PARTIYA DEMOKRAT´A KURDISTAN - XOYBUN

PDK - XOYBUN



Min zanî bû tê bê




Min zanî bû tê bê

Dilbera min …!
Goriya pevçûna çeteyan…!
Ti revandin..
Badeya mihacirîyê dane te..

Tiserxweþ û bi paye kirin…
Ti ser cokên sînoran re derbas kirin…
Ser baskên derew û sextekariyê..

Ti hûrkirin, ti darihtin qalibekî din..
Ti dûr kirin ji min ..

Belê, min zanî bû tê bê..

Hîna çira jîna min pêketî …
Di heja pêtiya xwe, ya li ber vemirinê..

Di hûrdema dawî ji temen ..
Di sikrata mirinê de mabê…
Min zanî bû tê bê..

Ji bo li hev helalkirinê mabê tê bê ..

Ji bo hilandina tevna 'pîrê '…
Ji ser helbest û ristên min tê bê..

Ji bo avakirina kavilê dilê min..
Yê di peþêvê li ber bahoz û babelîsan ..

Mi zanîbû tê bê..
Da berdî çav dilopek hêsra þahiyê..

Ji bo keserke tenê ji dil derînê tê bê..

Hîna pelekî þîn bi dara jiyana min ve…
Min zanîbû tê bê…

Mi zanîbû tê derê zindana xwe biþkînê..
Mi zanîbû tê bend û qeydan biçirînî tê bê..

Di þikefteke bin erdre mabê tê bê
Min zanî bû berê te li mine …

Çimkî bê xatir xwestin ti çûyî..
Çimkî ti birin, ti dizîn ji hembêza min..
Te firotin dûriyê..
Ti veþartin ji min ti dane biyanê..

Ji kulîlka omîda min…
Ya piþkivî bû di dîwarê zindana hêwî de…
Min zanî bû tê bê..

Li ser baskên pepûlekê mabê tê bê..

Bi ewrekêre ji derya evînê mabê tê bê..

Hîna qeftek gulên pêþewaziyê mayî tê bê..

Li ber pêlek bayê heskirinê mabê tê bê..

Min zanîbû peþkek haveynê dilsoziyê bi tere maye ..
Min zanî bû guviþkek hevîrtirþê dilovaniyê bi tereye..
Tê bê..

Min zanîbû nan û nemeka me naçê bi avê de tê bê..

Min niviþt û berbejna vegera te hilgirtine tê bê..

Te zanî bû ez berbendî teme..
Te zanî bû em winda ne dûrî hev..

Bê nav û zanav ber deriyane ..
Perîþanin dûrî hev bê xan û mav

Min zanîbû kevir û kuçên ezîtiya te wê bihelin ..
Min zanîbû nepoxên seroflaziya te wê bi teqin…
Wê bi fiþin ..

Min zanîbû tê vegerî hindirê sînorên xwenasiyê..
Min zanîbû tê dev ji derman û alavên tîz û vîziyê berdî
Tê bê..

Bi ruxsarên xwe yên xêvîn…
Tê serî deynî ser çoka Bihrî ..

Ti ji vê axêyî tê vegerî vê axê..

Belê ev devere lîsê te ..
Hêlîna te divê avabê, divê þên bê..
Bi çîw çîw û xul xula dengên me

Mi zanî bû tê vegerî paþila zozanên xwe..
Tê xwe tehfîl kî bi ava kanî û baranê..
Bi ava berxwedanê..

Tê bibî þitl û fîdan li ber keviyên Dicle û Ferat…
Li ber qeraxên Ormî û Wan

Tê bibî mizgîn û bingihê hîmê aþitî û azadiyê..

Tê bibî bûkek, horiyek, periyek
Li bihiþtên Krdistanê.


Bihrî Bênij - Qamþlo, 07. 07. 2002
Helbesta : Bihrî Bênij
Rojavayê Kurdistan - Bajarê Qamiþlo
Dema weþana helbestê : 05. 06. 2007


Bihrî Bênij

rez7799@hotmail.com

Kurdistan Welatê Kurdaye ! Her Bijî Kurd û Kurdistan !

http://www.pdk-xoybun.com

http://www.xoybun.com/extra/slide/Unbenannt-2.swf


http://www.pdk-xoybun.com/nuceimages/Newroz_Kurdistan_PDK_Xoybun_x1.jpg


http://www.pdk-xoybun.com/nuceimages/Nexise_Kurdistane_PDK_b.jpg


Kurdistan Welatê Kurdaye ! Her Bijî Kurd û Kurdistan !