PARTIYA DEMOKRAT´A KURDISTAN - XOYBUN

PDK - XOYBUN



Ji þehîdên Helepçê ra




Ji þehîdên Helepçê ra


1
Hewara Xwedê, ev çi adar e,
Ev çi bahar e, agir dibare.
Disewitin gund, obe û bajar
Bahar jî sûclû dike zare zar.
Difikirin ciya, mizgeft û ziyaret
Xezeva reþ e, qan e, qiyamet.
Xûn bûye çem dikiþe, eþîr direvin,
Kulê bikevî tu mala dijmin.
Çawa dîsa bi elkê û qetlê,
Avêtiye li ser Kurdistana dê
Keser in, ne'lin, zarîn e, zûkîn,
Dengê ne'letê dighîne ezmîn.
Me go: Baharê xêr-þayê bîne,
Mizgîniyê bîne, edlayê bîne...
Hewara Xwedê ev çi bahar e,
þipûka reþ e, agir dibare.
2
Dayka min, dayê, inka min a can,
Sond û dueya min, keserê giran.
Ev çi þipûk bû, çi qan,
Ev çi birîn bû, bê dû, bê derman?
Ew kê bûn axir, bêxuda, bêsaw,
Ku hiþtibûn wan rema dil, îsaf?
Teva û kebê kî warî bûn ew,
Bi qirafetê evdayî derew
Vê adara xweþ vê siba sayî
Te ra anîn ev qetla bêxayî.
Ev warê teyî rengînî cinet
Kirne cehneme, nifir û ne'let.
Ewrê mirinê giran kirin kîn,
Jê sawê digrin heta ruhistîn.
Dayka min, dayê sonda min, due'a,
Ev çi xezeve bêcap û bêwa.

3
Dayka min, dayê, çira wa jar î?
Mala xwe danî, lê bê sitar î
Gurtiyê da çira wa bê hunurî
Çira mîna wan tu jî ne gur î?
Barê te çira usa giran e
Ev çi bêîsaf fisildûman e
Dijminê te yê qaneqane gur
Çaralî nemerd, delk, kîn û xûnxur.
Hev ra bûne yek, dor te bûne yek
Destê wan de elk, destê wan de çek,
Destê wan da dîn, hebandin, meçît
Giþk pêþberî te û dora te çît.
Divne martekêl, bibne merivxwur,
Hil didin çekê berke dineqir
Tek te bihêlin wa dîl û wa gûl
Stûxwar, bindest, hêsîr û melûl...
Dayka min çira wa bêhunur î
Mîna wan çira tu jî ne gur î?

4
Evdino, nemerdino, te þerm nekir, na,
Ne sawa reþ bû ew Hîroþîma,
Hîroþîmake þewitiya din
We çira çêkir ser wetenê min?
Helebçe îro bûye kula xedar
Ser sîngê dayka min ê birîndar
Zulma ser zulmê; qana ser qanê
Kê vekir devê vê cebirxanê?
Û da merivxwur çeka mirinê
Elka sawê ye, îro ye dinê
Wî jî nemerdtî, kîn bi firin da
Anî avêt ser warê me Kurd
Em kirin nava van kul û derda,
Evdino, nemerdino, we þerm nekir, na,
Ne kula reþ bû ew Hîroþîma
Hîroþîmake þewitiya din
We çira çêkir ser wetenê min?

5
Cinyaz in, cinyaz bela bêhesav,
Çi dîdemeke reþ e bêîsaf,
Dê ne, zaro ne, bav in û bira,
Kê cenim anî û raxist vira?
Duh her yek çira malekê bû, þa,
Îro vêsiyane stêrkên erþa...
Duh hub bûn, hewas, emir bûn, hesîn,
Îro zulma reþ hîkîne, zûkîn
Duh vir gul didan miraz û merem
Vê sibê kela kul zevt kirne em
Kaniyên çiya baniyan hêsirên me ne
Hêsir jî nayên, kanî çikiyane
Em ziha bûne ber vê zulma kîn
Zulmê bend kiriye hisret û hesin
Zinar jî digrîn, hêsirê wan tê
Em kevira jî qesptirin, Xwedê!

6
Çira we anî ev þipûk, qana
Hindik bû qetla we ye zemana.
Hindik bû nîrê qûltiyêyî ne'let,
Hindik bû me ra ev roj û ev bext
Kurê kê kuþtiyê vî zarê çavþîn?
Wekî hûn bûne ruhistîn
Mala kê dane ber mîrata reþ
Van qîzên lêvsor, van xortên keleþ?
Seva van rîspiyê kal, pîr, extiyar
Çira hûn bûne ne'let û neyar?...
Çira we kuþtin ev daykên hemle?
Birûska ezmîn qapiyê we keve
Çira malê þên we mîrat kirin?
Ev warê cinet we kire cehnem.
Hûn bûne edû, bûne elk û ziya
Çira herimand we navê meriya?

