PARTIYA DEMOKRAT´A KURDISTAN - XOYBUN

PDK - XOYBUN



Axaftina Mesûd Barzanî Parlamentoya Kurdistanê 25-ê adara 2002-ê


Barzanî:Heger yekî biryar dabe ko ji bo kêþeya rewa ya gelê xwe bimre ew ji tehdîdên ti kesê natirse

Amadekar: Arif Zêrevan

Axaftina Mesûd Barzanî
Parlamentoya Kurdistanê
25-ê adara 2002-ê


Bi navê Xwedayê mihrivan û dilovan

Xuþk û birayên birêz,

Ez xwe bextewer dibînim ko ev derfet ji bo me çêbû da careka dî em bi minasebeta vekirina dewra yekê ya sala 11-ê ya Parlamantoya Kurdistanê bi hev re kom bibin. Heq e em ji vê mehê re bibêjin meha kurdan. Bi rastî ji ber ko meha adarê ji bûyerên diltezîn, xweþ û nexweþ tejî ye - ko li ser gelê Kurdistanê de hatine. Bi vê minasebetê, ez ji bo wan bûyerên xweþ yên ko bi ser de hatine pîrozbahiyeka germ li gelê Kurdistanê dikim. Di eynî wextî de serxweþiya xwe raberî gelê Kurdistanê dikim ji bo wan bûyerên diltezîn û ew jî gelek in.

Em gava ko bûyerên xweþ tînin bîra xwe ji bo hindê ye da neviyên me yên paþerojê van destketiyên bi dest ve hatine wekî rojên xweþ û bûyerên xweþ bizanin, ko ew jî berhemên dana gelek qurbanan û xebateka mezin in. Gerek em van bûyeran ji bîr nekin û ji bîra me neçin. Bûyerên diltezîn jî ko em yad dikin ji bo wê yekê ye da bizanîn çi xedr û çi zilm li gelê kurd û gelê Kurdistanê hatiye kirin. Ev jî ne ji bo wê yekê ye ko hizra tolvekirinê di nav gelê xwe de kûr bikîn. Lê ji bo hindê ye ko em hemî bi hev re bixebitin da careka dî ew bûyerên diltezîn, ew zilm û zordarî dubare nebe.

Herwekî hon yên birêz jî dizanin, îro meseleya girîng li dinyayê meseleya terorê û þerî ye. Ew þerê ko dirist bûye, hindek rojname û li hindek cihan bi navê þerê cihanê yê sêyê bi nav dikin. Li bîra me hemiyan e ko 11-ê îlona borî, çi bûyereka mezin li Emrîkayê qewimî. Bê þik piþtî vê bûyerê gelek tiþt li cihanê hatin guhortin. Ew devera ko em tê de dijîn yek ji wan deveran e ko texmîn tê kirin ko dê bûyerên mezin lê biqewimin.

Bi rastî em serbilind in ji ber ko sicîla me gelek paqij û bijon e, herçend gelek teror li dijî me bi kar hat, xedrek mezin li me hat kirin, belê em bi merdane li meydanê rawestiyan û me pena nebir ji bo ti karekê terorîstî. Îro em berhemên wê helwêsta pak û bijon dibînin. Li hire jî ez pewîst dizanim ko îþaretê li wê çendê bikim ko bi rastî ev jî bi hikmeta Barzaniyê nemir ve girêdaye. Ewî rê neda ko em tevlî þaþiya bibin. Ev helwêsta lêborîn û helwêsta birayetiyê ye. Heta xebat û berxwedan jî divêt bi exlaq dagirtî be. Wî ev di nêv me de çand.

