PARTIYA DEMOKRAT´A KURDISTAN - XOYBUN

PDK - XOYBUN



KERÊ DENGBÊJ


Dibêjin li nav Þêrwan
hebû yekî bazirgan.
Wî hebûn hêþtir û ker,
tev bi hawid û semer.
Ji wan dudo bûbûn jar.
Nema bi wan dibû kar.
Her du berdan dora gund,
da biçêrin bibin rind.
Hêþtir rabû gote kêr:
Tu guh bide min camêr,
were ji dest mirovan.
Em birevin nav govan.
Nema baran dikêþin,
ji bona wan diêþin.
Çûn cihekî nependî.
Ne bazirgan û gundî.
Serkî tev çêriyan,
di newal û hêriyan.
Dema ku bûn xurt û têr,
bû çirrîna qula kêr.
Digot: birakê hêþtir,
ji mêj va min deng nekir.
Dilê min zor þa dibe,
zirrîn li min radibe.
Hêþtir got: ho kerê nêr,
bi zor zikê me bû têr.
Tu hevalkî neçak î,
dê xelkê li me rakî.
Wê cihê me fêr bibin,
hêþtir tevî kêr bibin.
Dîsa têxin bin baran,
D'pa ra lêxin bi daran...
Kerê nêr got: nizanim,
nema bi xwe dikanim.
Heke niha nezirrim,
dê biteqim biçirrim...
Bû zirrîna kerê reþ,
hêþtir got: sihet nexweþ.
Ker zirrî, bihîst þivên,
zû xeber da bazirgên.
Hatin her du birin çûn,
jê herimîn war û þûn.
Bi rê va ker westiya,
xwêdan giha hestiya.
Bazirganê hîlebaz,
bîr nedibir west û naz.
Got: ev hevalên hev in,
sûc û gunê wan tev in.
Divê çîçkî biêþin,
ew hev û din bikêþin.
Rabû ker li hêþtir kir.
Ji çiyê daxist û bir
Vê car hêþtir westiya,
can ji cendek kiþiya.
Got: ho kerê guhdirêj,
roja ku tu bûyî dengbêj,
min ev dongî dizanî,
lê te bi xwe nikanî.
Niha jî dor hate min,
dê bidî canê þîrin.
Dikim bavêm tepikan,
çîçkî bidim lotikan.
Kêr wê gavê bîr dibir,
ko b'zirrînê neçê kir.
Digot: hewar û eman,
di min nekî van tiþtan.
Tu hevalekî zor î,
di sûcê min biborî...
Bû zarrîna kerê reþ,
Lê mixabin diçûn tewþ.
Hêþtir dida lotikan,
hol bû di ser kortikan.
Bar qulibî hate jêr,
þikest dest û lingê kêr.
Hêþtir çû, ker li wir ma.
Bû xwarina gur û sa.
Kesê bêdem bizirre,
an jî bilind bifirre,
bi wê teqez nabe mêr,
wê bighê dongiya kêr



( Osman Sebrî )