PARTIYA DEMOKRAT´A KURDISTAN - XOYBUN

PDK - XOYBUN



?brahîm Gûçlû : DOZA ME?A AMED? / XABUR? HAT?YE MERHELAYA DAW? : DOZGER J? TEROR?ZM? CEZAK?R?NA ME DAXWAZ D?KE…




DOZA ME?A AMED? / XABUR? HAT?YE MERHELAYA DAW? : DOZGER J? TEROR?ZM? CEZAK?R?NA ME DAXWAZ D?KE…

Kurdistanîyên hêja !

Diru?meya 4’emîn ya doza Me?a Xabur û Amedê, di 05. 07. 2007-an, seet 14.00-an de di Dadgeha Cezayê ya Giran a 6-emîn pêk tê. Doz hatiye merheleya dawî. Dozger dixwaze ku dadgeh wek terorîstan me ceza bike û 5 sal cezayê bide me.

Tê zanîn ku di destpêka sala.2006-an de serokerkaniya Tirkiyeyê, ji bona ku 250-300.000 le?kerên tirk li ba?urê Kurdistanê operasyonekê pêk bînin, biryar da ku li tixubê bakûrê û ba?urê Kurdistanê bi cîh bibin. Ev biryara xwe jî di demeke kurt de bi cîh anî. Bi ev tevgera le?kerî di hemendemê de dixwastin ku li ser desthilatdariya sivîl jî giraniyek pêk bîne û desthilatdariya xwe ya bûrokratî Kemalîst li ser piya bihêle.

Me jî, ji bona ku ev tevgera le?kerî protesto bikin û veki?andina 250-300.000 le?ker ji Kurdistanê daxwaz bikin, biryar da ku em ji Amedê heta Xaburê bime?in.

Hêzên dewletê îzin nedan ev me?a me. Pi?tî civîna çapemenî em hatin binçavkirin û pi?t re jî bilezûbez hepis bûn.

Di destpêkê de di derheqê me de ji xala 220/8-emîn a qanûna cezayê, di çarçewa propagadakirina armanca rêxistina terorîst de di dadgeha giran de doz vebû. Pi?t re dadgehê ev di cîh de nedît û doz ji bona ku di xala 216-em ya qanûna cezayê de bidomîne dosya ?and Dadgeha Asliyeyê. Dadgeha Asliyeyê red kir. Lêbelê Dadgeha Bilind (Yargitayê) biryar gor daxwaza dadgeha Asliyeyê da. Nûha dîsa em li Dadgeha Giran tên dadgehîkirin.

Doza me di merhelaya dawî de ye.

Dozgerê Komarî mûtalaaya xwe ya dawî pê?kê?î dadgehê kiriye, daxwaz dike ku em ji Qanûna Li Dijî Terorê Xala 7-emîn de, bi 5 salan bên mehkûm kirin.

Em û parêzerên me, emê parêznameya xwe ya dawî pê?kê?î dadgehê bikin.

Amed, 02. 07. 2007


?brahîm GUCLU Zeynel Abîdîn OZALP A. Sedar OGUR



Bakurê Kurdistan - Amed, 02. 07. 2007
?brahîm G??L?
ibrahimguclu@gmail.com
Dema we?ana nivîsê : 04. 07. 2007


?brahîm Gûçlû

Kurdistan Welatê Kurdaye - Her Bijî Kurd û Kurdistan

http://www.pdk-xoybun.com

http://www.xoybun.com/extra/slide/Unbenannt-2.swf

http://www.pdk-xoybun.com/nuceimages/Newroz_Kurdistan_PDK_Xoybun_x1.jpg

http://www.pdk-xoybun.com/nuceimages/Nexise_Kurdistane_PDK_b.jpg


Kurdistan Welatê Kurdaye ! Her Bijî Kurd û Kurdistan !