PARTIYA DEMOKRAT´A KURDISTAN - XOYBUN

PDK - XOYBUN



Nasîna Qaqizman ê ! û Helbesta : QULÝBÎN





Nasîna Qaqizman ê !

Navça Qaqizman’e navçekî Qers’ê ê herî kevne, Dîroka Qaizman’ê qasî dîroka Wan, Muþ û Amedê... Ew jî digihîje 200’î Bz li gorî dîrokzan û bi gorî kolînan devera Qaqizman’ê li derdorê wî pir bin desta de maye. Berê ewderan ewil pêþyên Kurdan Hûrî, paþte Ûratû, Naîrî, Med û pers, Makedon, Sasanî û Ereb Bîzansî, Selçuk û Osmanî davîyê de jî Tirk û Rus Qaqizman desthilatdar kirye. Sala 1534 ê Kanunî Sultan Suleyman êriþ birina ser Persan de pêþde çû. Qaqizman û dorhêla Qaqizman’ ê ser warê Osmanî de hat berdan. Qaqizman bû giridanîya Qers’ê lîva yê 7 emin. Gorî hejmartin 1876 ê bi Qaqizman ê de misilman 3660 ê nemisilman jî 110 e bi wêqasî jî jin bê hesibandin hjmaran gelan nîzî 10 hezarane. Berîya þerê rizgarî 1920 ê 1 meha Kewçêr ê de jî destên xerîban de tê filitan û dibe navçekî Qers’ê bi a yeke nû. Gundê Camuþlu yê de likolîn hatîye çikirçikirin, erd hatîye kolîn dîroka navça Qaqizmanê ronahî bûye. Qirna ( Mezolitik û Neolitik ) ê de bo runiþtvana re Qaqizman cî girtîy.

ERDNÎGARÎ Û REWÞA GELHEYÎAN :
Bi navçe Qaqizman ê bakura wî de navça navîn ê Qersê Sêlim, rojhilata wî de Digor û navça ya Îdirê Tuzlice ye. Rojava wî de Sariqamiþ û baþûr a wî de jî navça Agrîê û navende Qerekose heye. Bi ser gelî û newalên Erez cî û wer girtina Qaqizman xwedanê 1972 Km çarçik ast û qad a wî ye. Cudahîya bilindayî navçê de pire cûda cûda ye. Û bilindahî li Qaqizman ê navberê 1100 û 1600 m tê xuyan, bi ser fay ûþikestîyên erdê de vir jî carna zelzelê biçûk pêk tê.

Bi gorî hejmartina salan 1997 ê gelehîya Qaqizman ê 15.720 kes li gandan de 25.948 kes hatye hesibandin. Li vir komînek 41.668 kes hene. Navç de 64 gund navenda Qaqizman ê de 6 tax henin. Evanan; Þahîndere, Dereler, Kumbet, Toprakkale, Zuvar û Haznadar e.

Navê gundan :
Akçekale ( Axcaqele ). Akçay Akdam ( Axdam ) Akoren Akyayla Altingedik Aþaðýçayýrlýk Aþaðý Karaguney ( Qeregun jêrîn ) Aþaðýdut Aydinkavak ( Beyam ) Bocuklu Bulanýk Çallý ( Xar ) Çayarasý Çaybuk Çengil ê ( Çingilli ) Çeperli Çiçekli Çilexane Çukurayya Camuþlu Deðirmendere Denizgözlü Devebük Dibekka ya Donandý Duranlar Evyapan Esenkýr Görecek Gümüþtepe Günindi ( Kêrs ) Gîmindîyaylasý GüvendikKarabað ( Qerebax ) ... Navê gundan Hemû Kurdî, Filekî bû bi zordestî hemü navê gundan hat guhartin û navên Tirkî gundan kirin.

Qaqizman bax û baxçe deþt û Zozan, Line, Sêv, Hinar, Hîrok, bi bîyokê wî binav û dengin. Debera gelan Çandin û ajalvanîye. Genim û ceh tê reþandin. Çemê Erez jiyana wî navçye. Pez, devar mêþê hingiv jî tê xwedî kirin.

