PARTIYA DEMOKRAT´A KURDISTAN - XOYBUN

PDK - XOYBUN



BIRATIYA GÛR Û PEZ





BIRATIYA GÛR Û PEZ

Çawa dev ji Kurdistanê berde
Hinek dibêjin gel tev bira ne

Lê ti kes dîtiye an jî seh kiriye
Gûr û rovî bi pez re bibin birane

Demeke rom û ereb farisan
Ketin nav pez û baxçe û rezan

Ta niha bi navê mezheb û olan
Parçe kirin welatê me Kurdistan

Îro di bin navê biratiya gelan de
Didin xwarin maden û petrole

Ev nezanên ser mezin û bêhiþ
Ji destê wan ez bûme nexweþ

Çawa rizgar bibe Kurdistan ?
Bi van mejiyên nexweþ û nezan

Li Moskow digotin; gel tev bira ne
Hun dibînin îro bûne deh û þeþe

Berjewendiyên dagirkeran li pêþ e
Em dibên; wekhevî û em bira ne

Ew dibên; na hun koleyên me ne
Xebata wan tim asîmîlasyon e

Tinekirin û helandina me ye
Çû sed salan rejima wan ev e

Biratiya gelan bi hev ra nameþe
Berjewendiyên nîjadperestan li pêþe

Felek dîsa tîrên xwe reþande
Dilê min ê birîndar û nexweþe

Felek dîsa li dor min dide çerxe
Dil heye bixe bin kêr û meqese


Seydayê Dilmeqes
Dema nivîsandina helbestê - 20. 07. 2006
Dema weþandina helbestê - 17. 04. 2007


Seydayê Dilmeqes

Kurdistan Welatê Kurdaye - Her Bijî Kurd û Kurdistan

http://www.pdk-xoybun.com

http://www.xoybun.com/extra/slide/Unbenannt-2.swf


http://www.pdk-xoybun.com/nuceimages/Newroz_Kurdistan_PDK_Xoybun_x1.jpg


http://www.pdk-xoybun.com/nuceimages/Nexise_Kurdistane_PDK_b.jpg


Kurdistan Welatê Kurdaye ! Her Bijî Kurd û Kurdistan !