PARTIYA DEMOKRAT´A KURDISTAN - XOYBUN

PDK - XOYBUN



SIBE XWEDÎ DEWLET IM


Miletek qareman im
Hember zora zeman im

Ji bîr nakim doza xwe
Qet naþkênim soza xwe

Þer dikim bê rawestan
Nizanim çi ye westan

Þer dikim, þer naxwazim
Welatê xwe dixwazim

Niþtê min e, dêrîn e
Ber dilê min þêrîn e

Gerçî îro bindest im
Sibe ez jî serbest im

Hebûm dereng hatîme
Hiþyar û kêrhatî me

Ji mêj ve ez milet im
Sibe xwedî dewlet im

Xebata min zanist e
Dijminê min faþîst e

Ji xaviyê hez nakim
Xebata xwe bes nakim

Her tiþtê min bi kurdî
Li bajar û li gundî

Azadî xelatê min
Kurdistan welatê min

Hingê dîsan dirist im
Kurd im aþtîperest im

Nimûnê pakdilan im
Dostê hemû gelan im



( Sebrî Botanî )