PARTIYA DEMOKRAT´A KURDISTAN - XOYBUN

PDK - XOYBUN



HALABÇE JIBÎR NABE


16.03.2001 / Reþîd Battê


Dîroka gelê kurd tev bi serîhildan, þer û teqereq boriye. Qirkirina herî mezin û yek ji yên ku dîrokê qala wê nekiriye ew e ku bi hatina îslamê ku kurd bi þûr û bi zordestiyê ji ola Zerdeþtî çune ser ola îslamê û bi sedhezaran Zerdeþtî ji Kurdistan hatine derxistin û kuþtin.Ji ber zora îslamê kurd wê demê heta bi Hindistanê çune.

Di demên ku Osmanî û Îranî li herêmê xurtin, tevlî hatin û çuyînên tirk û mogolan jî gelê kurd gelek cara ji aliyê van xwînxwaran ve ketiye binê zilm û zordestiyê.Gelê kurd di tu deman de aþîtî û serxwebûn nedîtiye.

Di dema modern de di vê sedsala borî de jî ev zordestî her berdewame. Li rohilat dewletek super ya bi navê ”Sowyet” heye, li roava ”Ewropa” û ”Emrîka” siloganên bi navê demokrasî û wekhevî belav dikin,qala serxwebûna milletan dikin. Sal 1988 e, 16 ê adarê ye.

Lê çi mixamin li ber çavên wan komunist û demokratan, li Kurdistan, li bajarekî Kurdistan,li ”HALABÇE” bombeyên jahrê ji aliyê rejîma xwînxwara saddam ve tên barandin.Bi hezaran zarok û dayîkên wan yên bê guneh tên kuþtin.

5000 hezar kurd tên kuþtin.Dewleta îranê vê yekê ji bo xwe dike reklam li dijî saddamê xwînxwar û bi alîkariya reklama îranê Cîhan bi vê qetlîamê dihise.Dewletên mezin yên herêmê ji bo berjewendiyên xwe yên ne mirovane bêdeng dimînin û saddamê xwe tawanbar ji nakin.Lê gelê kurd qêrîna xwe hawara xwe dighênê cîhanê, zordestî êdî nema tê veþartin.

Îro 12 sal di ser vê qetlîamê re derbas bûne, bi hezaran zarokên kurd îro bi nexweþiyên kansêrê ne û jana gelê kurd her berdewame, sexwebûn dûre..

Gelê kurd beriya pîroz kirina cezna Newrozê bi çend rojan di 16 adarê de û hertim wê ”qetlîama Halabçe” bibîr werênê. Halabçe buye roja xemgîniyê li seranserê Kurdistanê. Halabçe nayê jibîrkirin.

Bila gelê kurd bi silogana ”bîranîna Halabçe” têkoþîna ji bo bidestxistina mafê xwe yê serxwebûnê bilindtir bike.

Her bijî kurd û Kurdistan.