PARTIYA DEMOKRAT´A KURDISTAN - XOYBUN

PDK - XOYBUN



TEYROK




TEYROK

Dijmin û neyar bi pirahî tên ser min
Ew bi tang û topên giran tên ser min

Berik û guleyên wî dibarin ser min
Çiyayên gulistan sitar û sîbera min

Dibarin wek tavî û teyrok û zîpikan
Bê navber dibarin, havîn û zivistan

Bi tenê di dest min da çek û keleþ
Belê dizane dijminê xwînxwar û qeleþ

Kozik û hêlîna min, gulistana min
Jê ranabim ta rih hebe di canê min

Yezdan hindik dibîne guleyê dijmin
Çirûskên brûskan dibarîne li ser min

Dema ewr gurîn dikin, birûsk vedidin
Çirûskên wê ji niþkêva tê digire bi min

Çirûskên wê digere di nav leþê min
Êþa wê her tim xwe berdide dilê min

Hîç nema sebir û tebat ji bo dilê min
Dema dibe þev xew nakeve çavên min

Mala kalîtiyê biþewite nabîne çavê min
Hêz û taqet nehîþtiye di nav çokên min

Ji ber êþa dilê min, nalîn û zarîna min
Kes seh nake û guh nade nalîna min

Lêbelê þoreþ xweþ seh dike nalîna min
Ew e melhem û derman ji bo dilê min



Seydayê Dilmeqes
Dema nivîsandina helbestê - 23. 06. 2007
Dema weþandina helbestê - 07. 07. 2007


Seydayê Dilmeqes

Kurdistan Welatê Kurdaye - Her Bijî Kurd û Kurdistan

http://www.pdk-xoybun.com

http://www.xoybun.com/extra/slide/Unbenannt-2.swf


http://www.pdk-xoybun.com/nuceimages/Newroz_Kurdistan_PDK_Xoybun_x1.jpg


http://www.pdk-xoybun.com/nuceimages/Nexise_Kurdistane_PDK_b.jpg


Kurdistan Welatê Kurdaye ! Her Bijî Kurd û Kurdistan !