PARTIYA DEMOKRAT´A KURDISTAN - XOYBUN

PDK - XOYBUN



GOTINÊN PEÞIYAN DI GRAMATÎKA KURDÎ DE



Em li jêr hinek ji wan gotinên pêþiyan, ku di kitêba Mîr Celadet Bedirxan "Gramatîka Kurdî Ð Kürtçe Grameri" de hatine nivîsandin pêþkeþî xwendevanan dikin.



Adetên bav û bapîran, kerik xweþtir in ji hejîran

Agir xweþ e, lê xwelî jî jê çêdibe

Ava hêdî hêdî, me ecêb jê dî

Axa, bi deh gundên xwe ve, bawer dike Keyxosrowe

______

Bav harsim dixwe, diranên kur disekihin

Bê þêx û pîr meçe dîwana mîr ku tu nekevî halê feqîr

Berxê nêr li ber du maka ye

Bi lavlavê mirov ji ber jina xwe nake der

Bira dilî bi dilî bî, tûrê parsê li milî bî

Bira rê be, bira dûr be; bira buhûr be; bira kûr be; bira keç be; bira pîr

be; bira avis be, bira bi derengî be

Buharê pez, havînê rez, zivistanê ez

_______


Cêr di riya avê de diþkê

________

Çira nîne ko heta sibehê pêkeve

_______


Daran di ser xwe re mebire

Dera jina xera ne kiriye hîna ava ye

Derew dujminê Xwedê ye

Derew sêwî ye

Destê bi tenê, deng jê nayê

Dilê tirsok sînga gewr nabîne

Dinê li dinê, çavê gur li bizinê

Dinya bi dor e, ne bi zor e

Dinya gulek e, bihn bike û wê bide hevalê xwe

Diyarî qesp in, þûndiyarî hesp in

Du parên xizaniyê nezanî ye

_________


Ew reya te berê xwe dayê, ez hatime

Ez hêdî diçim, bela digehe min; ko zû diçim, ez digehim belayê

Ez kelê rojekê bim û ne mangê hezar salî bim

___________


Ferxekî þêra, þêr e

__________


Gavan ber bi mal e, jina gavan þixulkar e

Go ziyaretê: <>. Go: <

gelek caran mala te xerab kiriye, lê tu bixwe nizanî>>.

Gotina xweþ buhara dilan e

Gotine rovî: <>. Rovî girî û got: < ne bawer im>>

Gundê bê rez, konê bê pez, mirovê dibêje ez û ez, hemî ne tutiþt e

________


Heçî li hespê hevalan siwar e, herî peyar e

Helaw ji þîrêzê çênabe

Her þêrek bi lepê xwe ye

Her tiþt bi ziravî diþkê, mirov bi stûrî

Herçi jar e, li havînê jî sar e

Hêþtir radibin hev, hêstir û ker bin lingên wan diçin

Heta li mirinê, çav li kirinê

Heta tu cehenemê nabînî cenet bi te xweþ nabî

Heya serî sax dimîne, çav ecêban dibîne

Heyar dost kêm in, dijminek pir e

Heyfa ciwaniyê, pîrî li pey e; heyfa heyveronê, þevereþ li pey e.

_______


Ji hirçekî du eyar dernayê

Ji mêra nav dimîne, ji ga çerm

Ji xezalê bezatir nîne, ji rizqê xwe zêde naxwe

Jin qeleh e, mêr girtî ye

__________


Kar þêr e, wextê dest lê dikî, dibe rovî

Keça mîran bi qelenê gavana nayê

Ko agir li çiya ket, ter û hiþk tev de diþewitin

Ko ker ket heriyê, xwedî wê rahêje teriyê

Kor çilo li Xwedê dinêre, Xwedê jî werge lê dinêre

Ko kela þorbê çû, behayê hesko perêk e

________


Li ser kebaba ve çû, li ser dexdexana keran ve bû

Li þera xal û xwarzî; li xwarina, mam û brazî

________


Ma ne xwîn e? Ha ji dest, ha ji zend

Mala zarok tê de, þeytan naçe tê de

Malê dinê qloçê mêran e

Mêr çem e, jin gol e

Mêvanê yekî, mêvanî gundêkî

Min xelk hîn kir govendê, êdî kesî destê min ne girt

Mirov here masiya, qûna wî þil dibe

Mirov kuþtiyê þêra bit, ne girtiyê roviya

Mû bi mû, rihek cêdibe

_________


Nan û pîvaz û nexweþî çavreþî ye

Ne dixwim savarê ne diçim hawarê

Ne gayê min li garanê ye, ne galgala nanê gavên dikim

Nû hatin, kevin xelat in

_________


Pêlên mayî ji ên buhurtî bêtir in

Pezê nêr ji bo kêrê ye

_________


Rê reya mirinê be jî, tu her li pêþ be

Roja xweþ ji sibehê de xweþ e

Rovîkî berdayî ji þêrekî girêdayî çêtir e

Royê kiçik lê herikî ji avê mezin lê sekinî çêtir e

_________


Serîkî birî nayê kirîn

þêr þêr e, çi mê ye çi nêr e

þûþa dilan, wekê diþkê, cebar nabe Te daye avê, ha li çongê ha li navê

_________


Xwedê yar be, bela þûr dar be

Xwîn bi xwînê nayê þuþtin, xwîn bi avê tête þuþtin

________


Yê ku bi jina xwe nikare ne tu mêr e

Yê ku ji jina xwe natirse ne tu mêr e

Yek heye, bi sedî; sed heye, ne bi yekî

_________


Zêr di zikaka de winda nabe

Zêr zane, zor zane

Zikê bixwe savarê divê here hawarê


* Li hinek heremên Kurdistanê tên gotin:
"Zêr zane, zor zane, devê tivinga mor zane."