PARTIYA DEMOKRAT´A KURDISTAN - XOYBUN

PDK - XOYBUN



Birîte ( Cankurd )



Tîpguhastin ji tîpên erebî: Cankurd



Eyþo min dî bû li burca serayî

Delal min dî bû li burca serayî

Stêrk di ezmanan rijiyan dinyayî

Serê min dêþe, kêfa min nayî



Eyþo min dî bû li burca belek e

Delal min dî bû li burca belek e

Stêrk di ezmanan bûne xelq e (xelek e)

Serê min dêþe, keyfa min veke



Eyþo min dî bû li burca hiþîn e

Delal min dî bû li burca hiþîn e

Stêrk di ezmanan sîwan bestîne

Serê min dêþe, kêfa min tunîne



Her wêlî wêlî lo kuro, Heso

Destek mîtirxan înan ji gêlî

Xwesteka Heso dane berdêlî

Lo kuro Heso, lo canim lo



Lo kuro, Heso, mîrê hîþtê([1])

Destek mîtirxan înan ji rebtê

Hesik zava ye bibine dawetê

Lo kuro Heso, birîndaro Heso



Lo kuro, Heso, mîrê Gogoyî

Birîndaro, Heso, mîrê Gogoyî

Destek mîtirxan înan ji Zaxoyî

Hesik zava ye, bibine serþûyî



Baranek barî hûr e, hê hûr e

Xinavek dixinive hûr e, hê hûr e

Hesik zava ye, bûkê destûr e

Lo kuro Heso, birîndaro Cano



Baranek barî li van tatikan

Xinavek dixinive li van ta’tikan

Hesik zava ye, bibine cem keçikan

Li kuro Heso, birîndaro Heso



Hekarî mêrê di çê ne

Berwarî mêrê di çê ne

Çeqmaqê wan li pê ne

Wê di xizmeta ba xwe ne







Hekarî mêrê di xas in

Berwarî mêrê di xas in

Çeqmaqê wan risas in

Wê di xizmeta mîr Qasin (Qasim)

Hekarîno, Hekarê di mal min Hekarî



Hekarîno, Hekarî di can im Hekarî

Çi ewrê reþ ê tarî

Xwîn ji misriyan([2]) dibarî

Xwîn dibarî ji misriyan

Þûr nabirre derziyan

Hekarîno, Hekarî di mal min Hekarî



Hate Bedlîs hate Bedlîs, kaxezek sor e

Heylo qasido, tu were jor e

Mêrê Ezdîna çi mêrê zor e



Hate Bedlîs hate Bedlîs, kaxezek reþ e

Heylo qasido, tu were pêþ e

Mêrê Ezdînan çi mêrek keleþ e



Hate Bedlîsê hate Bedlîsê, kaxezek sipîne (sipî ye)

Heylo qasido, tu were pê ye

Mêrê Ezdînan mêrek dilêr e (çê ye)



Hate Bedlîsê, kaxezek kesk e

Heylo qasido, îro tu lezke

Mîrê (mêrê) Ezdînan serê te bi ker ke



Wer hatiye Bedlîs e, her hatiye Bedlîs e

Me top kirrîne bi kîs e ([3])

Me seferek heye li ser Uris e (Rûs e)



