PARTIYA DEMOKRAT´A KURDISTAN - XOYBUN

PDK - XOYBUN



?brahîm Gûçlû : Tevgera Kurdistanê ya 1925’an, mafê çarenivîsiyê gelê kurd diparast. Tevgereke neteweyî û rewa bû…




Tevgera Kurdistanê ya 1925’an, mafê çarenivîsiyê gelê kurd diparast. Tevgereke neteweyî û rewa bû…


Kurdistanîyên hêja !

Ji Dadgeha Cezayê ya Asliyeyê ya ‘emîn re,

Komeleya Kurd a Diyarbekirê, di 05. 03. 2005 an de ava bû. Komeleya Kurd a Diyarbekirê, di destûra xwe diyar kiribû ku ji dîroka neteweya kurd re jî xwedî derkeve, neheqiyên dîrokî yên li neteweya kurd bûne de?îfre bike û ji bona ku ev neheqiyan ji holê rabin xebat bike.

Di vê çarçewê de Komelaya Kurd a Diyarbekirê di 03. 07. 2005 an de di derheqê Tevgera Kurdistanê ya 1925 an de panelek amade kir.

Dr. Mehmet Emîn Sever, Kasim Firat, nivîskar ?erefxan Cizirî wek axevtevan, ez jî wek rêvebirê be?darî vê panelê bûn.

Di panelê de min pirs pirsiyan, panelîstan jî bersîv da. Di panelê de li ser qerektera Tevgera Kurdistanê ya 1925 an, sedemên vê serîhildanê, encama serîhildanê hat rawestandin, kesên ku ji vê tevgerê re pê?engî kiribûn hatin diyar kirin.

Di ser panelê re demeke dirêj derbas nebibû ku dozgerê komarî di derheqê panelê û min de lêpirsîn dest pê kir, di 30. 11. 2005 an de doznameya xwe amade kir. Di doznameya xwe de daxwaz kir ku ez bêm ceze kirin. Di doznameyê de ji panelîstan nayê behs kirin, ew jî diyar dike ku ji bona panelîstan dozger gihî?tiyê encamê ku ne hewceyê di derheqê wan de doz vebe. Min ev helwesta dozger ba? û hiqûqî dît. Diviya bû ku ji bona min jî, ji aliyê pîvana wekevî, azadiya fikir û baweriyê de doz venebibûya. Lê dozger xuyayê ku dema ku navê min dîtiye, hewce dîtiye ku doz veke.

Dema ku mirov dîroka Tevgera Kurdistanê ya 1925 an bide ber çav dibîne ku pi?tî 82 salan ev tevgera jinûve dadgeh dibe. Dîsa neteweya kurd ji hemû mafên xwe yê neteweyî, civakî, çandî û.w.d. bêpar e. Pi?tî 82 salan dîsa diyar dibe ku di ?ertên Tirkiyeyê de guhertinek nehatiyê holê.

Heger pi?tî 82 salan paneleke di derbarê Tevgera Kurdistanê ya 1925 an de dadgeh dibê, ev jî diyar dike ku Komara Tirkiyeyê nikare pirs û pirsgirêkan çareser bike, bes pirsgirêkan zêdetir dike. Komara Tirkiyeyê her çiqas dibêje ku ez dewleteke demokrat û hevdem im; dixwaze bibe endama Yekîtiya Ewrupayê jî, di qerektera xwe ya otorîter de guhertinekê nake; li hemberî neteweya kurd û mafên wê, reflekseke ?owen, kevneperest, nedemokrat nî?an dide.

Ji bona vê ez diyar dikim ku di sala 1925 an de dema ku serokên Tevgera Kurdistanê ya 1925 an ji aliyê Dadgeha îstîklalê de hatin dadgeh kirin û ceza kirin, li wan neheqiyeke mezin û dîrokî pêk hatibû, divê ev biryaran ji holê rabin; nûha jî dadgehkirina min ne di cîh de ye, ne hiqûqî ye. Li dijî maf û azadiyên fikrî û bawerî ye.

