PARTIYA DEMOKRAT´A KURDISTAN - XOYBUN

PDK - XOYBUN



DI GEL YEZDAN


Ev hezar û çarsed sal e
Li welatê min "enfal" e
Ser û mal û namûsa min
Li dijminê min helal e

Evan misilmanên qeþmer
Îslam li min kirin xencer
Bi ayeta enfala reþ
Mûhemmed jî kirin Hîtler

Ey Xudayê þev û rojan
Bila bes bin ev derd û jan
Ev dîn eger dînê te ye
Kê kir hevalê xûnmijan?

Ez li welatê xwe bê soc
Riswa dibim ditevizim
Bi fetwaya mizgefta te
Di xûna xwe digevizim
Ev derdê min pir ji mêj e
Çîrok dijwar û dirêj e
Hemû diz in, mirovkuj in
Dîroka wan, miþtqirêj e
Ceng û rev e sal û zeman
Kuþtim evan derd û xeman
Bûm gedayê vê dunyayê
Nav û namûs jî min neman
Ez rateqandim derbider
Li ser serê min ceng û þer
Min dikujin, hem dibêjin
Selewat li ser pêxember
Li Îslamê zû peyda bûm
Hem þagird û hem seyda bûm
Ji hingê ve heta evro
Girtiyê dav û qeyda bûm

Ku Îslam hate meydanê
Hizr û hêza xwe min danê
Min bi xûna xwe mezin kir
Wê ez xistim di zindanê

Dîn ez kirim sed ol û ol
Sofî mofî bê maf û þol
Misilmanek bi ser û ber
Belengaz û qels û melûl
Bi destê van milislmanan
Evan cîran û pismamanT
ev bi talan û þewat çû
Dam û dezgeh, xam û man

Rejîma tirk û ya faris
Hem erebên nezan û birsî
Rûmeta min perçiqandin
Dîn li derdê min nepirsî

Bi navê te û bi navê dîn
Pênûsa min ji min dizîn
Bi ol û qanûnên sexte
Ku ji mêj e hemû rizîn

Ey Xudayê jêr û jorî
Ger tu nêzîkî ne dûr î
Heywax li min heta kengî
Ev kotek û zulm û zorî

Nizanim çend sal û dem e
Li pey evê doza xwe me
Her li pey bûm, dê li pey bim
Bê rawestan heta heme

Hawar dikim ez eve me
Xudanê vê qada xwe me
Wek miletan ez milet im
Çima nebim ? Madem heme

Ez ku heme gerek hebim
Keyayê welatê xwe bim
Ev hawara min rewa ye
Heta kengî aware bim ?

Dixwazim wek wan azad bim
Bi dewleta xwe dilþad bim
Hem dost û hevalê wan bim
Ne kêmtirê kes ji wan bim

Bo çi dîlê vî derdî bim?
Tim bindestê vî û wî bim!
Dixwazim ez efendî bim
Ne koleyê kesek dî bim

Tu rast î û rastî xweþ e
Ev derdê min dedek reþ e
Her çi min got û ez bêjim
Durist û zelal û geþ e

Li Mosko kevinperest im
Li Waþînton komonîst im
Li mizgeftê ez kafir im
Li Ankerê terorîst im

Welatê min kirin let let
Nehêlan xwe bikim dewlet
Mizgefta min ne ya min e
Eve karê xwehr û xelet

Mizgefta min erebî ye
Bi tirkî û ecemî ye
Tif li kurdê bêjit bila
Ew ne j'min e, ew bîjî ye

þildim û bildim tirkî ye
Kîzb û nîfaq erebî ye
Xîrrrî mîrrrî farisî ye
Pa rûreþiya min cî ye ?

