PARTIYA DEMOKRAT´A KURDISTAN - XOYBUN

PDK - XOYBUN



Maruf Yilmaz : 21ê SÝBATÊ ROJA NAVNETEWEYÎ YA ZÝMANÊ ZÝKMAKÎ YE





21ê SÝBATÊ ROJA NAVNETEWEYÎ YA ZÝMANÊ ZÝKMAKÎ YE

  • Hebûn dibêje : “Kurdî zimanê dayîka min e, zimanê dayîka min þêrîn e. Kurdî zimanê kurdan e. Ez kurd im, zimanê min kurdî ye. Xwiþk û birayên min ji ber ku navên wan bi kurdî bûn û wan bi kurdî deng dikirin hatin kuþtin. Em bi giþtî kurdî deng bikin û em zimanê tirkî protesto bikin, hemû kurd bila bi zimanê xwe yê þêrîn deng bikin. BÝLA ROJA KUÞTÝNA XWÝÞK Û BÝRAYÊN MÝN BÝBE ROJA ZÝMANÊ KURDÎ. ” Bi ya min bila Roja Îlankirina

  • Zimanê Kurdî li Baþûrê Kuristanê bibe, Roja Zimanê Kurdî.

    21ê Sibatê, roja navneteweyî ya pîrozkirina zimanê zikmakî ye. Di vê rojê de þahî ye. Þagird, mamosteyên wan, dê û bavên wan, govend û dansê digirin û vê rojê bi dilþadî pîroz dikin. Þahîyeka mezin e, ji bo hemû zimanan û herwisan jî ji bo zmanê kurdî.

    Di derbara vê rojê de UNESCO dibeje : ”mafê her zarokî / ê heye ku bi zmanê xwe yê zikmakî perwerde bibe û divê kes nikaribe vî mafî jê bigire. Divê di her civakê de ev maf hebe û rê vebike ji bo pirdengînî û pirkulturî û ev daxwazên hêja dê bibine bingeha paþeroja me.”

    Ev roja pîroz her sal li welatên ku endamên Yekitîya Ewrûpayê ne bi çalakîyên pirdengînî û pirrengî ve tê pîrozkirin. Ziman nasname bi xwe ye û carna jî wekî dîn û îman e. Çar zarokên pismanên min ji bo zimanê xwe yê þêrîn hatin kuþtin. Navê bavê wan Mehmed Demir ( 33 salî ) ye û zarokên wî Zîlan ( 8 salî ), Evîn ( 10 salî ) Mizgîn ( 12 salî ) û Þîlan ( 7 mehî ) bû. Zarokên hevlingê pismanê min ( Mehmed Çetinkaya ) Îbrahîm, Nalîcan ( Nazli ), Nazar û xaltîya wan Emîne Çetinkaya wekî zarokên pismamên bi destên dewleta tirk ve hatin kuþtin. Ji ber ku mal, mala kurdan bû. Hêza kûr a dewleta tirk ji kurdîya zarokan ditirsîya. Gundê me XOSOR bi tevî dar û ber, heywan û xanîyên xwe ve hate þewitandin. Zmanê zikmakî fikirê diafirîne û fikir bi pirsa netewebûn û zimanî ve girêdayî ye.

    Hebûn dibêje: ” Ez kurd im, zimanê min kurdî ye. Xwiþk û birayên min ji kurdî hes dikirin. Kurdî, zimanê kurdan e. Kurdî zimanê dayîka min e, zimanê dayîka min þêrîn e. Tirkî zimanê tirkan e.

    Tirk dibêjin : ”zimanê tirkî bingeha hemû zimanan e û tirkek hêjayê tevayîya dinyayê ye .” Tirk ji bîr dikin, ku tiþtê mirov ji xwe re dixwaze, mafên gelên dî ne jî.

