PARTIYA DEMOKRAT´A KURDISTAN - XOYBUN

PDK - XOYBUN



DÎWANA MIN DERDÊ MILLETE






DÎWANA MIN DERDÊ MILLETE


Tu arî, yan ji te ar dibarî

Tu derdê millet ê kurd ê xezanî


Nikarin dest bidin te, tev þewatî

Ne wek rengê meyê xoþ û ciwanî


Te pêkanîn sitemkar û sitembar
Li xwar her dem dibarî, tê ji banî


Belav bûyî li ser millet me dahev

Bi dijwarî di vir de min tu danî


Divê pesnê sitemkar û sitembar

Bidim ko wan ji bona min tu anî


Belê þayestê pesn û fort û þabaþ

Xwedî herdû ne, ê min bes þivanî


Bibûna mey we yaxud rûyê dilber

Li te her kes dinêrî mihribanî


Hezar destên began êrîþ dibir te

Li ser masê dibû her þev xuyanî


Bi te serxweþ dibûn maldar û xwînxwar

Bi dijmin re dinoþin her zemanî

Begê zana û milletperwerê min
Hero serxoþ e, qedrê te çi zanî


Ne tolaz û ne pûþtî, ko perên xwe

Li ber lingê te bavêjin pirranî


Tu zanî beg ne þaþ e, lê li paþ e

Bi dijmin re dilîzî pehlewanî

Dizanî ko dizero lê biderket

Nema fêde dikî jêre giranî


Divê çalak û çapik bighê dijmin

Þiyar bûne li her der xwedyê xanî


Bi rev bazdaye lê pertal bi destan

Li pey wî tim bi hawar û fîxanî


Bi dengê te li wan her kes þiyar bû

Te ew rengê diza zû xweþ deranî


Hezar sal e ko ev dêwê mirovxwer

Li ser çavên me danîbûn kitanî


Me tê re ew didîtin rengê insan

Belê îro te ew perde hilanî


Niha her kes bi wan zanî ko Dêwin

Ji dijmin girtine nav û nîþanî


Dikin nakin li wan nayê veþartin

Xelas nabin ji ber millet hesanî


Begê min! xem bi mey nayên revandin..

Li hawîr xem li we derbûne, kanî


Nikarin xweþ bikin dil ey gunehkar

Bi maçê lêvê sor û erxewanî



Bibî xwîna dilê kurdên belengaz

Li ser te pevdiçin axa beranî



Dirêjî te dibin destê sitemkar

Bi xwînxwarî dinoþin qehremanî.



Bi talan te dibin bedkar û xwînxwar

Nizanin ko çine zor û ziyanî



Bibî toz û qirêja destê cotkar

Te balêsin bi þaþ û axebanî



Te bistênin bi pars û qullebazî

Qe nanêrin li malxo û kebanî



Dizin, mal û hiþ û bir tev dizîne

Li ber çavên me bûne Macelanî *



Li ber ava ye, roja xwînxwar û diz

Li me derbûye rojek bê nihanî



Ji wan re goreke pir teng dikolin

Hejar û Bêkes û Hacî û Xanî.

________________________________

*Serdarê Deryavana ê gerrok Macelan




Cegerxwin

1903 - 22 / 10 / 1984




Fermo, li vir mizeke !

Kurdistan Welatê Kurdaye ! Her Bijî Kurd û Kurdistan !

http://www.pdk-xoybun.com

http://www.xoybun.com/extra/slide/Unbenannt-2.swf


http://www.xoybun.com/gallery/albums/PDK-XOYBUN/Nexise_Kurdistana_Piroz_xv1.jpg


http://www.xoybun.com/gallery/albums/PDK-XOYBUN/Nexise_Kurdistana_Piroz_xv2.jpg


Kurdistan Welatê Kurdaye ! Her Bijî Kurd û Kurdistan !




Fermo, li vir mizeke !

Piroje ya Kurdistan a Mezin !