?ertên awarte…

Em îro dîsa li Tirkiyeyê di ?ertên awarte ya siyasî û rejîmê de dijîn. Di 7 Nîsan 2007 an de sererkaniya Tirkiyeyê daxuyaniyek pê?kê?î reya gi?tî kir. Bi vê daxuyaniyê li Tirkiyeyê krîza siyasî dest pê kir û di encamê de serokkomar nehat hilbijartin. Dîsa bi daxuyaniya sererkaniya Tirkiyeyê ya 7 Hezîran 2007 an de krîza siyasî kûrtir û firehtir bû. Nûha wusa diyar dike ku Tirkiyeyê li hemberî hemû kurdan û Herêma Federe ya Kurdistanê ?erekî nefermî îlan kiriye, bi sed hezaran le?ker li herêma Kurdistanê hatiye bi cîh kirin. Li sê bajaran, li ?irnax, Heqarî, Sêertê bi fermî ”herêma ewlekarî”, di eslê xwe de “herêma temponî”, “rêjima awarte” hatiye îlan kirin.

Di sedsala 21 emîn de jî gelê kurd li Tirkiyeyê ji hemû mafên xwe yê neteweyî bêpar dijîye. Desthilatdariya neteweya tirk, îdeolojiya Kemalîst, ola îslamî, mezheba sunî, elîteke bi îmtiyaz dom dike. Bi vî awayî demokrasî ava kirin, hak û hiqûq saz kirin, di navbeyna hemvelatiyan de wekhevî pêk anîn ne mimkûn e. Divê neteweya kurd, hemû grubên etnikî yên li Tirkiyeyê dijîn xwediyê mafên neteweyî bin. Ji bona vê jî kêmtirîn sîstemeke demokrat, federal pêwîst e. Wê demê li cem neteweya tirk, neteweya kurd dikare deshilatdar be, xwe bi xwe îdare bike, jiyana xwe bi biryarên xwe ava bike û birêve bibe.


Rola tevgerê û jê re xwedî derketin…

Tevgera Kurdistanê ya 1925 an him ji bo Tirkiyeyê û him jî ji bo neteweya kurd, bûyereke dîrokî û girîng e. Ev tevgera, pi?tî ku Komara Tirkiyeyê ava bû, neteweya kurd hat înkar kirin, mafên neteweyî ya gelê kurd qedexe bûn, derket holê. Armanca vê Tevgera Kurdistanê ya 1925 an, parastina mafê çarenivisiya neteweya kurd bû. Tevgereke neteweyî, civakî, kîtlewî / gelemperî, rewa / me?rû bû. Vê tevgerê, dixwast ku Kurdistanê azad û rizgar bike.

Ev tevgera, dîroka neteweya kurd e. Ji vê tevgerê û serokên vê tevgerê re xwedî derketin him wezîfeya her kurdekî ye û him jî wezîfeya Komeleya Kurd a Diyarbekirê ye.

Amadekirina Doznameyê ne hiquqî ye..

Min di qonaxa lêpirsînê de xwast ku kurdî, bi zimanê xwe yê zikmakî bîrûreyên xwe pê?kê?î dozgerê komarî bikim, ji bona vê min wergerekî kurdî daxwaz kir. Hezar mixabin dozger ev daxwaza min pêk neanî, îfadeya min negirt, doznameya xwe amade kir û pê?kê?î dadgeha we kir.

Dozger bi vê yekê jî ranewestiya, wergerê kurdî daxwaz kirin, wek tawanekê diyar dike.

Ji bona vê gelek a?kereyê ku doznameya ku hatiye amade kirin gor pîvanên hiquqî nehatiye amade kirin. Divê ev doznameya ji holê rabe, lêpirsîn jinûve dest pê bike, heger pêwîst be, doznameya nû amade bibe.

Axiftina min û panelîstan rast nehatine wergerandin…

Axiftina min û panelîstan ji aliyê kesekî ku navê wî Necmeddîn ?rkût e, hatiye wergerandin. Ev kesa kî ye, karîyera wî çi ye, nayê zanîn. Li cem vê yekê dema ku min werger ji çav derbas kir, min dît ku axiftina min û panelîstan rast nehatine wergerandin. Dema ku teks ji çav derbas bibe, gelek bi hêsanî tê tespît kirin ku gelek ciyên axiftina min û panelîstan ji aliyê werger de jî nehatiye fehm kirin, ji bona vê jî hatiye diyar kirin ku “nayê fêhm kirin”.