Wer hatiye Erzirom e

Her hatiye Erzirom e

Beyraqê lê bûne kom e

Hinek ji bo me



Wer hatiye Istenbol e

Her hatiye Istenbol e

Top hatin der bi dor e

Imdad çû alî jor e



Her govend e, nana qîr govendê cana

Yeka min digo nana, yeka te digo cana

Wê (wey) di govendê cana







Govend geriya nana

Li banê mezin cana

Þahî geriya nana

Li banê mezin cana



Dê dilîzê nana

Ew mêr û jin cana

Sergovendê nana

Ew maliya min cana



Govend geriya nana

Li banê kursî cana

Þahî geriya nana

Li banê kursî cana



Her çi hato nana

Min lê pirsî cana

Govend xweþ kir nana

Qîzka mexsî cana



Govend geriya nana

Li banê biçûk cana

Dê dilîzê nana

Ew mêr û bûk cana

Sergovendê nana

Yekî mehbûbek cana



Govend geriya nana

Li ser xaniyan cana

Þahî geriya nana

Li ser xaniyan cana

Rind û cindî nana

Li hev civiyan cana



Yeka min digo nana

Yeka te digo cana

Rind bû ji hemiyan cana



Her govendê nana

Wer govendê cana

Yeka min digo nana

Yeka te digo cana

Wê di govendê cana…



Ez kinikim ji te kintir, kinê kinê

Ez geriyam ji te pirtir, lê lê kinê, lê lê kinê

Min kinika xe (xwe) dî, min rindika xe (xwe) dî

Ji te Çêtir lo lo, devo min bi gorî







Te bejin bêraqê di Romiyan, lê lê bejin, lê lê bejin

Te sîng dikanê di moriyan, lê lê bejin, lê lê bejin

Te lawik kuþtin bi laqirdiyan, lo lo devo min bi gorî



Te bejin bêraqê di rimbazan, lê lê bejin, lê lê bejin

Te sîng dikanê di qizêzan, lê lê bejin, lê lê bejin

Te lawî kuþtin bi tinazan, lo lo devo, min bi gorî



Te bejin bêraqê di Tetaran, lê lê bejin, lê lê bejin

Te sînga (sîng) dikana di berberan, lê lê bejin, lê lê bejin

Te law kuþtin, te kur kuþtin bi xeberan, lo lo dev min bi gorî



Li navê ciyê, wê li nav cî ye

Giloka hiþk qijiye

Radimûsim, surma bee’liye

Keçko, tu cîranê min bî



Li navê baxan, wê li navê baxan

Bisk berdan, þax bi þaxan

Radimûsim hedla Mîrza axa

Keçko, tu cîranê min bî



Li nav coy wê, li nav coy

Bisk berdan zo bi zoy

Radimûsim Sefiya Litkoy

Keçko, tu cîranê min bî



Wê li bêderê, ha li bêderê

Bisk berda ser kemerê

Radimûsim te esmerê

Keçko, tu cîranê min bî



Piþ (piþt) merkeb, piþ (piþt) merkeb

Te kiras kitanê di Heleb

Radimûsim Xeça li Receb

Keçko tu cîranê min bî



Li zeviyê, wê li zevî

Bisk berdaye ser enî

Radimûsim te zerî

Keçko, tu cîranê min bî



Halê (hey lê) dînê, hay lê dînê

Ba ku tê baranê tînê

Kan (kanî) qewlê per (ber) havînê



Ez ne dîn im, ne sewda me

Li ser xanîkî we raza me

Ez hatim, nava sîng û berê gewra min tevdane





Ez dîn ne bûm, te dîn kirim

Di çol û beyaran warkirim (werkirim)

Ji xewa þirîn mehrûm kirim



Ez ne dînim, ne duristim

Li ser xanîkî we dinivistim

Vê malxirabê ez li erdê xistim



Mala dîna min giran e

Bar kirî (bi) gah û devan e (ga û deve)

Tirsa min ji ruma peyan e



Mala dîna min sivik e

Bar kirî (bi) gah û golik e

Tirsa min ji ruma hindik e (hindîk e)([4])



Lê lê keçê, dînê, guharê te bûma

Rindê dilberê, guharê te bûma

Hetanî nîvro di guhê te bûma

Berbanga subê li ser sîngê te bûma



Lê lê Eyþê, sêlê bîne

Pê qelî biqelîne

Para lawikan jê hilîne



Lê lê Eyþê berxan berde

Li hiþka kon bi ser de

Tu ji mi ra mebe kul û derd e



Lê lê Eyþê berx diçûne

Di paþ gelîh û çiyan war bûne

Eyþa min nîþanê reþ li rûn e



Wyla keçikê, bela keçikê

Kum î siya ye di bin da terlikê

Keçê tu rabe mirazê lawî bikê



Bejna keçik(ê) rihana min çandî

Bejna malxirab rihana min çandî

Min bi van destikan av lê reþandî

Eza (ezî) ne li mal bûm, kê te xapandî ?



Bejna keçikê kela Litûm (li tûm!) e

Seferek rabû ber da diçûme

Li ser sîngê keçikê teslîm dibûme









Bejna keçikê kela Warhayê (Orhayê)

Bejna wê babê kela Warhayê

Seferek rabû ji alî Bexdayê

Ser sîngê keçikê zewqa dinyayê



Weyla naçime ber baran

Bîlle (Bîllah) naçime ber baran

Garan çûne di talan

Keçik nade (min) ramûsan



Weyla mêrê min bi kêr nayê

Bîlle mêrê min bi kêr nayê

Min da piþtê çiwalê kayê

Þîva cee’noyê jê dernayê



Ey gavano, hey gavano

Þewitî mala te gavanî

Ew gavanê me Elewî ye

Þevê rojê hewiye hewiye

Çermê çêlê (çilî) da bi gizwe ye

Þewitî mala te gavanî



Ey gavanê me kum tûj e

Þevê rojê gûjegûj e

Çermê çêlê da bi mewje

Ey gavano, hey gavano, þewitî mala te gavanî



Ez çûm derge dadyî, Hole Holê Holê

Hatim derge dadayî, Hola min, mala min

Cih û balgî radayî

Hol di nav razayî, Hola min, mala min



Ez çûm derge daxistî

Cih û balgî raxistî

Holê di nav nivistî, Hola min, mala min



Hey Holê Holê Holê

Qamûþ(a) nava golê

Ez heft sala mam li çolê

Hola min , mala min



Ne bi Hol im, ne bi holvan im

Ne bi gul im, ne bi rihan im

Berdila evlal (evdal) xanim

Hola min, mala min



Çû bûm derge daxistî

Cih û balgî raxistî

Holê di nav nivistî

Hola min, mala min



Çû bûm derge dadî (dadayî)

Cî û balgî radayî

Holê di nav razayî

Hola min, mala min



Çû bûm derge vekirî

Hatim derge vekirî

Çî û balgî hilkirî

Holê di nav digirî



Hîva me bû bêder e

Þewitiya me bû bêder e

Sîwan girtî (li) ser e

Min jinebiya tobe ye

Derdê min yekî (yeka) esmer e



Hîva min bû bilind e

Þewitiya me bû bilind e

Sîwanê girtî gund e

Min jinebiya tobe ye

Derdê min yeka rind e



Hîva min girtî sîwan e

Þewitiya min girtî sîwan e

Dûman kete çiyan (e)

Min jinebiyan tobe ye

Derdê min yeka han e



Ez mam tiliya (taliya) tifkê

Tu may taliya tifkê

Tifk danîn kulkê

Heta keç bi dilkê [bi dil bikê]



Ez mam taliya xencerê

Tu may dest xencerê

Xencer danîn pencerê

Heta keçik bi derê.

---------------------------------------------------

Ev sernavê stranê ye, hema bo çi ev sernav, ez nizanim! (Cankurd)