PARTIYA DEMOKRAT´A KURDISTAN - XOYBUN

PDK - XOYBUN



ohn Sawers: Hêza taybet ya tirkan li Silêmaniyê tirimbêleka bombeyan amade kiribû


  • » Wene ( Foto ) : John Sawers


    STENBOL, 3/8/2003 — Nivîskarê rojnameya tirkî Akþamê Semih Idiz di nivîsara xwe ya îro (2003-08-03) de egerên çûyina Enqereyê ya berpirsyarê taybetî yê hikûmeta Brîtanyayê yê Iraqê John Sawersî aþkere dike. Idiz dibêje Sawersî gelekî vekirî gotiye tirkan ew mecbûr in gelek zû 15 000 hezar eskerên xwe yên li baþûrê Kurdistanê ji wê derê derxînin.

    Semih Idiz dibêje wî agahî ji çavkaniyên bi problemê ve eleqedar girtine. Ew dibêje Sawersî gotiye hebûna 15 000 eskerê tirk li baþûrê Kurdistanê ne bê qanûnî ye û ev hevpeymanan dixe gomanê. Sawersî gotiye bûyerên li Silêmaniyê jî îsbata gomanên wan dike.

    Li gor Idizî Sawersî behsa gelek tiþtan kiriye û gotiye wan ne carekê lê gelek caran konvoyên çek kiþandinê girtine. Wî gotiye ev tiþt ne pirtika tiþtên veþartî yên wan aþkere nekirine.

    Sawers egera operasyona Silêmaniyê û çuwalxistina serê hêza taybet ya tirk îzah dike û dibêje tirkan ne tenê plana kuþtina waliyê Silêmaniyê lê wan kuþtina rêzek berpirsyarên herêmê plan dikirin wextê ew hatin girtin. Sawers tiþteka heta niho ne hatî sehkirin jî aþkere dike û dibêje: »Heta ji bo bikaranînê tirimbêleka bimbeyan jî amade kiribûn. Ji ber vê çendê emerîkî mecbûr man gelek zû midaxele bikin« [Sîtat ya Semîh Idizî ye].

    [Piþtî rejîma Sedam Hisênî ruxa tirkan xwestin tirkmen û dijberên hevpeymanan bi çek bikin. Gelek çek û sileh birin baþûrê Kurdistanê. Hêza hevpeyman konvoyeka tirkan di niqteyeka kontrolê ya ji pêþiya ketina nava bajarê Kerkûkê de girt. Gelek zabit û kesên taybetî perwerdekirî bi çek ve hatin girtin û paþê jî emerîkiyan ew li Xabûrî teslîm tirkan kirin. Lê Sawers dibêje ne carekê tenê gelek caran tirkan xwestine çek bibin Kerkûkê yan jî cihên dî û ew hatine girtin.]







    KK-Nûçe
    www.kerkuk-kurdistan.com