Helbet gelek behsa wê yekê tê kirin ko reng e Iraq bibe armanc. Dê lê bidin yan lê nedin? Jixwe ji bilî xwediyê biryarê kes nikare bersiva vê pirsê bide ko ew jî Emerîka ye. Tiþta ko bi me ve girêdayî ew e ko lê bidin yan lê nedin, peywendiyeka mezin bi çarenivîsa me ve heye: Çi wek kurd çi weke iraqî jî. Ji aliyê me ve gelek eþkere ye ku em bi ti biryara re nîn in û nabin jî ko bi ziyana gelê Iraqê temam bibe. Ji bo me gelekî girîng e ko em bizanîn ka alternatîf çi ye. Gelo mesele tenê lêdan e, yan lêdan e û alternatîf û bername heye? Bi rastî ev pirseka mezin e û heta niho bêbersiv e. Tiþta ji bo me girîng em tecribeya xwe biparêzin û eger bikaribin bi pêþ ve bibin.

Çiqas ji me bêt em vê tecribeyê biparêzin û herwiha çiqas ji me bêt eynî helwêstê bo parastina Iraqê jî nîþan bidîn. Eger em bikaribîn miletê Iraqê jî ji zererê biparêzin yan jî zerer û ziyana wan kêm bikin, em texsîriyê nakin û wê wekî erkekê li ser milê xwe dizanîn. Belê li vir pirsiyar ne ew tenê ye. Gelo wê li rejîmê bidin û ka hon li gel wê yekê ne ka lê bidin yan lê nedin? Rastî pirsiyareka wisa kurt bi nisbet me çi bersiv ji bo nîne. Bi sedan pirsên dî li ser vê pirsê re hene. Me bersiva wan divê, da paþê em bikaribin biryara xwe bidin. Hemî jî bi wê yekê ve girêdaye, gelo rewþa miletê me dê baþtir bibe? Rewþa Iraqê dê baþtir bibe yan ne? Elbet tiþta ko rewþa Iraqê baþ bike û vê tecribeya me ber bi pêþ ve bibe, rewþa miletê Kurdistanê baþtir bike emê bi wê gavê re bin. Eger xirabtir bike û em tevlî kaos û belayekî bibin û nezanîn serê wê li kû ye û binê wê li kû ye hingê ne mimkin e ko em têkilî karekê wisa bibin. Ji ber ko ev meseleyeka pir girîng e, meseleyeka çarenivîssaz e. Divêt em li ser vê pirsê vekirî û aþkere rawestin. Ev helwêsta me ye.

Bi çi awayî jî be divêt gelê Iraqê biryara xwe bide, bêyî desttêwerdana ji derve. Ji bo me wekî kurd û wekî kurdistanî vê parlamentoyê, ko temsîla îradeya rast ya gelê Kurdistanê dike, biryara xwe daye ka çawe kêþeya gelê kurd çareser bike. Ew jî bi awayekê federalî û li ser bingehê federaliyê ye.

Em amade ne bi hemî aliyan re - yên ko alîgiriya vê çareseriyê dikin û yên ko li dij in jî - rûnin û guftogoyê bikin. Eger wan alternatîfeka baþtir heye bila kerem kin ji me re bibêjin. Eger jixwe her nabe ko kurdan ti mafek hebe, hingê ew meseleyeka dî ye. Wekî ko tête guhê we jî, niho gelek caran ji vî alî û ji wî alî ve tehdîdan li me dikin û dibêjin "em qebûl nakin dewleteka kurdî ava bibe".

Me daxwaza dewleteka kurdî nekiriye. Ez careka dî dibêjim me daxwaz nekiriye. Ne ji ber wê yekê ko em damezirandina dewleteka kurdî ji xwe re heq nabînin, û ne ji ber ko me navêt, lê ji ber ko em realîst nabînin. Rewþeka wisa heye, heger em vê duriþmê bilind bikin reng e ko ne mimkin be. Me bi xwe ew hêz nîne ko tetbîq bikin û kes jî piþta me nagire. Reng e ji bo gelê me zerera wê ji feydeya wê pirtir be. Me daxwaza mafê kurdan kiriye û em wî mafî di çareseriyeka federal de dibînin ko ew jî bi biryara parlamentoyeka hilbijartî ye ko temsîla îradeya miletê kurd dike. Vêca ewên ko li dijî damezirandina dewleteka kurdî ne, ew bi keyfa xwe ne. Ev heqek yê me ye lê me daxwaz nekiriye. Belê eger ew li dijî mafên kurd in, ev pirseka dî ye.

