PARTIYA DEMOKRAT´A KURDISTAN - XOYBUN

PDK - XOYBUN



TÝRKO




TÝRKO

Tirko dîsa weke her caran
Bi tang û topan, bi firokan

Ket Kurdistan dide çirtikan
Xirab kirin gund û zozanan

Talan kirin zevî û mêrgan
Agir berdan þavî û daristan

Serokê artêþê û fermandar
Bang dike dibêje bi hewar;

Ên nebên em tirk in ew neyar
Wan parçe kin wek gûrên har

Çavên seyên har nîne li jiyan
Li Amed û Mêrdîn û Batman

Îro bi dîwarê sînegog û dêran
Do jî mîz dikirin yên mizgeftan

Nehsed û bîst sisêyan mizgeftan
Xistibûn tewle û axûrên hespan

Ji asira bîstan ta asira bîst yekan
Orfî îdare danîbûn ser Kurdistan

Îro jî bi taybet ser çar bajaran
Þirnex û Sêrt, Colemêrg û Wan

Dibêjin; bikûjin, dikin ferman
Jin û zaran, bi tevê pîr û kalan

Jîn û jiyan heram bikin li wan
Ta ku ew nebên em kurê turan

Mafparêzên mirovan yên cîhan
Bêdeng dimînin li ber zilma wan

Ango deng bikin jî tirko ti deman
Guh nade wan zilmê dike dewam



Seydayê Dilmeqes
Dema nivîsandina helbestê - 23. 06. 2007
Dema weþandina helbestê - 07. 07. 2007


Seydayê Dilmeqes

Kurdistan Welatê Kurdaye - Her Bijî Kurd û Kurdistan

http://www.pdk-xoybun.com

http://www.xoybun.com/extra/slide/Unbenannt-2.swf


http://www.pdk-xoybun.com/nuceimages/Newroz_Kurdistan_PDK_Xoybun_x1.jpg


http://www.pdk-xoybun.com/nuceimages/Nexise_Kurdistane_PDK_b.jpg


Kurdistan Welatê Kurdaye ! Her Bijî Kurd û Kurdistan !