Çi derdek hiþk û bela ye
Navê Xudê bismila ye
Her tiþt bi zimanê daykê
Xweþiya hizr û dila ye

Ku tênegehim ka vîtamîn ?
Fayde çi ye amîn amîn
Rastî ev e li min negre
Ey Xudayê alemîn

Zimanên tirk û ereb e
Li welatê min xezeb e
Tu bi kurdî þîrîntir î
Ev gotinek pirr edeb e

Ji kovanan pirr û miþt im
Dagirtî me ez biriþtim
Mizgefta min di gel wan e
Ez bê piþt û bê her tiþt im

Ew miletê dewlet nîne
Bivêt nevêt ew bê dîn e
Bê dewletî bê dînî ye
Dîn û dewlet j'min dizîne

Ew kurdê vê nevêjit
Xaîn e yan jî ker e
Rûmebirîndar e kurd
Welat kul û keser e

Dîn û qanûn du niviþt in
Ji ayatan pirr û miþt in
Ji bo weca faþîstan e
Ez û yên wek min pê kuþtin

Xudayo min heq navê te ye
Lewra dibêjin heq heq e
Lewra jî ev hawara min
Teq û req û deq deq e

Tif li qencê wan
Len estesnî minhum eheden
Har û hov in, ne mirov in
La yexcelone ebeden

Sûnd bi te û bi Încîlê
Bi Tewrat û tehwîlê
Xew naçê çavê kes ji wan
Bê kuþtin û qal û qîlê

Îndehum elfitnetu elezzu min eleselî
We re'su l însanî ke re'sin min elbeselî

Tarîxa wan ne tarîx e
Ma çi bêjim ? Hema rîx e
Hemû gef û tirre tirr e
Hizirkuj e, wek zernîx e

Ya delîle dûdî fî leylî duca
Ji te ez qet xafil nebûm çu ca'

Sipasdarê te me Xuda
Înnenî mine þþakirinîn
Lakinnenî len ekûne ebeden
Mine ssabirîn

Gotinek pir þîrîn e
Men sebere zefere
We lakin ela zzulmî
Men sebere kefere

Ew çi sebr e ya îlahî
Ela ceraîmil cubenaî ?
Ew ela nezaletî zumretin
Min wihûþil enfalî ?

Napalim û jahr û gaza xerdel û çepelî
Min ecmelî hedaya ulaîkel enzalî
Pîr û biçûk pê dikuþtin
Ya leha min cemalîl menzerî
Bil ji te kesek nizanê
Ededu ddehaya bi summî wel kîmyawî


Ehaza cezau tedhiyatî
Li turkî wel fursî wel erebî ?
Em li îmanihim bil Îslamî de'men
Li ayatîl qetlî we nehebî ?

Em ya tura temeen fî malî we helalî ?
Be'de tesdîqî ebedin min eþrefîl melalî
Nizûlen înde rexbetî tuxatî wel buxatî
Min eshabîl fexametî wel mealî

Xudayo bila hilweþin dîn û dunya
Ela hazîhîl fexfexe wettealî
We ela riûsîna cemîen ji her alî
Da mirovatî rizgarbit ji vî halî

Eve ye edalet û musawat û wekhevî
We îleyke ya îlahî ma tebeqqe min meqalî

Þêx jî çû ser meberê
Ihim ihim wek berê
Erê Xudayo erê bi navê te î pîroz
Yuqeddim el hedeya we exreb erreþawî

El cenne wel hûrriyat
Yanî behiþt û perî
Lîmen yaqtul sahîb heq
Ez çi bêjim vî kerî ?

La edrî emiftîyyen haza em himaren
Yuitî hazîhî el fetawî ?

Ey Xudayê ji her kes re delîl
Dexîlê te me ya nîimel wekîl
Zidnî îlmen ez nizanim
Ev xelat in yan bertîl ?

Ew tiþtê ku ez dizanim
Cudabûna xwe dixwazim
Serxwebûna Kurdistanê
La bedîl we la tebdîl

Ez bi darê zorê tirk im
Faris im hem ereb im
Egir bêjim na xaîn im
Kafir im hem bê edeb im

Karek dî hebû gunehtir
Êzîdiyên ji min kurdtir
Ez ji wan re kiribûm dijmin
Kanê fetwa j' vê çepeltir ?

