PARTIYA DEMOKRAT´A KURDISTAN - XOYBUN

PDK - XOYBUN



Îbrahîm Gûçlû : NEWROZ : Cejna neteweyî- Sembola azadiyê û serxwebûnê…


Ev nivîs ji ber sedemên teknîkî dereng hat weþandin.



NEWROZ : Cejna neteweyî- Sembola azadiyê û serxwebûnê…


Kurdistanîyên hêja !

Sibê Newroz e. Rojek û demsaleke nû ji bo kurdan û mirovatiyê dest pê dike. Newroz, cejna kurdan ya neteweyî ye. Sembola azadî, serxwebûnê, xweþî, vejînê, têkoþîn û efirandinê ye. Ji bona dewlet û hêzên dagîrker û kolonyalîst û nîjadperest, roja tirs û hejandina sîstem û pergala wan e.

Rojên beriya Newrozê, keç û bûkên, kal û pîrên, jin û mêrên, zarok û ciwanên, karker û gundiyên, rewþenbîr û hunermendên Kurdistanê ji bona ku li Baþurê- Rojhialatê-Rojavayê Baþurê-Bakurê Kurdistanê Newrozê pîroz bikin, bi heyecaneke mezin, bi hestekî paqij û bi azadî xwe amade dikin. Ji bona stranan bibêjin, govendê bigrin, gotarên naverok dagirtî pêþkêþ bikin; kirinên dewletên kolonyalîst mehkûm bikin; li çiya û deþtan, li gund û bajaran ji bona ku dengên xwe yên azadiyê û serxwebûnê bilind bikin, xew nakin û hemû karên xwe îptal dikin.

Newroz û rewþa Kurdistanê…
Di sedsala 21-an de jî, beþbûna Kurdistanê û statuya ji kolonîbûnê xerabtir li Kurdistanê dom dike. Kurdistan wek koloniyekê jî, xwediyê statuyeke hiqûqî nîne û bêstatû ye. Li dinyayê neteweyên ji neteweya kurd wek serhejmar û erd qelstir in, xwediyê dewlet in. Lê kurd li Rojhilata Navîn wek neteweyeke bi serhejmar duyem, ji dewletbûnê merhûm e. Ji derveyî Baþurê Kurdistanê, neteweya kurd ji hemû mafên xwe yên neteweyî yên bingeh bêpar e.

Li Baþurê Kurdistanê, ew statuya de factoyî ya ku piþtî Þerê Korfezê (Kendavê) Yekem pêk hatîbû, di sala 2003-an de piþtî ku Dewletên Yekbûyî yên Emerîkayê û hevalbendên wê di çarçewa Projeya Mezin ya Rojhilata Navîn de midaxeleyî Iraqê kir û encama midaxeleyê rejîma saddamî û baasî hat rûxandin, ket pêvajoyeke nû. Li Iraqê di sala 2005-an de makezagonek (destûrek) amade bû û di makezagonê de federalbûna Iraqê û federebûna Kurdistanê, encama referandûmê hat pejirand. Di makezagonê de Kurdistan, wek “Herêma Federe ya Kurdistanê” hat qebûl kirin.

Baþurê Kurdistanê, nûha xwediyê Meclîs, Hikumet, serok dewlet, hemû dezgehên din yên dewletê ye. Kurd, li Baþurê Kurdistanê xwediyê hemû mafên bingehî yên neteweyî ne û li Kurdistanê serwer û desthilatdar in. Hezar mixabin sîstema federal li Iraqê gorî pîvan û zagonên federalî nameþe. Desthilatdariya merkezî ya beþa ereb, hîn ji helwesta xwe ya baasî û nîjadperestî bi tevayî dev bernedaye. Serokwezîrê Iraqê Malikî, ji kurdan û ji sîstema federal re þer dike. Bi dewletê dagîrker re pêwendiyên xwe, ji bona ku di dipêþerojê de zerar bide kurdan xurt dike.

Dîsa li Baþurê Kurdistanê pirsa Kerkûkê wek pirseke girîng û bingehî di rojevê de ye. Diviya bû ku encama referandûmê statuya Kerkûkê diyar bibûya, ku dê Kerkûkê bi hikumeta merkezî re û an jî bi destilatdariya Herêma Federe ya Kurdistanê re bê girêdan. Hezar mixabin hîn referandûm pêk nehatiye û di pirsa Kerkûkê de hem li aliyê kurdan û hem jî li aliyê ereban tevliheviyek û sergêjiyek heye.

Li Bakurê Kurdistanê neteweya Kurd, hîn di statuya kolonî û metîngehkar de dijiye. Gelê kurd li Komara Tirkiyeyê ji hemû mafên xwe yên bingehî bêpar e. Hîn ew pêvajoya tunekirin, tirkkirin, jenosîdkirina neteweya kurd bi awayekî modern û bi taktîkên nû tê meþandin. Hebûna kurdan hîn ji aliyê hiqûqî de nayê naskirin. Lê ew îdeolojiya fermî ya Komara Tirkiyeyê, ku hebûna kurdan înkar dikirin, digotin “kurd jî, tirk in”, encama têkoþîna gelê kurd îflas kiriye û di vê merheleyê de jî, tuneqebûlkirina kurdan di çarçeweya konsepteke nû de tê meþandin.

