PARTIYA DEMOKRAT´A KURDISTAN - XOYBUN

PDK - XOYBUN



DIBISTAN


Destpêk bi navê Yezdan,
ev e diçim dibistan.

Divê êdî bixwînim,
bo rastiyê bibînim.

Da her tiþtî bizanim,
heya ku pê bikanim.

Berî vêya gelê min,
nezan mabûn mêr û jin.

Daketibûn hêla jêr,
reben pepûk û bêkêr.

Lê ji îro bi þûn da,
di nav bajar û gunda,

Herçî kurd e wê bixwîn,
da ku bibe xweyî þîn.

Welatê xwe bistîne,
neyaran jê derîne.

Em in xweyî war û þûn,
doza me ye serxwebûn.

Ji bo me ye hêla jor,
hildin ala kesk û sor.

Serxwe nabe Kurdistan,
bê xwendin û dibistan.




( Osman Sebrî )