weten.



Hizreta dê de

Û çavê wê de

Ez Kurdistana xwe dûr dibînim.



Baxçê gelek mileta de

Vebûn hezar kûlîlk û gul,

Lê nav bax û baxçê Kurda

Tijî derdin û tijî kul




1966 Kurdê Kurdistan' a Sor

Mîkaîlê REÞÎD