7
Binihêre ev tifal maye bêxayî
Kes tune çelkê dê û bavê wî
Dê xwe avêtiye ser bêsîka kur
Xilas nebûne herdu jî ji agir
Baxvançî kerba bax, hemêz kiriye
Paþla bêx da jî ruh daye, miriye
Xunê da sor bûye xêliya agirî
Bûye kefen seva bûk-zavê mirî.
Ya Rebî, seva vî xelqê am-tam
Kê afrandiye ev qetla nemam?
Hergê rehîmî kerîmî, Xudan
Vejene, qulke tu cegera wan
Xûnê jî têxe vê kasa sebrê
Nava xûna van þehîdên qebrê
Biþîne wan ra bira vexwin, har,
Têr bin ji xwîna cegera helal.

8
Þivano, were, dîlokê bêje,
Çavên min û xwe ser van birêje,
Em ê xerîrb in, dinya me qertel e
Dilê me kul e, bextê me te'l e,
Dijminî gur e, destê me kin e
Heqî jî ker bûye, ax îsaf tune
Ey sîsan, rabe gazî zerya ke
Gazî leyla ke, gazî seyra ke
Bigrî û bêje bîroka beyta
Guliyên wan jêke deyne ser meyte.
Rabin eþîrên Kurdan yên dilzar
þ îna xwe bikin mînanîn hercar,
Verêkin wan bi kotel, beyraq,
Verêkin wan û bibin tifaq
Bivin dilekî ku xelk we nas ke
Tifaq tek kar e wetên xilas ke
Werin em temam sond bixwîn ber wan
Bivne pêþmergên azeyên wetên

9
Rabim hewarê vêsbê kê daxim
Vî sifetê qetil pêþiya kê raxim?
Gaznê xwe herim ax, kê bikim
Gunhê xwe çawa ustiyê dinê kim?
Ber kîjan cinî çok dim, duakim,
Belkî îsaf ji xewê rakim
Hildim fitara vê remezanê
Hildim niviþtê, hildim Qur'anê
Herim ber kîjan mecît, ziyaretê
Bikim çi duayê, çi ebabetê
Herim bighîjim mala keremê
Heta eteka Rebê A'lemê.
Belkî dengê min dinê dibihê
Belkî xêrxwazekî hewara me tê!
Belkî bibînin vê qan, xezevê
Zulma wan de'ba û reþê seþê.

10
Rabim hewarê bager ba daxim,
Ewr û dûmanê serê çiya daxim
Mêsê zor daxim, teva, teyra da,
Bira ew bên nav vê zulma evda
Zulma cînarê me yê quranê
Quran jî der me bûye sûra qane
Paþla me da ne û me ra memerd
Nahêle dengê me bibihên evd.
Her tiþt derêw e, boþ e û betal
Na, tu kes nabe jaran ra heval
Me gelek dîtiye, emir usan e
Pêxember jî tim aliyê zoran e
Rabim hewarê bager-badaxim,
Ewr û dûmanê serê çiya daxim
Mêsê zor daxim, teva-teyran da
Ewê tek fem kin derdê me Kurdan.

11
Hûnê seva vê qetil-qana xwe,
Cawê bidin û rezîlbin, ese!
Lê ne Mekayê, ne Medînayê,
Ne ber meçîtê vê Kerbelayê.
Me guman gelek dabû ser wan
Bi wan em xapiyan dewr û zemanan
Hûn gere cawê bidin ber dinê
Ber vê xezeva xwe ya mirinê
Ber van mexberê zarokê bêwa
Ku temîz bûn ça ev sond, ev dueya.
Ber wan kal-pîrê feqîrê-extiyar,
Ku bûne xurê qetla we ya har
Ber bajarê þên, ku bûye mexber
Navê we jî reþ nivîsîne ser
Ber kul û derdê Kurdistana min
Jê ra hûn timê e'dûnê, dijmin
Hûnê seva vê qetil-qana xwe
Cawê bidin û cezabin ese!

12
Porê te vê sibê hevketiye, dayê
Dewran xayîn e, me ra rê nayê
Bûyî kûrmeke gur'e-bêalav
Te da agirê heyfê bûye sêlav
Bîne em destê te paçkin, dayê
Çavên te sil in, deng te dernayê
Me ra îdî tu cî û rê tune.
Yanê azadî ye, yanê mirin e
Na, bes e îdî, sebir ne maye
K'ela xîretê dinya hildaye
Na, bes e îdî ev qeyd, ev zincîr
Ev zulmê dewra, ev kesera tîr
Zef em xapaniyane, bese îdî, na,
Kela me behre agirê me çiya
Porê te vê sibê hev ketiye, dayê
Tu tiþt ber çavê lawê te nayê!

13
Rabin eþîrên kurdan ên giran,
Sond bixwin em bi xîreta wetan
Sond bixwin serê mêrxas-efatan
Sond bixwin navê eyd-erefatan
Sond bixwin ber vê bahara rengîn
Ku me ra ne bû hesîn û mizgîn
Sond bixwin ber van bêþîkên zaran,
Ku bûne tabût destê neyaran
Ber meytên rîspiyan sond bixwin em kel
Ber cinyazên hê me nekirine çel
Ber mihacirên bêmale, bêcih,
Ber vî hêsirê taziyê birçî.
Sond bixwin ber vê birîna xedar
Em sûrê heqiyê danaynin tu car
Heta azayê diya xwe ra tînin
Dijmin ji mala radiqetînin


Eskerê Boyîk