PARTIYA DEMOKRAT´A KURDISTAN - XOYBUN

PDK - XOYBUN



Peykerê Dil




Peykerê Dil

Min gulek dît, nav xûbarê
Navê gulê Zimanê Xesiyê

Pehn e, wek zimanê karikê
Wê avêtibûn, bi tevê dîzê

Þikestibû dîz, ew jî di navê
Ziha bibû, mabû li ber tavê

Hiþk bibû, wek qûrmê darê
Ew ziha bibû, ji ne avdanê

Min wê hilda ji nava xûbarê
Min wê ji dil da ber hemêzê

Ji min ra got; Tu çiqas baþ î
Ez nexweþek bêçar, tu hekîm î

Min wê ne êþand û anî malê
Xist nav dîzê, da ber þibakê

Min av dida wê, sibe û êvar
Ew zanî ku ez ji dil birîndar

Wê dilek çêkir ji pelgên xwe
Weke peykerek da serê xwe

Ewê ji dil bo min kir spasî
Bersîva evîna min da bi evînî



Seydayê Dilmeqes
Dema nivîsandina helbestê - 20. 05. 2007
Dema weþandina helbestê - 07. 07. 2007


Seydayê Dilmeqes

Kurdistan Welatê Kurdaye - Her Bijî Kurd û Kurdistan

http://www.pdk-xoybun.com

http://www.xoybun.com/extra/slide/Unbenannt-2.swf


http://www.pdk-xoybun.com/nuceimages/Newroz_Kurdistan_PDK_Xoybun_x1.jpg


http://www.pdk-xoybun.com/nuceimages/Nexise_Kurdistane_PDK_b.jpg


Kurdistan Welatê Kurdaye ! Her Bijî Kurd û Kurdistan !