PARTIYA DEMOKRAT´A KURDISTAN - XOYBUN

PDK - XOYBUN



DESTÊN TARÎ




DESTÊN TARÎ

Hovan carek dî xwe da nîþan
Li ber derê Agosa ermeniyan
Kûþtin Hrand, raxistin erdan
Dil wî da evîna azadiya gelan

Wî destek dida têkoþîna kurdan
Ew komkûjiya kir li ser ermenan
Sala hezar nehsed û panzdehan
Kûþtina Dînk jî bû dewama wan

Wan tur û gura, kûþtin bi hezaran
Kal û ciwan, keç û jinên ermenan
Koçber kirin li her deverê cîhan
Gelek Aram Dîkran û Karapêtan

Bêkes û sêwî hîþtin zarokê wan
Cîhan bê deng ma, nihêrî li wan
Destên tarî Hrand dane kûþtin
Bi destê xîzan û nezanek lazan

Dagirker çi xwest ji vî mirovê
Mezlûm, feqîr û pêlav qetiyayî
Dane kûþtin bi kurekî pontosê
Ew jî feqîrekî pêlav qetiyayî

Ew destên tarî yên dagirkeran
Tim digere di nav kurd û lazan
Pisîkopatan dineqîne ji nav wan
Bi ol û pereyan diþo mejiyê wan

Dide destê wan bombe û çekan
Dide kûþtin zanyar û nivîskaran
Aþitîxwazên kurd û ermeniyan
Wekî Sîncar, Wedat û Anteran

Li Amed, Êlih û gelek deveran
Di nava rojê, eþkere li ber çavan
Hrand nivîskarê fikir û ramanan
Têkoþîn dikir ji bo azadiya gelan

Lema birîn dengê Dînkê dilovan
Bo dernekeve holê rûreþiya wan
Dikûjin û dibirin dengê kevokan
Ew xwe vediþêrin li piþt perdan

Lê har û hov dixapin wek caran
Bi kûþtinan zêde dibe dengê wan
Dagirkerên xwînmij ketiye dafan
Bi herdu lingan û bi herdu destan

Ew nikarin bi înkar û bi gotinan
Xwe xelas bikin ji komkûjiyan
Xwuya ye êdî danaqurtîne cîhan
Înkar çare nîne ji bo dagirkeran

Kurd û ermen yek bûn bi hev ra
Cinarên hev bûn di nava hev da
Bi hev ra dijîn weke dost û bira
Xwarinan par ve dikirin bi hev ra

Dilmeqes gelek xemgîn û xembar
Ji bo Hrandê aþitîxwaz û evîndar
Ji ber zilma dagirkerên xwînxwar
Dikim îsyan, hewar û sed hewar


Dema nivîsandina helbestê - 24. 01. 2007
Dema weþandina helbestê - 17. 04. 2007


Seydayê Dilmeqes

Kurdistan Welatê Kurdaye - Her Bijî Kurd û Kurdistan

http://www.pdk-xoybun.com

http://www.xoybun.com/extra/slide/Unbenannt-2.swf


http://www.pdk-xoybun.com/nuceimages/Newroz_Kurdistan_PDK_Xoybun_x1.jpg


http://www.pdk-xoybun.com/nuceimages/Nexise_Kurdistane_PDK_b.jpg