PARTIYA DEMOKRAT´A KURDISTAN - XOYBUN

PDK - XOYBUN



PAYÎZ




PAYÎZ

Dilê min tijî wek ewrên payîza tarî
Ronik ji çavên min dikiþe wek kanî

Nasekine her tim dikiþe þev û roje
Derdên salan civiyane bûne bende

Gelo ji kuder tê evqas hêsir û ronik
Çima êdî nabetile û nasekine rojek

Ew nasekine dikiþe roj û þevên tarî
Çav nabîne êdî roj li min bûye tarî

Haran welat li min kirin zindane
Tebat nakim xanî li min bû gor e

Homa xistiye leþê min kurmê dare
Wek kurmên dikevin dûvê berane

Germa havînê tê dilivin li ber tave
Rewþa min ev e, zivistan û bihare

Min biharek xweþ nedît wax li min
Tim payîz û zivistan hat bi ser min

Dev xistine canê min kurmên hanê
Xwîn ji cergan dikiþe weke cobarê

Ta kengê ez bimeþim di bin vî barê?
Sed sal in bi min ra ne kurmên hanê



Seydayê Dilmeqes
Dema nivîsandina helbestê - 21. 06. 2007
Dema weþandina helbestê - 07. 07. 2007


Seydayê Dilmeqes

Kurdistan Welatê Kurdaye - Her Bijî Kurd û Kurdistan

http://www.pdk-xoybun.com

http://www.xoybun.com/extra/slide/Unbenannt-2.swf


http://www.pdk-xoybun.com/nuceimages/Newroz_Kurdistan_PDK_Xoybun_x1.jpg


http://www.pdk-xoybun.com/nuceimages/Nexise_Kurdistane_PDK_b.jpg


Kurdistan Welatê Kurdaye ! Her Bijî Kurd û Kurdistan !