Kurd û File û eþîrê Kurd’an Qaqizmn’ê Eþîr û berekê jî gelekin li niha jî eþîratî hatiyine piþaftin û eþîratî li jiyanê de berva rakirinê li wek berê ne feodalîte gel jî ser Netewa Kurd’an xwe geþ dike. Piranîya eþîran Rewnê hatine vir cî girtine wan re eþîrî (Mihacir )tê gotin piranîya gundan ewil gundê filan bû. Kurd û File tev dijyan Mizgevt û dêr ba hev bû. Sala 93 de ( 18771878 ) ê de þerê Rus - Osmanî wê dewerê de destpêkir Osmanliya Kurd û Rus jî Ermenî xapandin ev herd netewî bira û cînarê hev hevketin. Qaqizman bû xwîna golê heta sala 1915 – 1918 ê neyaritî nav gelanda dom kir.Kurd’a xwe firotin bûn leþkerên Osmanlî ( Hamidîye Alayî ) hemberê Filan þer kirin Kurd û File hev kuþtin Komkujîke mezin pêkhat.File revîn Kurd kêm bû. Ev jî bû berjewandîya Osmanî yan. Mixabin gundin filan dan Tirk û Eceman û Tirkmenan. Kurd jî þandin ser çiyan û axa dêm. Bi salan ve Kurd ne çûn Qaqýzmanê bo Kurdan Qaqizman qedeq bû. Serîhildan Agrî Kurdan re bû gorîstan pir eþîrên Kurdan miþxet bû penaber kirin þandin Anatolya navîn û Amerîkanê.

Navê hin eþîranê Qaqizmanê :
Celalî Badilî Bizkî Bekirî Þemekosî Retkî Qertkî Elî ( Elyan ) Zipîkî Geltûrî Eqlîyan Gazkî Katêyî Kurdkî Cûnkî Cemaldîn Burukî Gêloyan Xelikan Milan hene...


QULÝBÎN

Wax çûm Qers'a þewitî
Girên wê berf û duman
Qulibîm berve warê jêr
Qaqizman gul,gulistan

Ew Qaqizman'a þêrîn
Ax þên bû lo kulîlkan
Berx li dikalîn bilûran
Deng dihat qulungan

Refê Qulingê rehwan
Li jor de qarîn û qarîn
Digotin ax Qaqizman
Bax lo bexçê te þêrîn

Qulingê rehwan li jor
Hun betilîn werên jêr
Ez qurbana refên we
Û mêvanêm ez jî wir

Refê qulingan rêz rêz
Rê dûre ax nema hêz
Ez belengaz ax dikim
Deherin tev lez û bez

Qazman xweþ þêrîne
Gulên wê jî pel pelîne
Quling çûn lo qulibîn
Welat me zehf þêrîne


Mehmed Çobanoxlu ( Yildirim )
Bakurê Kurdistan - Bajarê Qaqýzman

Dema nivîsandinê : 26.06.2001

Dema weþanê : 28.06.2008


Mehmed Çobanoxlu ( Yildirim )


Kurdistan Welatê Kurdaye ! Kerkûk Dilê Kurdistanê ye ! Her Bijî Kurd û Kurdistan !


Piroje ya Kurdistan a Mezin !

http://www.pdk-xoybun.com

http://www.xoybun.com/extra/slide/Unbenannt-2.swf


http://www.pdk-xoybun.com/nuceimages/Newroz_Kurdistan_PDK_Xoybun_x1.jpg


http://www.pdk-xoybun.com/nuceimages/Nexise_Kurdistane_PDK_b.jpg


http://www.xoybun.com/nuceimages/Parastina_Sinore_Kurdistana_Mezin_1.jpg


Kurdistan Welatê Kurda ye ! Kerkûk Dilê Kurdistanê ye !



Her Bijî Kurd û Kurdistan !