PARTIYA DEMOKRAT´A KURDISTAN - XOYBUN

PDK - XOYBUN



JI EVÎNÊ NAREVÎN


Kur:
Dîlberê dilrevînê
Canê finda þevînê
Hatim baxê evînê

Kiç:
Tu ser çavê min hatî
Rojê li min hilatî
Xêr û bêr û xelatî

Kur:
Tu dîlberek aqilî
Ser bextê min kakilî
Evîna te da dilî

Kiç:
Evîna me da denge
Pesnê evîn sed renge
Çax bû li me d'renge

Kur:
Li vê nêçîr û ravê
Ez û tu ketîn davê
Evîn derçû ji tengavê

Kiç:
Ji evînê na revîn
Daxaza dilê hevîn
Hevl were baxivîn

Kur:
Bi nîgar û binexþî
Tu nêrgiz û binefþî
Bû jîna min tu rewþî

Kiç:
Ez gulim herdem bûk im
Ber dilê te biçûk im
Were peymanê nûkim

Kur:
Çav û dil û destê min
Bû gula ser textê min
Spîtahiya bextê min

Kiç:
Bes bixwîne navê min
Hey bînahiya çavê min
Pêtê da hinavê min

Kur:
Me biþîreta seyda kir
Wek bilbilê þeyda kir
Gula corî peyda kir

Kiç:
Lawka mala te ava
Dil dixwazî ser çava
Birengê bûk û zava

Kur û kiç:
Em duxtor zanê hevîn
Gewherê canê hevîn
Herdu dermanê hevîn




( Sebrî Botanî )