Li aliyekî bi kurdî televîzyon û radyo, li zanîngehan beþa kurdologî û perwerdeyî ya sînorkirî ava dibin, li aliyê din ji bona van karan bingeheke hiqûqî nayê avairin; îradeya kurdan di van karûbaran de xwediyê qedir û qiymetekê nîne.

Ez dikarim bibêjim, ku Komara Tirkiyeyê di pirsa kurd de gorî þertên sedsala 21-an û globalîzmê, gorî xwe konsepteke nû ava dike. Armanca vê konseptê ew e, ku kurd li Kurdistanê desthilatdar nebin; li Kurdistanê dawiya desthilatdariya neteweya tirk û dewleta wan dawî nebe.

Li Bakurê Kurdistanê, li hemberî Komara Tirkiyeyê têkoþîneke çekdar, sivîl û siyasî dom dike. Mixalefet ji mejî û konsepta siyasî ya dema þer xelas nebûye. Dîsa mixalefeta kurd ji statejiyeke hevbeþ jî bêpar e.

Li Rojhilata Kurdistanê, her çiqas Kurdistan ji aliyê îdarî de wek eyalet jî tê pejirandin, desthilatdariya kurdan li eyaleta Kurdistanê ji aliyê hiqûqî de nayê pejirandin. Neteweya kurd, ji mafên neteweyî yên bingehî û desthilatdarî bêpar e. Ew mafên çandî û çapemenî yên hebûn jî, di ev merhelaya dawî de hatin sînor kirin û mafê perwedeyî ya kurdî hat qedexe kirin. Li Rojhilata Kurdistanê zulmeke mezin dom dike. Her rojê kurdperwerek tê daleqandin û îdam kirin.

Li hemberî Dewleta Îranê mixalefeteke xurt ya kurdan ku bi babeta çekdar, sivîl û siyasî heye. Tevgera kurd xwediyê stratejiyeke hevbeþ e.

Li Rojavayê-Baþurê Kurdistanê, gelê kurd ji hemû mafên xwe yên neteweyî, îdarî, desthilatdarî bêpar e. Li Suriyeyê dîktatoriya baaasî ya faþîst û elewiyan heye. Zulmeke mezin li Kurdistanê dom dike.

Li Rojavayê-Baþurê Kurdistanê, ji sala 1957-an vir ve mixalefet û têkoþîneke gelek xurt heye. Ev têkoþîna di 12-ê Adara 2004-an de gihîþte merheleya serîhildaneke sivîl. Encama vê serîhildan û bêîtaatkariya sivîl gelek kurdperwer hatin kuþtin. Nûha jî li hemberî hikumeta merkezî ya baasê têkoþîna neteweya kurd pêþ dikeve.

Li Rojavayê Kurdistanê tevgera kurd, xwediyê stratejiyeke hevbeþ e.

Divê çi bê kirin ?
Divê Tevgera Kurdistanê û Herêma Federe ya Kurdistanê di Newroza 2009-an de, xwe jinûve terîf bikin û senaryayo xwe jinûve binivîsinin û fireh û kûr bikin. Dewletê kolonyalîst û siyaseta wan ya vê merheleyê baþ nas bikin.

Di van demên dawî de Konferansa Kurd ya tê minaqeþe kirin, divê ji bona projeyeke çareserî ya tevayî bi kar bê anîn. Berjewendiya giþtî ya kurd ji bona ku li Rojhilata Navîn û li her dewleteke kolonyalîst bê parastin helwesteke hevbeþ bê diyar kirin. Pirsgirêkên heyî gorî pîvanên edaletê, wekheviyê, pîvanên demokrasiyê bên çareser kirin. Divê kurd ji çand û awayên xebatê ya dema þer, ji modela rêxistinî yên otorîter xelas bibin. Tevgera Kurdistanê demokratîze û nûjen bibe.

Divê em bi vê þuurê Newroza xwe pîroz bikin. Ez, Newroza hemû hemwelatiyên Kurdistanê û mirovatiyê pîroz dikim. Ez hêvîdar im, Newroza 20909an jî, ji bona pêþketina Tevgera Kurdistanê û Herêma Federe ya Kurdistanê bibe wesîleyekê.

Bakurê Kurdistan, Bajarê Amed, 20. 03. 2009
Îbrahîm GÛÇLÛ

ibrahimguclu@gmail.com

Îbrahîm GÛÇLÛ Îbrahîm GÛÇLÛ






Kurdistan Welatê Kurda ye ! Kerkûk Dilê Kurdistanê ye !



Bimire Dagirkerî ! Her Bijî Kurd û Kurdistan




Piroje ya Kurdistan a Mezin ! Groß Kurdistan Projekt !

http://www.pdk-xoybun.com

http://www.xoybun.com/extra/slide/Unbenannt-2.swf


http://www.pdk-xoybun.com/nuceimages/Newroz_Kurdistan_PDK_Xoybun_x1.jpg


http://www.pdk-xoybun.com/nuceimages/Nexise_Kurdistane_PDK_b.jpg


http://www.xoybun.com/nuceimages/Parastina_Sinore_Kurdistana_Mezin_1.jpg


Sosyal, Çaðdaþ, Baðimsiz, Bîrleþîk ve Demokratîk, Kurdistan Îçîn, El Ele Vêrîn !



Avakirina Kurdistan a Mezin, Egera Aþîtî û Demokrasî ya Cîhanê ye !



Komela Bazirganên Kurd û German Ava Dibe.



Banga, piroje ya bazirganî û piroje ya Kurdistan a mezin ... !