PARTIYA DEMOKRAT´A KURDISTAN - XOYBUN

PDK - XOYBUN



?brahîm Gûçlû : Panela Tevgera Kurdistanê ya 1925an Dadgeh Dibe…




Panela Tevgera Kurdistanê ya 1925an Dadgeh Dibe…


Kurdistanîyên hêja !

Komeleya Kurd a Diyarbekirê di 03. 07. 2005an de ji bona Tevgera Kurdistanê ya 1925an penelek pêk anîbû. Birêz Dr. Mihemed Sever, ?êx Kasim Firat, Nivîskar ?erefxan Cizîrî panelîst bûn, ez jî rêvebirê panelê bûm. Di panele de, min pirsiya panelîstan bersîv dan: Encama pirsên min, panelîstan di panele de li ser armanca Tevgera Kurdistanê ya 1925an, sedemên qewimandina tevgerê û encamên tevgerê rawestiyan. Di derheqê rêxistina Azadî ya ku ji Tevgera Kurdistanê ya 1925an re pê?engî kirîbû agahdarî dan.

Di encamê de panelîstan di axiftinên xwe de rastiyên dîrokî yên tehl anîn ser zimên.

Dozgerê Komarî Sacît Sava?çi di derheqê panelê de lêpirsîn bes ji bona min pêk anî û pi?tî lêpirsîne jî doz vekir. Dozger, di doznameya xwe ya amadekirî de daxwaz dike ku ez ji xala 216/1-53an a qanûna cezayê bêm mahkûm kirin. Dema ku ez gor vê xala qanûna cezayê bêm mahkûm kirin, dadgeh dikare min ji salekê heta 3 salan ceza bike û di hemendem de min ji mafên kamûyê jî bêpar bihêle.

Doza Panela Tevgera Kurdistanê ya 1925an, di Dagdgeha Cezayê ya Asliyeyê ya 7emîn a Diyarbekirê de dom dike. Diru?meya bê, di 12 Hezîran 2007an saet 11.30yî de ye.

Dirû?meyê bi kurdî dom bike.

Dozger, Ji Bona Konferansa Mehabadê, Cezakirina Me Daxwaz Kir…

Doza Konferansa Komara Mehabadê ya Kurdistanê, di Dadgeha Cezayê ya 7emîn a Diyarbekirê, 06.06.2007an de domand. Ji bo Doza Konferansa Komara Mehabadê ya Kurdistanê ez, ?eyhmûs Aykol, Xalis Nezan, em tên darezandin. Ji bona ku heta nûha li ser pirsgirêkên usûlî hatibû rawestandin, me parêznameyên xwe tu wext pê?kê?î dadgehê nekiribû. Di dadgehê de min jî xwast ku bi kurdî bîrûreyên pê?kê?î dadgehê bikim. Dadgehê her çiqas di destpêkê biryar dabû ku wergerekî kurdî be?darî dadgehê bibe, pi?t re bi biryareke nûh ev mafa ji min girt. Ji bona vê bes bi riya parêzer Sebahaddîn Korkmaz derfet bû ku ez bîrûrey xwe yê usûlî û teknikî bînim ser zimên.

Dadgehê her çiqas me bîrûreyên xwe yên esasî pê?kê?î dadgehî nekiribûn jî, dadgehê îtirazên me nedan ber çav, ji dozger daxwaz kir ku mûtalaaya ( nerînên ) xwe yên esasî û dawî pê?kê?î dadgehê bike.

Dozger jî cezakirina me daxwaz kir û di mûtalaa xwe de bi gi?tî diyar kir ku “diyar bûye ku Komeleya Kurd a Diyarbekirê di 3.05.205an de di derheqê Komara Mehabadê ya Kurdistanê de konferansek bi darxistiye. Ew kesên tên darezandin jî di axevtinên xwe de di navbeya herêm û nîjadan de cudayetî pêk anîne. Axevtevanan bi bûyerên dîrokî re pêwendî danîne û bi vê riyê daxwaz kirine ku gelê kurd dikare van bûyeran jinûve û bi wî awayî biqewimîne. Di hemendem de kîtle te?wîkî ?erê çekdarî kirine. Dema ku mirov li herêmê ?iddeta cudaxwazî ya dom dike bide ber çav, ew gav, an jî ew wext tehlûkeya vekirî û nêzik jî derdikeve holê. Ji bona vê, encama dadgehkirinê û gor delîlan divê ev kesên tawanbar, gor xala 216 /1 û 53an ya qanûna cezayê mahkûm bibin.”

Gor mûtalaaya dozger divê em heta dawiya jiyana xwe bi mûebbedê bên ceza kirin. Lê xuya ye ku dozger jî dizane ku daxwaza wî jî ne hiqûqî ye. Ew jî dizane ku gor Peymana Mafên Mirovî ya Ewrûpayê tawanek li holê nîne. Dîsa jî dema ku em salek û an jî zêdetirî salekê mehkûm bibin, ji bo dewletê qezancek e.
Encama mûtalaaya dozger jî, parêzerê me û me jî, ji bona ku em parêznameyê xwe amade bikin û pê?kê?î dadgehê bikin, me wextek daxwaz kir. Dadgehê ev daxwaza me kir biryar. Emê di 16. 07. 2007an de parêznameyên xwe bi devkî û niviskî pê?kê?î dadgehê bikin.
Ezê parêznameya xwe bi niviskî û kurdî pê?kê?î dadgehê bikim.


Bakurê Kurdistan - Amed, 10. 06. 2007
?brahîm G??L?
ibrahimguclu@gmail.com
Dema we?ana nivîsê : 28. 06. 2007


?brahîm Gûçlû

Kurdistan Welatê Kurdaye - Her Bijî Kurd û Kurdistan

http://www.pdk-xoybun.com

http://www.xoybun.com/extra/slide/Unbenannt-2.swf

http://www.pdk-xoybun.com/nuceimages/Newroz_Kurdistan_PDK_Xoybun_x1.jpg

http://www.pdk-xoybun.com/nuceimages/Nexise_Kurdistane_PDK_b.jpg


Kurdistan Welatê Kurdaye ! Her Bijî Kurd û Kurdistan !