Divê ji bona vê, axiftinên me jinûve ji aliyê kesekî ku kurdî ba? dizane ve bê wergerandin, ji bona vê dadgeha we biryarekê bide.

Divê ev doza ji holê rabe…

Ti?tekî gelek ba? e ku di derheqê panelîstan de dozger doz venekiriye. Gor pîvana wekhevî û tevayîbûnê divê di derheqê min de jî doz venebibûya.

Pirsa din ya girîng jî ew e ku bîrûreyên ku min di derbarê Tevgera Kurdistanê ya 1925 an de aniye ser zimên, divê di çarçeva azadiya fikir û bawerî de bê ?irove kirin. Ez jî ba? dizanim ku bîrûreyên ku min anîne ser zimên, ji derveyî bîrûreyên fermî yê dewletê ne. Ji vê jî xwezayî ti?tek nabe. Lewra reya dewletê ew e ku Kurd neteweyekî xweser nîne, ne hewce ye ku neteweya kurd xwediyê maf be, xwe bi xwe birêve bibe, qedera xwe bi biryara xwe tespît bike, desthilatdar û serwer be. Ez jî li dijî ev reyên dewletê me.

Lê gor azadiya fikir, mirov dikare fikrên cihê, him ji dewletê, him jî ji desthilatdaran ferqtir biparêze.

Di derbarê vê pirsê de Dadgeha Ewrupayê biryarên gelek girîng û dîrokî dane. Gor biryara Dadgeha Ewrupayê, fikrên ku civatê ?ok bikin, di civatê de hejandinê pêk bînin parastin, gor Peymana Mafên Mirovî ya Ewrupayê di çarçewa azadiya fikir de tê mûtalaa kirin.

Di vê derbarê de Dozgerê Komarê ya Diyarbekirê Sileyman KARACA, di 28. 01. 2005 an de ji bona min û 263 hevalên min, biryareke gelek girîng da ku di derbarê me de doz venebû. Di vê biryarê de “azadiya fikir” terîf dibe. Ji bona vê gelek biryarên Dadgeha Ewrupayê jî wek nimûne tên nî?an dan.

Ji bona ku dadgeha we jî, vê biryarê bide ber çav, ez pê?kê?î we dikim.

Fikrên min ?iddetê jî te?wîk nake. Min bîrûreyên xwe di salona girtî de aniye ser zimên. Unsura tawana ku di xala 216 an ya qanûna cezayê de hatiye terîf kirin jî, pêk nehatiye. Qanûn, behsa “telûkeya nêzik û vekirî” dike. Di ser panelê re 2 sal derbas bûye. Raperîneke civata kurd girêdayî van nerînên neqewîmiye.

Ji bona van sedeman divê ev doza ji holê rabe.


Têbinî : ?ro ( 12. 06. 2007 ) diru?ma pêk hat. Min, bi devkî û niviskî kurdî parêznameya xwe pê?kê? dadgehê kir. Werger jî kir tirkî. Parêzer Birêz Sabahaddîn Korkmaz jî parêznameyeke dîrokî, hêja, naverok dagirtî, pê?kê?î dadgehê kir. Dirû?ma ji bona ku dozger mûtalaaya xwe ya dawî û esasî pê?kê? bike, ma roja 28.0.2007, saet 14.30yî.


Bakurê Kurdistan - Diyarbekir, 12. 06. 2006
?brahîm G??L?
ibrahimguclu@gmail.com
Dema we?ana nivîsê : 28. 06. 2007


?brahîm Gûçlû

Kurdistan Welatê Kurdaye - Her Bijî Kurd û Kurdistan

http://www.pdk-xoybun.com

http://www.xoybun.com/extra/slide/Unbenannt-2.swf

http://www.pdk-xoybun.com/nuceimages/Newroz_Kurdistan_PDK_Xoybun_x1.jpg

http://www.pdk-xoybun.com/nuceimages/Nexise_Kurdistane_PDK_b.jpg


Kurdistan Welatê Kurdaye ! Her Bijî Kurd û Kurdistan !