PARTIYA DEMOKRAT´A KURDISTAN - XOYBUN

PDK - XOYBUN



EY DIL





EY DIL

Ey dil, eger bi neqdê can, cinsê giran bihayê zulf
Bigrî, bizan dê ku mecan! Cewherê can fedayê zulf

Xunçeyê tengî hewsele, dil ji rikan bi girt debî
Subhîgehan ku seh di ket lexlexe yê hewayê zulf

MeÞqê diket wek kutuban Rûyê Nigar û Husnê xet
Bende hezar û tiflê dil, hatine ber Melayê zulf

AÞiqê bê ceger meger sebrê ji can û dil di ket
Manîyê gencê meqsede, heybetê ejdehayê zulf

Herserê mû bi sazekî, cilwe diket bi nazekî
AÞiqê îÞqîbazekî, bendî diket belayê zulf

Rom û fireng û hîndîyan, xal û nîsan û xemrîyan
Xencer û Þîr û misrîyan, ceng e li ber liwayê zulf

Tac û tomar û bin perran, le´l û guhar û gewheran
SerxoÞ û dîn û ebteran, reqse digel semayê zulf

Law û rewal û rêspîyan, mîr û wezîr û cundîyan
SerxoÞ û mest û bengîyan, derde ji macerayê zulf

Þêx û mirîd û salikan, Þah û feqîr û malikan
Cust û çeleng û çapikan dilket û bende payê zulf

Ef’a û mar û ejder e, misk û zebad û enber e
Nefxe yê rûhî perwer e, raîheyê hewayê zulf

Bê meyy û bê dewayekî, bê deff û çenk û nayekî
Dîn diketin Melaye kî, cezbe ê dil rubayê zulf

Mîr û mela û mahîran, çendî belîx û Þaîran
„Xanî „ û hindî haziran, dade! ji ber belayê zulf
( derde, ji destê tayê zulf )



Ehmedê Xanî
Berhevkirin : Abdurrahman Durre



Fermo, li vir mizeke !

Kurdistan Welatê Kurdaye ! Her Bijî Kurd û Kurdistan !

http://www.pdk-xoybun.com

http://www.xoybun.com/extra/slide/Unbenannt-2.swf


http://www.xoybun.com/gallery/albums/PDK-XOYBUN/Nexise_Kurdistana_Piroz_xv1.jpg


http://www.xoybun.com/gallery/albums/PDK-XOYBUN/Nexise_Kurdistana_Piroz_xv2.jpg


Kurdistan Welatê Kurdaye ! Her Bijî Kurd û Kurdistan !