PARTIYA DEMOKRAT´A KURDISTAN - XOYBUN

PDK - XOYBUN



EV DINYA PIR XWEÞ E




EV DINYA PIR XWEÞ E

Pir xweþe pir xweþe

Ev dinya pir xweþe

Yar paldaye ser min

Rû wek gula geþe


Dev likenin sorgul

Ser dihejin sunbil

Xurxur ji avê tê

Hilm û sirra bê tê


Pir xweþe pir xweþe

Ev dinya pir xweþe

Yar paldaye ser min

Rû wek gula geþe


Destê yar bi destim

Ez serxweþ û mestim

Kûpik dev û lêvin

Mêze herdû sêvin


Pala xwe da ser min

Bê fehêt û þermin

Gelek xweþe ev jîn

Em bûne wek Mem û Zîn


Pir xweþe pir xweþe

Ev dinya pir xweþe

Yar paldaye ser min

Rû wek gula geþe


Em zava û bûkin

Pêwan li me çûkin

Pal dane ser þînî

Kesek me nabîni


Hawir me zennar in

Perde pel û darin

Guldestê evûnê

Daxwaza vê jînê


Pir xweþe pir xweþe

Ev dinya pir xweþe

Yar paldaye ser min

Rû wek gula geþe



(…)


Cegerxwîn, Dîwana 4a, Ronak




Fermo, li vir mizeke !

Kurdistan Welatê Kurdaye ! Her Bijî Kurd û Kurdistan !

http://www.pdk-xoybun.com

http://www.xoybun.com/extra/slide/Unbenannt-2.swf


http://www.xoybun.com/gallery/albums/PDK-XOYBUN/Nexise_Kurdistana_Piroz_xv1.jpg


http://www.xoybun.com/gallery/albums/PDK-XOYBUN/Nexise_Kurdistana_Piroz_xv2.jpg


Kurdistan Welatê Kurdaye ! Her Bijî Kurd û Kurdistan !




Fermo, li vir mizeke !

Piroje ya Kurdistan a Mezin !