PARTIYA DEMOKRAT´A KURDISTAN - XOYBUN

PDK - XOYBUN



ZENGILÊ MIN


Zenge zenga zengilê min
Vaye dîsa deng veda
Dengê doza miletê min
Dinya girt û berneda

Zenge zenga zengilê min
Xweþ hawar û gaziye
Awaza vê zenge zengê
Ji ferhenga Qazî ye

Her weku berq û biroskê
Xwe gihand çerxa felek
Sed û xweþ bo vî dilê min
Ku min dî kurd bone yek

Lêxe lêxe zengilê min
Zengilê doza pîroz
Tu dil û canî, xweþ nîþanî
Em didin peyman û soz

Peyman û soza mêrane
Geþ dikin bihara me
Xebata qîz û lawane
Geþ dikin Adara me

Sond bi wê rêça evîndar
Tim û tim têra diçin
Sond bi wê hizra pîroza
Norûzê jêra dikin

Ta ku mabin bê tenahî
Ev çiya û deþt û dol
Cejn û sersal dê bimînin
Her giz û nizim û melol

Ez ezînê em vehêlan
Ax ji derdê ez ezînê
Ez ezîna XANÎ gotî
Di cîroka MEM û ZÎNÊ

Lêpa kurd im serbilind im
Jîr û hiþyar û lezim
Xweþ kes û gernas û merdim
Dostê dostan her ez im



( Sebrî Botanî )