Ew dewletên cîran heqê wan e bixwazin ko ji paþeroja asayîþa xwe piþtrast bin. Ji berjewendiyên xwe, desttênewerdana li kar û barên wan yên nêvxweyî, ev hemî heqê wan e ko ew bixwazin. Lê eger hizra wê yekê bikin û li ba wan her wisa be ko Emerîka li Iraqê bide dê parçe parçe bibe û êdî her kesek bi keyfa xwe dê navendekê ji xwe re dayne û her yekê pariyekê ji bo xwe bibe, bi dîtina min, ev hizreka gelekê þaþ e. Iraq ji wê yekê mezintir e ko bibe pariyek ji bo wan dewletan. Ne miletê Iraqê, ne jî em wekî kurd vê yekê qebûl dikin.

Em wesayeta ti dewletan qebûl nakin. Ez eþkere dibêjim, em fêr nebûne ko bi bindestî bijîn. Divêt em azad bin. Ji bo bidestxistina azadiyê em gelek caran derbeder û penahende bûne, bi salan di bin çadir û þkeftan de, li jêr top û balafiran jiyane. Lê em serbest bûn. Her dema me dixwest ji vê newalê biçin neweleka dî me îcaze ji kesekî wernegirtiye. Ez nabêjim gerek em li ser qanûnan re bin, eger qanûneka adil hebe gerek e em hemî girêdayî wê qanûnê bin. Belê bi rastî me zordariya hikûmeta merkezî qebûl nekiriye. Em dê çawa qebûl bikin ko dewleteka biyanî, cîran, bêt û sîstemeka mueyen li ser me ferz bike!

Ez dixwazim ko ew gelek tiþtan fêm bikin û bizanin. Em destê dostayetiyê ji bo hemî aliyan dirêj dikin û heger ew gavekê ber bi me ve bên em dê bi kêfxweþî deh gavan ber bi wan ve biçin. Li gor berjewendiya wan bi xwe ye jî ko dostayetiya hemî gelê Iraqê û gelê kurd bikin. Ne ko dostayetiya taqimeka belî bikin ko mimkin e sibe bi zerera wan bi xwe temam bibe.

Hinek caran têt guhê me ko li me tehdîdan dikin û bi helwêsteka çewt ji bo midaxeleyên eskerî bihaneyan jî diafirînin. Carekê, berî hemî tiþtî, ez ji wan dixwazim - yên ko bi zimanê tehdîd û bi zimanê serbaziyê diaxivin - bila vegerin bo dîrokê. Ez dibêjim 100 sal, û mimkin e zêdetir jî, belê piþtî þerê cihanê yê yekê ko cihan bi awayekê fireh hat guhortin, xedreka mezin li gelê kurd bû. Belê 100 sal e înkara hebûna gelê kurd dikin, eger bi înkarkirina hebûna gelê kurd çaresera vê kêþeyê kiriba heta niho ev pirs çareser dibû û problemek bi navê problema kurdan nedima ko heta niho maye. Heta ko ew mafê vî gelî înkar bikin û hebûna wî qebûl nekin, mana wê ew e ko hebûna problema kurdî her dê bimîne.

