PARTIYA DEMOKRAT´A KURDISTAN - XOYBUN

PDK - XOYBUN



Îbrahîm Gûçlû : DEWLETA POLÎSAN, Civîna Bîranîna Serok Berzanî Qedexe û Cîwanên Kurd Binçav Kir…




DEWLETA POLÎSAN, Civîna Bîranîna Serok Berzanî Qedexe û Cîwanên Kurd Binçav Kir…

Kurdistanîyên hêja ! Îro, dewleta polîsan bi zor û zorbatiye, bê biryara walî û biryara dadgehê îzin neda civîna bîranîna serokê neteweya Kurd Mele Mistefa Berzanî. Gel bi zorê ji salona civînê derxist û li ser wan tadeya manewî pêk anî. Dema ku amadekarên civînê û parêzer bi polîsan re rûberû bûn, wan gelek vekirî gotin ku “em bi her awayî desthilatdar in, biryara niviskî ya walî û dadgehê jî ne pêwîst e. Biryara me ji bo qedexekirina civînê bes dike.”

Di encam de, amadekarên civînê bes ji çapemenî û beþdarvanên civînê re li derveyî salonê daxuyaniyek bi kurdî-tirkî pêþkêþ kirin. Ev daxuyanî ji aliyê Gazî Daþ de hat pêþkêþ kirin.

Dema ku daxuyanî hat pêþkêþ kirin û piþt re jî cîwanên kurd û beþdarvanên civînê dem-dem slogana “Ya Kurdistan ya Neman” bi dengekî bilind anîn ser zimên. Vê sloganê polîs, dîn, êriþker û bêedeb kir.

Dîsa ev slogana bû sedem ku 9 cîwanên kurd bên binçav kirin. Ev cîwanên hatibûn binçav kirin, bi piranî endam û alîgirên Komeleya Ehmedê Xanî bûn. Ew cîwanên hatibûn binçav kirin : Berîvan Karadaþ, Îrfan Alkan, Þahîn Daþ, Þeyhmûs Aykol ( Berdevikê KURD – KOMê ), Serdar Yûzen, Veysî TAÞ, Hasan KAYA, Velîd Aydin, Fuad Çîçek bû.

Vê bûyerê jî careke din nîþan da ku dewlet, dewleta polîsan û bûrokratên leþkerî ye.

* * * *

EM BIRYARA QEDEXEKÝRÝNA CÝVÎNA BÎRANÎNA SEROKÊ NETEWEYA KURD MELE MÝSTEFA BERZANÎ PROTESTO Û RÛREÞ DÝKÝN…

Me, wek Înîsiyatîfa Partiya Kurdistanê, Komeleya Ehmedê Xanî, Komeleya ÇIRAyê, Komeleya Cîwanên Kurd biryar dabû ku îro li Salona Mîryildizê Serokê Mezin yê Neteweya Kurd Mele Mistefa Berzanî di 26 saliya salvegera wefata wî de bîr bînin. Hezar mixabin waliyê Diyarbekirê û hêzên ewlekarî (emniyetê) biryar girtin ku em civîna xwe nikarin pêk bînin. Em jî vê biryarê walî û hêzên ewlekarî di destpêkê de protesto û rûreþ dikin.

Ev biryara walî û hêzên ewlekarî, li dijî hiquqa herêmî, hiquqa navneteweyî, peymana mafên mirovî ya Ewrupayê û pîvanên Yekîtiya Ewrupayê ye. Li dijî azadiya xwerêxistinîkirin, xweîfadekirin û fikrî ya komeleyan û kesan e. Heger Tirkiye dixwaze bibe endamê Yekîtiya Ewrupayê, divê þertên demokrasiya plûral û nasnameyan pêk bîne. Dema ku ev demokrasiya plûral û nasnemayan nikare pêk bîne, dê çawa pirsgirêka neteweya kurd û Kurdistanê çareser bike.

Baþ tê zanîn ku ji bona ku pirsa neteweya kurd û Kurdistanê li Tirkiyeyê çareser bibe divê neteweya Kurd jî, qasî neteweya tirk xwediyê maf be. Di van rojên dawî de serokê cuntaya 12ê îlonê ku bi salan ji kurdan re dijminî kiri bû jî pêþniyar dike û dipejirîne ku “dema kurd qasî tirkan xwediyê maf nebin, mûmkin nîne ku kurd wek berê di nav sînorê Tirkiyeyê de bên girtin. Dema ku mafên kurdan bên pejirandin, kurd dikarin bi tirkan re bijîn.” Ev nerîna nerîneke rasyonal û realîst e. Him berjewendiya neteweya kurd û him jî menfeata neteweya tirk di vê helwestê de ye.
Waliyê Diyarbekirê û hêzên ewlakarî çi dikin, mafên mirovê kurd yên gelek xwezayî bin pê dikin. Nahêlin komeleyên wan û grubên wan yên siyasî civînên xwe pêk bînin û serokên xwe bîr bînin.

Dema ku walî û hêzên ewlekarî nehêlin ku kurd serokên xwe bîr bînin, gelo ewê çawa pirsgirêke neteweya kurd çaraser bikin? Ev helwesta ne hiquqî, ne demokrat û ne mafparast dibe sedem ku dijitî û nekokî xurttir bibe.

Serok Mele Mistefa Berzanî, beriya vê 28 salan çû dilovaniya xwe. Dema ku ji navê Serok Mele Mistefa Berzanî tê behs kirin, lehengî, fedekarî, wîcdan, têkoþîn, hiquq, neteweya kurd û dozkariya neteweya kurd tê bîra mirov. Ew yek ji damezrênêrê Komara Mehabadê ya Kurdistanê (1946) ye. Ew damezrênêrê Otonomiya Kurdistanê (1970) û Herêma Federe ya Kurdistanê ye. Dinya neteweya kurd bi navê Serok Mele Mistefa Berzanî nas dike.

Serok Mele Mistefa Berzanî di dilê her kurdekî de dijî. Biryara qedexekirina civîna bîranîna wî hezkirin û rûmeta wî di dilê kurdên bakur de hîn xurttir û mezintir kir.

Em li ber têkoþîn û keda wî, serê xwe ditewînin. Serok Mele Mistefa Berzanî nemir e. Kurdistana federe esera wî û hevalên wî ye. Ew serokê þoreþa îlonê ye; ew bavê serokê herêma federe ya Kurdistanê Mesud Berzanî û mamosteyê Serokdewleta Iraqê Celal Telebanî ye.


Bakurê Kurdistan - Amed, 03. 03. 2007
Dema weþandina nivîsê, 17. 04. 2007
Îbrahîm GÛÇLÛ
ibrahimguclu@gmail.com


Îbrahîm Gûçlû

Kurdistan Welatê Kurdaye - Her Bijî Kurd û Kurdistan

http://www.pdk-xoybun.com

http://www.xoybun.com/extra/slide/Unbenannt-2.swf

http://www.pdk-xoybun.com/nuceimages/Newroz_Kurdistan_PDK_Xoybun_x1.jpg

http://www.pdk-xoybun.com/nuceimages/Nexise_Kurdistane_PDK_b.jpg