PARTIYA DEMOKRAT´A KURDISTAN - XOYBUN

PDK - XOYBUN



Mahîr Berwarî : Dê were




Dê were

Li çi di gerî ? Va ezim, rêvingê rêka te me
Zor ji mêje li te di gerim, pepuka dava te me

Min dil û cerg ji tera, tu bi Xudê key vegere
Soz me ya day bi hevra, zû lezê ke dê were

Dê were ey dil bi qurban, lezke lezke bi lerzîne
Ez bi jivan, ey xan û man, vi Ebdalî bi hewîne

Kuleyê îþqa te ez im, çarokê li ser rû vede
Xwe di gezim, li dûv te di bez im, mem û zîn sed der sede

Ka lezê ke, min xinê ke, bu yarê xwe bi girnije
Fez þehîdê ewê rê me, bes bi tîra min bi koje

Girtiyê nav birh û çava, bes bi ke rava, hey mal ava
Ji bêhna rîhan û gulava, pirç dav dava, rû bi xonava

Wey xudê ev can çi tove ? Rû bi xal enî þilove
Bom kelex bêje hilove, li nîva mema dergihe, bu te ve bove

Va sîng ji tera cididan ke, bi keve navu û pawan ke
Lê sevîn be ne talan ke, dilî vala ji xem û jan ke

Ezim Nalbend tu Amîna, çi codayne ji Mem û Zîna
Weki te xwe di min alîna, me beskir ji ax û nalîna


Almanya - Dortmund, 06. 02. 2007


Mahir Berwari
barwari@web.de
Dema weþana Helbestê, 23. 02. 2007


Mahîr Berwarî

mbarwari@hotmail.de

Kurdistan Welatê Kurdaye - Her Bijî Kurd û Kurdistan

http://www.pdk-xoybun.com

http://www.xoybun.com/extra/slide/Unbenannt-2.swf


http://www.pdk-xoybun.com/nuceimages/Newroz_Kurdistan_PDK_Xoybun_x1.jpg


http://www.pdk-xoybun.com/nuceimages/Nexise_Kurdistane_PDK_b.jpg