PARTIYA DEMOKRAT´A KURDISTAN - XOYBUN

PDK - XOYBUN



HA-HÎ-HA


Hahiya
Tê de
Her li hev ket
Bê bin û ser
Bin û ser û tê de
Qulikên nû yên vala hiþar kir
Afirdanka dilopên ronahiyan
Hûnana beroþên tavan
Bîranîna teqînan
Haþ û hiþar
Nermik nermik
Xwe da
Zindiyên hilkiþîna hilweþanê

Ha-hî-ha
Leqiya
Çiqas av ewqas tozîn
Sar û germîn
Hevdemî hev xîj kir
Çemîn bada ax
Hevdijên hevgeþ
Þevisî
Rojisî
Dengisî
Peyvisî
Her kêlik tenê xweyî
Ber ya ber
Hîsiya destpêkê
Famiya hestê
Demiya çîrokê
Zaniya dîrokê

Ha-hî-ha
Stêrisî
Bû qad dûrahî
Þewq bû hembêza tariyê
Sîmarê Masîcanik
Dewisand sînorê jînê
Bask bi bask tov reþand
Ji hev da zîldanê
Her ku mirisî
Avisî rojisî
Pêjn bi pêjn demsal
Deqisî tê de axiya
Giyanê xwe keskiya
Hîmê diyalektîk heviya
Ji xwe welidî eziya


SÎMAR MASÎCANIK