    Ferdinand de Saussure ( 1857 - 1913 ) : dixwast bibêje ku ziman ne ji kîsê XWEDÊ ye, bêî wî, bi danûstandinên bi hev re ( kollektîf ) çêbûye. Tu însanekî bi serê xwe, bi tenê ziman afirandîye û tu kes bi tenê nebûye xwedîyê zimanekî axaftinê. Ziman kollektîf e. Em hemwelatîyên xwe bikiþînin ser girîngîya hînbûna zimanên dî. Roja zimanê zikmakî yê ewrûpîyan, di 21ê sibatê de ye. Rojeka pîroz e, dê kengê roja zimanê me, zimanê kurdî be ? Çawan, bi çi hawayî û kîngê, em dê zmanê xwe bipeyvin, binivîsînin û bixwînin û em dê wî zmanê þêrîn bikin rojevê da ku em bikaribin bi alîkarîya zmanê xwe, zimanê duyemîn û sêyemîn jî hîn bibin. Ji ber ku bi pêþveçûna teknîkê ve di warê ragihandina elektironîkî de zimanek bi tenê têr nake û pirzimanîbûna mirovî / ê gelek derîyên nûh vedike.

    Biryarên dîrokî di derbara mafên zarokan de :
  • 21ê Sibatê, sal 1952, di Rojhileta Pakistanê de xwendekarên Bengladeþî yên Universiteta Dhakayê, xwepênîþandaneka mezin çêkirin û doza “resmîbûna” zimanê xwe ( bengalî ) kirin. Di navbera polîsên Pakistanî û xwendekarên Bengalî de þerekî giran dest pê kir û di vî þerê giran de bi qasî 10 -15 xwendekar hatin kuþtin. Lê wan mohra xwe li dîrokê xistin.

  • Bengladeþ wekî Kurdistanê hatibû dagirkirin û urdu / pakistanî bûbû fermî. Ew Bengladeþ di sala 1971ê azad bû û pê re zimanê bengalî bû zimanê fermî.

  • UNESCO di sala 1953an de li ser girîngîya perwerdeya zarokan bi zmanê zikmakî radiweste û dibêje : “ Divê her zarok bi zmanê xwe, zmanê zikmakî ( zimanê malê ) perwerde bibe ( UNESCO, 1953 : 86 )

  • Organa Neteweyên Yekbûyî di sala 1989ê de minaqeþe li ser mafên zarokan kir. Ev organ “Konvensîyona zarokan ( barnkonvention )” bû.

  • Roja zarokan di sala 1905an de li Stockholmê çêbû.

  • Sedsalîya zarokî / ê di sala 1896an de çêbû.

  • Biryara Konseya Ewrûpayê di derbara girîngîya zmanê zikmakî de. Ev biryar di roja 17-11.1999ê de çêbû. Rewþa zmanê zikmakî baþtir bû.

    ( UNESCO, 1953 : 86, Regeringens proposition : ( 1979 ) 1978 / 79 : 180, Läroplan för grundskolan: Stockholm, Yilmas, M. 2005 )

    Armancên Konseya Ewrûpayê ev in :
    1. Girîngîya zimanê yekemîn û rola wî ji bo zimanê duyemîn û sêyemîn.
    2. Rûmetgirtin ji bo mafên zmanî û kulturî yên hindikneteweyan û tolerans li hember wan.
    3. Di demokratbûna her civakekê de, mafê perwerdeya zimanê zikmakî girîng tê dîtin.
    4. Girîngiya hînbûna zimanê zikmakî, zmanê malê ji bo aþitî û kêmkirina gelþ û problemên civakî.
    5. Þagird bi perspektîveka berfireh li mijaran mêze dike û dibe xwedîyê kultureka berfireh.
    6. Pêþveçûna teknîkên nûh di warê ragihandina elektronîkî de jî, zimanek bi serê xwe, zimanekî bi tenê têr nake û pirzimanîbûna þagirdî / ê gelek deriyên nûh ji bo wî / wê vedike.

    21ê Sibatê....., 11. 02. 2007 de ev nivîs di kovara serbest hatiye weþandin.


    Maruf Yilmaz : Magisterand & fîl.kand, hindava zanyarîya zarok û ciwanî


    23. 02. 2007












    Maruf Yilmaz

    Kurdistan Welatê Kurdaye - Her Bijî Kurd û Kurdistan

    http://www.pdk-xoybun.com

    http://www.xoybun.com/extra/slide/Unbenannt-2.swf


    http://www.pdk-xoybun.com/nuceimages/Newroz_Kurdistan_PDK_Xoybun_x1.jpg


    http://www.pdk-xoybun.com/nuceimages/Nexise_Kurdistane_PDK_b.jpg