PARTIYA DEMOKRAT´A KURDISTAN - XOYBUN

PDK - XOYBUN



Mahir Barwarî : Kurdên Êzidî bila nehên xapandin !!!




Kurdên Êzidî bila nehên xapandin !!!

Kurdistanîyên hêja !

  • Piþt rastkirin bi hinde pêzanînên bawerpêkirî, ku bi destê me keftîne, lîjna bi nav ya çalakîyên Êzidî ya li Ewropa, xwe amadekirîye bu meþekê li ber avahîyê Perlemanê Ewropî, li Broxsilê, paytextê Belcîka li roja 26.04.2007 ê.

    Layenên bi vê meþê radibin evên xarê ne :
    1 - Hinde kesanên xwe perês, ku amadene Ol û Welatê xwe biden bi mafê penaberî yê û di wê xeyalê da di leyzin, ku bi fihêtkirin û bi xirabî behskirna rêveberiya li baþurê Kurdistanê, dê rewþa wan ya penaberîyê baþtir lê hêt û bine xodan Pasportên biyanî.
    2 - Bizava binav ya Êzidîya, ( حرکه الایزیدیه من اجل الاصلاح و التقدم ) .
    3 - Kevne Beisîyên paþveru û êtîmboyên Seddamî.
    4 - Qolp û koma daxdidil û bi kîn ji Kurdisanîya ( Salih Motleg ).
    5 - Kesanên xwe di nav rêzên Partîyên Kurdistanî da veþartîn û xebatê di ken ji bu têkdana biratîya di navbera Partîyên Kurdistanî da, taybet PDK û YNK ê.

    Merem ji vê meþê :
    Ya zanaye ji van layenêt bi vê meþê radibin, bereyekê tondrewê þofînistî ye, dijî mirovatî û mafê gelan û azadîyê ne, di hizir û bîrên xwe da zûr li paþin û di kevnarin, xwe bi wêrisên kevne perêsî ya Erebî û bi êtîmên Seddamî û Partîya Beisa kimbaxboy û heriftî di zanin, xewna bi rojên fermana û zordariya xwe û gorên bi kom û kîmyabaran kirna belengaz û hevrikên xwe di bînin.

    Van di vên someta herêma Kurdistanê û îdara wê bi hermînin, Êzidiya ji hev belav ken, berê wan ji Laleþa noranî vegêrin, 75 fermana ji bîra wan biben, Egala lê zêde ken.

    Herwesa ya ji hemîyê berçav tir, kar bu di ken,Kurdên resenên Êzidî ji kuka wan veqetînin, berev kukeka ne dîyar û kevnar û kultorekê bi gemar û hevrikî û serjêkirnê û bi zîndî bi gorkirnê bi ben…

    Pêkulê di ken ji bu rêgirtinê li ber madê 140 yê Destorê Êraqa Fîdiral, sarkirna Kurdên Êzidî ji deng nedanê bo vegerandina deverên Kurdistanê yên hêj nevegerayne ser herêma Kurdistanê, mîna: Þingal, Þêxan, Baþîk û Behzanê…

    Heke ew di rastin li gel xwe û xwe bi xodan maf dizanin, divîya ew li gel berpirsên herêma Kurdistanê, di rêka Mîr û Þîretkar û Navdarên Êzidîya ra denûstandin û çareserkirna alozîyên li deverê gêngeþe û çareser biken, meþ û xwepîþandanên xwe li beramberî Perleman û Hikometa Herêma Kurdistanê bi ken, ku çi astengî li ber nabin, ne li Belcîka, an li cem neyarên xwe berî hemîya û paþî yên Kuurdistanê.

    Kurdistana ya di devê gorga da, rewþa baþurê Kurdistanê rewþeka ne normale, kêþe û alozîyên sedan sala, dojmina bo wan hêlayne bê çareserkirin, bêgoman kêmasî hen, lê rij bi roj bi hevkarîya gel dê çareserbin…

    Çareserî bi gêngeþê di bît bi layenên peywendîdar ve, ku Kurdistanî bi xwe ne, eve kêþeka navxweyi ye, têxistina destên nahez û daxdidila, dilê dojmina þad dibît û di berjewendî ya wan daye..

    Wekî ez di merema van layena gehiþtîm, daxazê ji birayên xwe yên resenên Kurdên Êzidî û Kurdistanî ya û kesanên mirov dost û azadî xaz di kem, ku tevlî vê meþê nebin…

    Piþikdarî kirin di vê meþê da, ziyane bu mirovatîyê, bu rewta azadî û serxwebonê, piþtgîrî ya kevneperêsî û þofênî û koledarîyê ye, vegerandina Ferman li ser Êzidî ya û gorên bi kom û Enfala ye.

    Destek kirina van layenên îflas û þehmizar boy di dîroka mirovatîyê da mîna : ( Xodanên gorên bi kom, Enfal û kîmyabaranê û êtîmên Diktatorî û þofînîya Erebî, Salih Motleg û xwe firoþên wan…) Bê rûmet û xîyanet kirine li mirovati yê û li Ol û welatî, mokomkirin û vegerandina zordarî û dagîrkerî û talankirin û hew û Fermana ye.

    Bila em hev do qebîl keyn, zimanê me yê hevçerx bît, zimanê bi hevra jîyanê bît, bikarîn bi hevra kar bikeyn û alozîyên xwe li ba xwe çareser keyn, dest ji dûvelankî û fîta vî an fîta yê henê berdeyn, mifa wergirtin ji wê zorî û bindestî û dagîrkerî ya li ser me bi hizaran sale, Kurdistanê bikeyn nimona bi hevra jîyana Ol û Netewa…


    Almanya - Dortmund, 12. 04. 2007

    Mahir Berwari
    barwari@web.de
    Dema weþana Helbestê, 13. 04. 2007


    Mahîr Berwarî

    mbarwari@hotmail.de

    Kurdistan Welatê Kurdaye - Her Bijî Kurd û Kurdistan

    http://www.pdk-xoybun.com

    http://www.xoybun.com/extra/slide/Unbenannt-2.swf


    http://www.pdk-xoybun.com/nuceimages/Newroz_Kurdistan_PDK_Xoybun_x1.jpg


    http://www.pdk-xoybun.com/nuceimages/Nexise_Kurdistane_PDK_b.jpg