PARTIYA DEMOKRAT´A KURDISTAN - XOYBUN

PDK - XOYBUN



Îbrahîm Gûçlû : HEVAL, DOST û KURDÝTANÎYÊN HÊJA...



HEVAL, DOST û KURDÝTANÎYÊN HÊJA...



Emê Newroza 2007-an jî li hemû beþên Kurdistanê di þertên taybetî de pîroz bikin. Li Baþurê Kurdistanê gelê me di þertên azadiyê de û di þertên avayiya federe de, di bin desthilatdarî û serwerîya xwe de dê pîroz bike. Hezar mixabin li beþa Bakurê Kurdistanê, li beþa Rojhilata Kurdistanê û li beþa Rojavayê Kurdistanê gelê me newroza xwe, di bin nîr û bandora kolonyalîzma dewleta tirk, îranî û ereb de, ji hemû mafên xwe yên kesayetî û grubî yên neteweyî bê par, dê derbas bike.

Helbet di sedsala 21-an de ev yeka ji bona me divê him bibe xemginiyek û him jî bibe dersek.

Em baþ dizanîn ku Newroza 2007-an bi wesîleya referandûma Kerkûkê ji bona neteweya kurd/me li her beþê xwediyê taybetmendiyekê ye. Lewra ev sala di dilê hemû kurdan de çi li welêt û çi jî li derveyî welêt, SALA KERKÛKê ye. Ji bona vê divê em di Newroza 2007-an de jî Kerkûkê bixin rojava xwe, ew xeteriyên li hemberî Kerkûkê ji aliyê dewletên kolonyalîst û bi taybetî jî ji aliyê dewleta tirk de tên rojevê berteref bikin, hewil bidin; ruhê ku ji Kerkûkê re xwedî derkeve xurt bikin.

Li Kurdistanê Newrozê, him di þertên azadiyê de û him jî di þertên zehmet de dê pîroz bibe…

Helbet gelê me li Tirkiyeyê, li Îranê, li Suriyeyê ji bona ku azadî û rizgariya xwe qezenç bike di nav têkoþîneke bêhempa de ye. Li Îranê û li Suriyeyê guhertina desthilatdariyê û statûya siyasî di rojevê de ye. Li Tirkiyeyê jî ji bona ku gelê me mewziyên nû qezenç bike derfetên nû derketine holê. Hezar mixabin ew mentalîteya me ya dema þerê ser, mentelîteya me ya di sewiyaya eþîretiya siyasî de heyî, di pirsa rêxistina neteweyî û yekîtiyê de negihîþtiye merheleya neteweyîbûnê de, ji bona vê em ew derfetên heyî nikarin bi kar bînin; li hemberî dewleta tirk bibin alternatîfekê.

Bila Newroz ji bona we û malbatên we û gelê me pîroz be. Ez hêvîdar im ku Newroza 2007-an ji bona îslah û perwerdiya me ya nû bibe platformekê. Ji bona azadiya neteweya kurd û ji bo rizgariya Kurdistanê bibe rojeke têkoþînê û gaveke nû ya hêja.

Bimînin di xêr û xweþiyê de.


Bakurê Kurdistan - Amed, 18. 03. 2007
Îbrahîm GÛÇLÛ
ibrahimguclu@gmail.com

Îbrahîm Gûçlû

Kurdistan Welatê Kurdaye - Her Bijî Kurd û Kurdistan

http://www.pdk-xoybun.com

http://www.xoybun.com/extra/slide/Unbenannt-2.swf

http://www.pdk-xoybun.com/nuceimages/Newroz_Kurdistan_PDK_Xoybun_x1.jpg

http://www.pdk-xoybun.com/nuceimages/Nexise_Kurdistane_PDK_b.jpg