PARTIYA DEMOKRAT´A KURDISTAN - XOYBUN

PDK - XOYBUN



QAMÝÞLOKÊ





QAMÝÞLOKÊ

Teyrê baz
çendî bi firê bilind bibe,
çol û çiya dûr bikeve,
herdem bi çavên evînî li hêlînê vedigere..!!
Ji serê sibehê de
agir di hinava Qamiþloka min de dikeliya..
dema Qahfreþ lê bûne nijdevan;
bi çepelî
tevna pîrê rakirin,
hêlîna tivîlkê xerab kirin..!!

Qamiþlokê
meþxela 12 adarê
di dîroka te de vêketiye..
bi qehremaniya zarokên canpola
navê dayikê
di asoyê azadiyê de ronî da..!!


Qamiþlokê
Kevokê
dil ji te re min kir hêlîn
çav ji te re min kirine kozgeha evînê..
Feraþîna rewanê min tu wî,
xezala li ser lêvê,
kaniya her peyvê,
stêra þevê,
cana ji canê te
sûlavek hezkirin dizê..!!

Qamiþlokê
Ji vê sîwana tarî qîriya,
ji keseran zemîn hejiya..
lîsgeh bû pencere
ji xumxuma ava serê kaniyê,
ji birîna girê þermola,
ji hêrsa dayikan,
ji raperîna zarokan,
ji êrîþa bav û biran,
ji nalîna pilingên birîndar
rewanên çivîkên
serhildanê bi firê ketin..!!

Qamiþlokê
bi gulebarana bê ûjdan
perwaneyên evîndar,
hem kevokên nûfirî
ji hêlînan bêpar kirin...
Bi dengekî þewat
xakê bang kir
þehîd namirin..
Dengê serhildanê giha erþê asîman
avdara 2004an
peleke nû li dilê te vekir dîrokê..!!


12. 03. 2007


Helbesta : Ahîn Zozanî
Dema weþana helbestê, 05. 04. 2007


Ahîn Zozanî

Kurdistan Welatê Kurdaye - Her Bijî Kurd û Kurdistan

http://www.pdk-xoybun.com

http://www.xoybun.com/extra/slide/Unbenannt-2.swf

http://www.pdk-xoybun.com/nuceimages/Newroz_Kurdistan_PDK_Xoybun_x1.jpg

http://www.pdk-xoybun.com/nuceimages/Nexise_Kurdistane_PDK_b.jpg