Bila ew temaþayî rewþa xwe ya sed salên borî bikin, ka ewan çend milyar dolar ji bo nehêlana gelê kurd serf kirine, lê cardî jî çareser nekirine û çareser jî nabe. Ev hemî kurdên ko bi milyonan in nayên kuþtin, ne mimkin e, ji halê ranabin. Deh kes jî bimînin têrê dikin ko emn û asayiþa wan têk bidin. Kerem kin, ne wan bi xwe istirahet kirine û ne jî hêlane ko miletê kurd istirahetê bike. Eger wan bi rengekê dî hizir kiribûna, ko me hevdu qebul bikira û birayetiya hev bikira û bi hev re jiyabûna, ji sedê 5-ê wî pereyê ko ji bo wêrankirinê hatine serf kirin eger ji bo avakirinê bihatina bi kar anîn dê herêm hemî bibûya wek biheþtekê. Lê belê înkarkirina hebûna hevdu ti encamê nade, ji bilî berdewamkirina xwînrêtinê, ji bilî berdewamkirina problemên reng û reng, û her roj jî problemên nû dê derkevin.

Ji ber vê yekê, bi rastî, heq e ko hemî teref baþtir bifikirin. Ji ber ko zimanê kuþtin û bikujiyê ne çareserî ye û nabe çareserî jî. Ji ber ko bikaranîna zimanê kuþtin û tehdîdan ti pirs çareser nekiriye û nakê jî. Divêt kurd jî xwe ji tund û tîjiyê bi dûr kin û hêdî ne wextê wê ye. Me izbata hebûna xwe kir. Gava ko pêwist bû þer bikîn me bi mêranî þer kir. Niho jî zeman zemanê diyalogê ye, zemanê qebûlkirina hevdu ye, zemanê pirdengiyê (pluralîzm) ye, zemanê mafê mirovan e, zemanê azadiyê ye. Yan ne, heger ko ew illeh musir bin li ser zimanê tehdîdan, hingê [dibêjim]: Heger yekî biryar dabe ko ji bo kêþeya rewa ya gelê xwe bimre ew ji tehdîdên ti kesê natirse.

Heger armanc ew be ko em dest ji mafên gelê kurd berdin, kompromîsê (musaweme) li ser pêgirên neguhorbar (sewabit) yên neteweya kurd bikin û kompromîsê bikîn û dest ji mafên rewa yên gelê kurd berdîn, willahî rojê hezar caran jî me bikujin em ne kompromîsê dikin û ne jî dest ji xwe berdidin.

Xaleka dî, em ew gelên ko li Iraqê dijîn, ereb e, kurd e, tirkmen e, asûrî ye, kildan e, herwiha yên neteweyî û yên mezhebî, heq e dîsa baþtir li rewþa xwe bifikirin. Em bi kêrî hevdu tên. Ev welat welatê me hemiyan e, em bira bin û pêk ve bijîn gelekê baþtir e. Heq e ko ne hewqas besît bin ko bibin destikên hinek kesên dî ko dibe ne gelekê þarezayê avabûna vê civatê bin.

Ev milet dê bimîne, ev welat jî dê bimîne lêbelê desttêkirina biyaniyan namîne. Ev heqîqetek e. Her çend caran, çend dewletên biyanî hatine, çend imperetor hatine û çûne. Dibe ko bo demekê dest danibin ser jî. Lê belê ev milet dimîne, ji ber hindê ez hez nakim bi ti awayan reftarên welê bên kirin ko bibin sebebê dijminayetiyan di nêvbeyna neteweyan de.


Dibe ko yek li dijî dewletekî yan jî dezgeheka dewletî þer bike, lê þerkirina li gel miletekî karesateka mezin e. Cenabê Barzanî her dem te´kîd li ser hindê dikir ko bi hîç rengekî nabe ko þerê me yê li gel hikûmetê bibe þerê kurd û ereban.

