PARTIYA DEMOKRAT´A KURDISTAN - XOYBUN

PDK - XOYBUN



HETTA KENGÎ DI XEWDA BÎ ?






HETTA KENGÎ DI XEWDA BÎ ?

Bese millet li te þerme

Hetta kengî di xewda bî! ?

Dibin destên neyaran de

Hejar û dîl û kola bî ?

Bihar va tê çiya xweþ bûn

Weke þêran herin þer em

Çima wer jar û xemgîn bî

Hetta kengî tu ranabî ! ?

Binêrin win li Engola

Weke þêran ketin çola

Serê te hiþk wekî pola
Di bin destê neyara bî ?

Serî hildî, tu gernasî

Eger rabî tu mêrxasî

Gelo raste divê bimrî?

Di nav dijminde winda bî ?

Ji dijmin re dibî rencber

Bi paþ de mayî bê rêber

Ji bo dijmin dibî þevger

Bese îdî weha nabî ! ?

Were carek ji xew rabe !

Weke gernas û þêra be !

Xwe pêkbêne bi hevra be!

Divêm hiþyar û zanabî

Bese win rê bidin zana

Bidin pêzan û hozana

Ji bo çi wer li pey þopa

Beg û þeyxa û axa bî ?

Çi ol û êl û malbatin

Evên dî qey hemî tatin!?

Hemî yek dar û yek katin

Bibin yek da, ku dil þabî

Bi: tang û top û lek millet

Tu gavan pêþ de bavêjî !


Hetta kengî li benda van

Niviþtê: þeyx û seyda bî!?

Tu guhmed van beg û axa

Xwe rapêçê li ser þaxa

Ji dijmin bigre van baxa

Tu dê serdar û paþa bî !

Cegerxwîn im dixwazim ko

Ji bo te rast bibêjim ez

Tu guhdêre li dengê min

Neko saza li ber ga bî ?.




Cegerxwin

1903 - 22 / 10 / 1984





Fermo, li vir mizeke !

Kurdistan Welatê Kurdaye ! Her Bijî Kurd û Kurdistan !

http://www.pdk-xoybun.com

http://www.xoybun.com/extra/slide/Unbenannt-2.swf


http://www.xoybun.com/gallery/albums/PDK-XOYBUN/Nexise_Kurdistana_Piroz_xv1.jpg


http://www.xoybun.com/gallery/albums/PDK-XOYBUN/Nexise_Kurdistana_Piroz_xv2.jpg


Kurdistan Welatê Kurdaye ! Her Bijî Kurd û Kurdistan !




Fermo, li vir mizeke !

Piroje ya Kurdistan a Mezin !