PARTIYA DEMOKRAT´A KURDISTAN - XOYBUN

PDK - XOYBUN



ÞAM ÞEKIRE WELAT ÞÊRÎNTIRE






ÞAM ÞEKIRE WELAT ÞÊRÎNTIRE


Welatê min tiwî bûka cihanî

Hemî bax û bihiþt û mêrg û kanî


Þepal û þeng û þox û naz û gewrî
Gelek þêrîn û rind û pir ciwanî

Serî taca Silaheddînê kurdî

Enî roje, di birca asimanî


Du birhên te kevanên Rustemê Zal
Du zilfên te ji tîrên qehremanî


Riwê te agirê Zerdeþt û Mezdik

Ji te hêstir þeraba Kamîranî


Du lêvên te kitêba Hacî Qadir

Zimanê te ji benda þêxê Xanî


Çena te guhê Cûd û Þax û Hebler

Qirik eywan û taqa kesrewanî

Di sînga te kitêba Zendevista
Memik ferfûre têde neqþê manî


Du destên te tixûbên Tirk û Îran

Hero cenge bi tîrên zerveþanî


Ji sînga te bi jêr de geliyê Laleþ

Ziyaretgehe bo me her zemanî


Bi nîþan û bi nan û xwîn rija

Me dest girt û qelen da û tu anî

Ser û pa zend û baz in tev bi hinne
Hemî sor in ji rengê erxewanî


Bi te em þa ne bûn ev bû du sed sal

Ji me dengê tivinga çûye banî


Bira û law û bav û ap û pismam

Li ser te hev di kuþtin pehlewanî

Ji Loran ta bi Zazan tev bi xencer

Dihatin hev li meydanê beranî


Bi talan û bi kuþtin, hem bi sotin

Me konê þer li ser sînga te danî

Emîr û begler û paþa û axa
Kirin wêran sera û birc û xanî


Li alîkî te deng û ceng û halan
Li alîkî sedayê xweþê sanî

Hemî bûne mirîd û þêx û sofî

Bihiþtî ne çikin nav û niþanî


Li axur radizin lê þêx diçî jor

Berî nîvro ji banî tê giranî


Ser û pa tev dikî gulav û ember

Dibê nûre kero ma tu çi zanî?!


Bi van xapan dixwarin xiwarinên xweþ
Wekî þêx û melayên vî zemanî


Du derdên me hebûn dijwar û xeddar

Xizanî yek, ewê di her nezanî


Weke þêr û pilingan em diçûn hev

Penîr rovî ji meydanê hilanî


Me ew rojên ciwanî tev bi derdan

Bi zîvarî, belengazî, þivanî


Herê bûkê pepûkê jar û mestê

Li ser sînga te zava man biyanî


Te reþ daye serê xwe ber li ser me

Li te rokê dibî pîroz kitanî


Cegerxwîne kurê te her dinal
Ji ber jana nezanî û xizanî...



Cegerxwin

1903 - 22 / 10 / 1984




Fermo, li vir mizeke !

Kurdistan Welatê Kurdaye ! Her Bijî Kurd û Kurdistan !

http://www.pdk-xoybun.com

http://www.xoybun.com/extra/slide/Unbenannt-2.swf


http://www.xoybun.com/gallery/albums/PDK-XOYBUN/Nexise_Kurdistana_Piroz_xv1.jpg


http://www.xoybun.com/gallery/albums/PDK-XOYBUN/Nexise_Kurdistana_Piroz_xv2.jpg


Kurdistan Welatê Kurdaye ! Her Bijî Kurd û Kurdistan !




Fermo, li vir mizeke !

Piroje ya Kurdistan a Mezin !