PARTIYA DEMOKRAT´A KURDISTAN - XOYBUN

PDK - XOYBUN



EDALET




EDALET

Her tim geriyam min nedît edalet
Þêst û pênc sal in digerim li edalet

Rast nehatim min hîç nedît edalet
Tiþta min heta îro nasiye ji edalet

Di dest qûwet û pere da ye edalet
Bi baweriya min gulistane edalet

Sê destên çepel li ser singê edalet
Di destên dagirkeran da ye edalet

Li Enqere, Tehran û li Þame edalet
Ger rastî bêjim li Lozanê ye edalet

Lozan tim rûreþî aniye rûyê edalet
Îro di destê Brukselê da ye edalet

Leyîstikên Lozanê dubare ye edalet
Di destê emperyalê Brukselê edalet

Parîs, London li Newyork e edalet
Ji axa pirsîn navê te çi ye? Got: Edalet

Zarekî bêkes runiþtibû li ba edalet
Edalet tir dike, davê stûyê wî edalet

Edalet di nav tira axa da ye edalet
Dilmeqes bi rastî dide nasîn edalet

Edalet rastî li avdestxana ye edalet
Bêhêvî nebin bixebitin ji bo edalet

Rizgariya gulistan bixwe ye edalet
Di nav Þoreþ û têkoþînê da ye edalet

Wê bi destê mezlûman were edalet
Di Kurdistana serfiraz da ye edalet

Her bijî Kurdistan her bijî edalet
Di Kurdistana netewî da ye edalet

Bi min edaleta ezîtiyê nabe edalet
Bimre koledarî, bimre sexte edalet

Edalet di nava rastiyê da ye edalet
Ne di destê dagirkeran da ye edalet

Ez ketim bin kêr û meqes bo edalet
Tuf kim rûyê axayê navê wî edalet


Dema nivîsandina helbestê - 11. 02. 2007
Dema weþandina helbestê - 17. 04. 2007


Seydayê Dilmeqes

Kurdistan Welatê Kurdaye - Her Bijî Kurd û Kurdistan

http://www.pdk-xoybun.com

http://www.xoybun.com/extra/slide/Unbenannt-2.swf


http://www.pdk-xoybun.com/nuceimages/Newroz_Kurdistan_PDK_Xoybun_x1.jpg


http://www.pdk-xoybun.com/nuceimages/Nexise_Kurdistane_PDK_b.jpg