PARTIYA DEMOKRAT´A KURDISTAN - XOYBUN

PDK - XOYBUN



Hemî Kurdistan bazareka yekgirtî ye


( Robert Pearson )


ENQERE, 20/7/2003 — Ambasadorê Dewletên Yekgirtî yên Emerîkayê yê li Enqereyê Robert Pearson çarþema bêt karê xwe li Tirkiyeyê xelas dike û vedigere Emerîkayê. Berî xatirxwestina xwe Robert Pearsonî digel rojnameya tirkî Hurriyetê hevpeyvînek kir û tê de behsa problemên di nêvbera Tirkiyeyê û Emerîkayê de kir. Robert Pearson dibêje ew ditirse ko Tirkiye û Emerîka nekarin di siyaseta xwe ya di heqê Kurdistanê de li hev bikin û heger wisa bibe hingê di paþerojê de dê pirtir problem di nêvbera herdu welatan de derkevin.

Ambasadorî emerîkî Robert Pearson balê dikiþîne ser yekparçebûna bazara hemî parçeyên Kurdistanê û dibêje:

— Divêt di heqê bakurê Iraqê de perspektîveka me ya zelal û hevbeþ hebe. Heger em li baþûr û rojhilatê Anatolyayê û bakurê Iraqê temaþa bikin em dê bibînin ko ew hemî herêmeka yekgirtî ya aborî ye. Hemî rêyên hatinûçûnê, xetên ragihandinê û sewqiyata petrolê di vê derê re derbas dibin. Heger tu li mesrefa transportê tenê jî binêrî tu dê bibînî ko ev rê ji rêyên dî balkêþtir e.

— Rastiya meseleyê ew e ko divêt em helwêsteka yekgirtî peyda bikin. Bi helwêsteka yekgirtî em dikarin li bakurê Iraqê sermayeyê Tirkiyeyê, ticareta petrolê û ticareta herêmî zêde bikin û bi vî awayî jî ne tenê li wê herêmê, di heman demê de li Baþûrê rojhilatê û Rojhilatê Anatolyayê [yanî bakurê Kurdistanê] refahê çêkin. Bakurê Iraqê devera herî stabîl ya Iraqê ye. Vêca heger mirov cihekê saxlem ji bo danîna lingê xwe peyda bike û dema deverên dî yên wî welatî jî stabîl bûn hingê Tirkiye û þirketên Tirkiyeyê jî dê bikevin pozîsyoneka baþtir de. Tirsa min di vê niqteyê de ye: Heger em wekî Emerîka û Tirkiye di heqê emniyeta bakurê Iraqê de bibin xudanên dîtinên cida hingê rewþeka wisa dê zererê bide ticareta di nêvbera herdu welatan û herdu herêman de. Lê belê heger em bo demekê dirêj helwêsteka wekhev biafirînin hingê emniyeta aborî dê bibe emniyeteka saxlem bo hemî kesî. Di vê niqteyê de tirsa min heye. Lê belê li gor baweriya min divêt bakurê Iraqê nebe xeta nakokiyan di nêvbera Tirkiyeyê û Emerîkayê de.

Ambasadorê emerîkî Robert Pearson pê li birîna dewleta tirk dike. Jixwe tirsa herî mezin ya Tirkiyeyê ew e ko baþûrê Kurdistanê û bakurê Kurdistanê ji aliyê aborî ve li hev bên girêdan û ew girêdana aborî paþê bibe girêdaneka siyasî. Kurd Kurdistanê hertim wekî bazareka yekgirtî dibînin û di nêv tixûbên bazara Kurdistana yekgirtî de bajarên kurdan Mêrsîn, Edene û Îskenderûn jî hene.

Tixûbên herêma bazara yekgirtî ko Robert Pearson behsê dike digihî heta Deryaya Spî û Edene, Mêrsîn û Îskenderûn jî dikevin ber wî tixûbî. Heger tu rastiyê bibêjî têkiliyeka zêde ya bazara Entab, Mêrsîn û Edeneyê bi Stenbol û Enqere û Îzmîrê re nîne.

Robert Pearson di hevpeyvîna xwe de behsa hebûna gerîlayên PKK-Kadekê li baþûrê Kurdistanê dike û dibêje ew ne kurdên Iraqê ne û lewra divêt ew vegerin bo Tirkiyeyê. Robert Pearson dibêje piþtî derxistina qanûna vegerandina gerîlayên PKK-Kadekê heger ew bi dilê xwe venegerin dê Emerîka bi hevkariya Tirkiyeyê bi zorê wan ji baþûrê Kurdistanê derxe.

Xetera herî mezin li ser bazara yekgirtî ya Kurdistanê dewleta Tirk û gerîlayên PKK-Kadekê ne. Wisa diyar e ko Emerîka û kurd bi zorê jî be dê vê xetera li ser bazara yekgirtî ya Kurdistanê rakin.





KK-Nûçe
www.kerkuk-kurdistan.com