PARTIYA DEMOKRAT´A KURDISTAN - XOYBUN

PDK - XOYBUN



DILÊ ÞEYDA





DILÊ ÞEYDA

Disan dilê Þeyda ji nû, da îxtîyar perwazî kir
Seydek dîye ber daye dû, meyl û fira Þehbazî kir

Meyla wî mehza hîkmet e, Þeyda wî enqa Þîret e
Teyrê wî bala hîmmet e, lewra teleb efrazî kir

Enqa bi dest kes nakevit, damek divê ew dakevit
Nabit ku xafil rakevit, yê qesdê seyda bazî kir

Þeyyadiya min bû ebes, daîm li min teng bû qefes
Rahet benûm ez yek nefes, min lew bi efxan sazî kir

Saz û semaya suhbetê, govend û çerxa de’wetê
Fikrîme Þekl û qametê, bîr têne mi-b awazî kir

Þeklê mecazî çendek e, Þeyda heqîqî werdek e
Teyxûnê qeyda lê veke behrê, me ber endazî kir

Zincîr dibe teyxûn bitin, cendek li pêsber xûn bitin
Þunqar ne dê mecnûn bitin, uskûf ji çavan bazî kir

Þunqarê çav teyxûnê dil, berdane dû çavên bi kil
Xanî! Ewan gêra xecil, lewra mecaz axazî kir


Ehmedê Xanî
Berhevkirin : Abdurrahman Durre



Fermo, li vir mizeke !

Kurdistan Welatê Kurdaye ! Her Bijî Kurd û Kurdistan !

http://www.pdk-xoybun.com

http://www.xoybun.com/extra/slide/Unbenannt-2.swf


http://www.xoybun.com/gallery/albums/PDK-XOYBUN/Nexise_Kurdistana_Piroz_xv1.jpg


http://www.xoybun.com/gallery/albums/PDK-XOYBUN/Nexise_Kurdistana_Piroz_xv2.jpg


Kurdistan Welatê Kurdaye ! Her Bijî Kurd û Kurdistan !




Fermo, li vir mizeke !

Piroje ya Kurdistan a Mezin !