PARTIYA DEMOKRAT´A KURDISTAN - XOYBUN

PDK - XOYBUN



PARTÝ DEMOKRAT A KURDÝSTAN - TIRKÝYÊ



DEMOCRATIC PARTY KURDISTAN
KURDÝSTAN DEMOKRAT PARTÝSÝ
PDK – T


BIBÎRANÎNA SEROKÊ NETEWÎ BERZANI
01. Adar. 2001

Ji bo netewa Kurd,
Ji bo serokê Partî Demokratî Kurdistan kak Mesud Berzanî,
Ji bo komîta nawendî ya Partî Demokratî Kurdistan,
Di destpêka sedsala 20 an de dendîka zindîbûna neteweyê Kurd li herêma Berzan û bi destê malbata Berzanî hatiye candin. Serokê nemir ji serê vê sedsalê heta bi dawiya temenê xwe di nava vê têkoþina pîroz de têkoþîn daye û agirê wî pêxistî tu carî nevemiriye.
Serok Berzanî weku brûskeke bi pir ronî ji destpêka sedsala 20.an heta îro her tim pêketî maye û neteweyê kurd ji mirinê azad kiriye.

Dîroka sedsala 20 a percedîrokek ji ya Cîhanê ya herî balkêþe. Dû serê Cîhanî yên herî mezintir û bi xwîntir di vê sedsala ha de pêk hatine, du perceyên Kurdistan dikevin binê destê dagirkerên nuh, du dewletên nuh di herêmê de tên damezrandin, Kurdistan êdî 4 perceye. Dewleta Sovyet di cihê Cariya Rusya de tê damezrandin. Cîhan serûbin buye.

Li bakurê Kurdistanê paþî hêrivîna dewleta Osmanî bi peymana Sewres fersenda damezrandina dewletek Kurdistanî peyde dibe û li rohilatê Kurdistanê dewletek Kurdistanî li Mehabad tê damezrandin. Li seranserê Kurdistanê serîhildan destpêdikin û wekû "stêrkên ketî" ji aliyê dijmin ve tên fetisandin.

Otonomiya sala 1970 ê yî, dewleta Kurdistana basûr ya îro û bi sedan buyer û hewildanên di vê sedsalê de hatî kirin di gotarekê de ne mimkine ku bê bicîkirin.

Serokê netewî yê nemir Berzanî yê mezîn di nava wan buyerên girîng û dîrokî de, li rohilat, bakur û baþûrê Kurdistanê bi serfirazî û serkeftî doza Kurd û Kurdistan birêve biriye. Wî her tim û li her derî beþdariya van buyera kiriye. Lê stêrka wî her tim geþtîr û xurttir buye, ji tu kesî nehatiye wê bi tafînê.

Ahmedê Xanî daxwaza tac û dewlet kiriye û Berzanî ew îro pêk aniye.

Gelê kurd li seranserê Kurdistanê bi mîrasa Mistefa Berzanî serbilinde. Baþtirîn nimune, rewþa Kurdistana baþur li ber cavane. Netewa Kurd bi saya mirasa serokê nemir bi serbilindî li ser axa xwe dijî.

Jiyana wî di gotarekê de nayê bicî kirin û pesinandin, jiyanek tev têkosîn, dewlemend û tijî mêraniye.

Cihê wî u pesnê wî di nava gelê kurd de, di dilê kurdan de sax û rehê xwe berdaye. Ew êdî "NEMIRE", serokê neteweyê Kurd e.

Parti demokrat a Kurdistan-Tirkiye, bi rêz û serbilindayî di biranîna Serokê Netewî Mistefa Berzanî de, evîniyên xwe pêskêþî netewê Kurd û malbata Berzanî dike, ji wî re bi banga "Serokê Netewî" bang dike.

Emê her tim serokê xwe yê Netewî bibîrbînin.
Riya me, rêbaza serok Berzaniye.
Her bijî Kurdistan .

PDK-T www.pdk-t.dk