Niho jî reng e ko hinek hewl didin fitneyekî di nêv neteweyên Iraqê de dirist bikin. Baþtir e ko her kesek li gora nisbeta xwe li Iraqê ji bo çarenivîsa xwe û paþeroja xwe hizir bike. Kar bikin bo pêkanina sîstemeka nû ko hemî hevwelatî tê de yekderece bin û ew ferqa ko ev yê dereceya yekê ye, ev yê didoyê ye û ev yê sêyê ye nemîne. Divêt ko erk aþkere bin û maf jî aþkere bin. Ji bo hemî kesê, vêca çi ereb e, kurd e, tirkmen e, asûrî ye, kildan û çi ye, divêt erk û maf aþkere be. Divêt ev xelk li vî welatî azad bit lê belê dûvikbûna bo siyaseta derve em ji ti kesê re qebûl nakin.


Ev pirseka gelekê giring e û gelekê çarenivîssaz e. Ji ber vê çendê ez vekirî dibêjim û dîsa dubare dikim: Em ligel hindê ne ko destê birayetîyê ji bo hev dirêj bikin û giyanê lihevborînê ji giyanê tolstandinê xorttir bikin. Di heman wextî de divêt em li ser pêgirên neguhorbar (sewabit) yên neteweyî pêbend bin. Heger [mesele] giha wê dereceyê hêdî kompromîs ne mimkin e. Erê nermîtî pêwist e, hikmet pêwist e, eqil pêwist e û dûrbûn ji tundrewîtiyê pêwist e. Em hemî li dijî wê ne. Lê belê bi rastî heger yek bêt û bibêje "ez ne kurd im", "Kurdistanek nîne" "welatek bi navê Kurdistanê nîne" hingê ew ji [qalibê] xwe derdikeve. Hingê qîmetê jiyanê namîne û ji bo jiyanê me´neyek jî namîne.

Her guhortineka ko di van babetan de bêt pêþ ko girêdanek bi çarenivîsa gelê Kurdistanê ve hebe yan bi biryarên parlamentoyê ve hebe divêt miletê kurd bi xwe li ser wê biryarê bide, yanî parlamento biryarê li ser bidit û heger pêwist be referandumekê amade bike. Yan ne, hîç kesek û hîç hizbek, yanî hîç kesek ji me mafê wî nîne destkariyê lê bike û nikare jî.

Xaleka dî, reng e ko gelek teref hizir dikin - û hayê me jê heye - eger hat û guhortin peyda bûn dê kurd li hev bikevin û þerekê nêvxweyî di nêvbera wan de derkeve. Ew ji bo wê keyfa xwe xweþ dikin. Kerem bikin, ez ji niho ve dikarim wê sozê ji bo gelê kurd didim û wê peyamê ji bo wan radigihînim ko ew pê kêfxweþ dibin: Her dema ko firsetek stratejîk ji bo kurdan bête pêþ û ji bo kurdan çarenivîssaz be, em hemî nakokiyên di nêv xwe de datînin aliyekî û giraniya xwe li ser pirsên stratejîk û paþeroja miletê kurd datînin. Wê demê ne qîmeta berjewendiyên ti kesekî û ne jî yên ti partiyekî dimînin.

Di dawiyê de, ez hêvîdar im ko her kesek baþ bifikire û biryara xwe bide. Ew kesên ko xelkê vî welatî bin û çarenivîsa xwe bi vî welatî ve girêdabin dê destê dostaniyê ji bo dostan dirêj bikin û bi birayetî bijîn û welatê xwe ava bikin. Bila kesek li hindê mijûl nebe ko li hêviya hêzeka biyanî be yan jî xwe li ser yên din ferz bike. Ez dibêjim ko ev helwêstên wiha nayên qebûl kirin. Emê li dijî van tiþtan rawestin û kar bikin. Ev tiþtên wiha ne dibin ne jî mimkin e ko bibin.

Vêca spasiya we dikim û di xizmeta gel û niþtimanê de daxwaza serketinê ji bo we dikim.

---------------
© Arif Zêrevanî ev axaftina Mesûd Barzanî bi arîkariya redaksiyona kovara Rastî ji soraniyê wergerandiye bo kirmanciyê û hemî kes dikare wê, bêyî ko biguhore, bêxe malpera xwe yan biweþîne.