PARTIYA DEMOKRAT´A KURDISTAN - XOYBUN

PDK - XOYBUN



Armanca emerîkiyan divêt Kurdistana mezin be ...


NEW YORK, 10. 07. 2003 — Ralph Peters, kevneesker û nivîskarê emerîkî, îro di rojnameya New York Postê de nivîsareka balkêþ nivîsandiye û dibêje divêt George W Bush jî wekî babê xwe xeletiyekê neke û karê xwe nîvçe nehêle. Li gor Ralph Petersî temamkirina karê li Iraqê bi parçekirina Iraqê mimkin dibe û ew jî dêvêt niho bête kirin yan ne siyaseta Emerîkayê þûna ko arîkariya dostên Emerîkayê bike dê arîkariya neyarên Emerîkayê bike.

Ralph Peters dibêje divêt Iraq di destpêkê de li ser esasê federalîzmê bibe sê parçe: Kurdistan li bakur, dewleta þîiyan li baþûr û dewleta erebên sinî li nêvê. Herwiha Ralph Peters diyar dike ko divêt Kerkûk, Mûsil û deverên xudanpertol yên li bakur hemî bi ser Kurdistanê ve bên berdan û petrola baþûr jî bikeve destê þîiyan de. Ji aliyekê dî ve li gor plana Ralph Petersî divêt tixûbên Kurdistanê û dewleta þîiyan li aliyê tixûbê Îranê bigihîn hev da kurd bikarin di wê derê re xwe bigihînin deryayê û petrola xwe bi wê rêyê bifiroþin.


( Wêne: Ralph Peters, kevneesker û nivîskarê emerîkî )


Ralph Peters tîne bîra desthilatdarên emerîkî ko divêt ew xwe ji þîiyan netirsînin û þîî bi xeletiyên xwe dê fêm bikin ko çênabe ew Îraneka nû ava bikin û dê ber bi demokrasiyê ve biçin. Ew dibêje divêt Emerîka ji Îranê re diyar bike ko Emerîka rênade wê ew tesîrê li þîiyan bike.

Ê, vêca problema Tirkiyeyê û tirkan dê çawa çareser bibe? Ralph Petersî bersiveka pir baþ bo wê jî heye. Ralph Peters dibêje ko ew bi xwe wekî þexs ji Tirkiyeyê hez dike û ew û jina xwe jî wekî turîst çûne Tirkiyeyê. Lê belê, Ralph Peters dibêje, dem û dewran hatin guhortin û heger kurdên baþûr qebûl bikin Emerîka dikare basên xwe yên eskerî li Kurdistanê ava bike û dest ji Tirkiyeya dijmina Emerîkayê berde.

Ralph Peters dibêje divêt Emerîka ji bîr neke ko piþtgiriya rizgariya kurdên bakur (Tirkiye), rojhilatê (Îran) û binxetê (Sûriye) bike ji ber ko kurdên wan parçeyan bi zora ewropiyan di nêv tixûbên wan welatan de mane. Ew dibêje divêt armanca sereke ya emerîkiyên ko di meseleya mafên mirovî û azadiyê de cidî ne ew be ko Kurdistaneka mezin ava bikin.

Di dawiya nivîsara xwe de Ralph Peters dibêje operasyonên eskerî bi serê xwe nikarin Rojhilata-nêvê biguhorin. Ew tixûbên ko ewropiyan danîne divêt têkbiçin û ew têkbirin jî ji Iraqê dest pê bike.

-----------------

Têbînî: Nivîsara Ralph Petersî bi ingilîzî di beþa ingilîzî - "Articles" - ya Kerkûk Kurdistan e de heye.








KK-Nûçe
www.kerkuk-kurdistan.com