Hem tîyarî û ermenî
Xudayê min hey ez benî
Ev derd bi ser wan da jî hat
Bi emrê ûlî emrên devgenî

Ji bê çareyî þoreþgerr im
Li yekbûna xwe digeriim
Rizgarî biryara min e
Çok çok teþekur ederim

Rizgar nebim her wek nebim
Ku bindest bim ka azadî
Ez bi te û bi þêx Adî
Sûndê dixum careka dî

Rasîzmên wan giþt faþîst in
Çepizmên wan toranîst in
Qazî û miftiyên wan jî
Hemû wek wan çepalîlst in

Ey Xudayê li her derî
Hezkirina te l' ser vî serî
Lê pa min jî pirsek heye
Ez ? yan Sadam e serserî ?

Sadam nevyê pêxember e
Tucul Îslam li ser ser e
Li mizgefta min digotin
Sadam îmamê Omer e

Ûlî emr e wek Êlî ye
Qureyþî ye wek welî ye
Hawar ez kurd im bi min ci ?
Ger welî ye yan xwelî ye ?!

Gelek ji van þêx û melan
Hostayên xap û teþqelan
Qereqoþin dînfiroþ in
Wan ez xistim derd û belan

Kirim derwêþ û mam û mam
Dîlê Hîcaz û Misr û þam
Xudayo wan ez xesandim
Ji her kes re kirin xulam

Ji eraeban erebtir in
Ji erpekan tirktir in
Misilmantî riswa kirin
Ji Xumênî bê dîntir in

Digotin min ey misilman
Kes neçûye banê heyvê
Îyyake summe îyyake
Qet bawer neke vê peyvê

La tuseddiq hazel kelam
Min ehlil kufrî wezzelam
Derewa axir zeman e
Ya ehlel Îslam

Ellahu ekber ya qemer
Çav li kafitan bîne der
Van derwên mezin dikin
Kufrun kebîr hazel xeber

Yekê negot maþallah
Her digotin haþa lîlah
Kella summa kella ya nas
Bêjin estexrurullah

Hozan nezan û ehmeq in
Yan jî bê þerm û serreq in
Xwe xapîn û çavnebar in
Xudayo bila bipeqin

Mirova li heyvê rît û mîst
Bawer nekin îmanleq in
Heqê wan ger nezan in
Bê kar in tizbîçeqçeq in

Bi duristî û bi kurtî
Rad'gehînim bi xurtî
Umer û Cengiz û Lenîn
Wek hev in bo gelê kurdî

Her sê yek in yek ferq nînin
Beramber min dilbikîn in
Xalid, Ataturk, Stalîn
Dagîrker in devbixîn in

Lenînîzmê wek Îslamê
Difna min girt û berneda
Dunya hejand, pirr xûn rijand
Heþtî salan tiþtek neda

Eger Lenîn eger Zeydu
Ji bona min yekin her du
Ev rastiye û rastî ev e
Xudayê min ez bi navê te eþhedu

Her sê alî çi ev çi ew
Her çi digotin tev derew
Hema her ez dibiþavtim
Bi gotinên pûç û qelew

Çi bêjme wan komunistan
Wan jî weku toranîstan
Bê nav û winda dikirim
Bi derdê min dileyistan

Dewleta min wan da Îran
Wan Qazî kuþt, netroman
Stalîn ev kir, Stalîn
Babê komunîstê kurdan

Sipas êdî dilpola me
Ne dîlê ol û mola me
Çak hev dinasin ez û tu
Ne b'destê þêx û mela me

Hiþyar bûme, zêde, ne kêm
Çûme û diçim, dê hêm û hêm
Germ û xurt e þoreþa min
Þêdar im ez dê þêm û þêm

Xudan heq im ez nawestim
Bê rûmet bim ger rawestim
Fîraziya min va ye hat
Bila jî dereng verestim

Soz bit êdî ez û Evdo
Ne bin malek di gel hevdu
Ji min bo te Xudayê min
Hezar sipas û elhemdu



(Sebrî Botanî, Dengê Metîn û Cûdî - Dîwana III)