PARTIYA DEMOKRAT´A KURDISTAN - XOYBUN

PDK - XOYBUN



Dilopek ji derya xani


dilopek ji derya xani
li kocka ehmede xane
cira gotin eze pexim
li dîwarê Mem û Zînê hilawêsim,

sevê ez pê bikim rehnî.

Sepolên reng û awazan,

li ser dêma ciwanî tev,

nizanim ka çi awayî bihîvêzim!?

Ji reng û rûçikê îro,

dilê min ku, dirêjê xwîn,

birîndarim.

Nesim bêjim

li vê derya pesindarî,

ne soba û ne hisyarim.

Çikû zanim ku robarek neqisbazî,

ji bejna Ehmedê Xanî

li bejna min ,

ne ew borê ku ez lêdim.

Nesim bêjim

ji goranî , li vê bestê

ne serbestim.

Çilo karim

li fincana xwe ez deynim,

bi hêsanî bidim hevdû,

bi hejmêrim

hemî peskên di baranê!?

Çilo karim

dilê derya

bi mista xwe biçirkênim!?

Erê Xanî !

Biçûkim ez,

li awêna te ez dêmê xwe nabînim.

Li rû heyvan,

çiraya ber gelawêjan

çilo pêxim,

çirîsoke li destê min!?

Bi mûmek dê çi rehnîkim

rûyê rojan!?

Li Botan û li ser Cûdî,

te rehnî da bilindahî rûyê tarî.

Erê Xanî !

Te xanî bo me avakir,

bi kurmancî ,

te dîwarê ziman lêkir.

Li hevrîÞmê zimanzanî,

gelêrî bo me nîsankir.

Zevî hiska biharek nû te kêlabû.

Li dîrokê berî her kes,

gula pêsî li vîna gel,







(Berevkir : Natalîa )