PARTIYA DEMOKRAT´A KURDISTAN - XOYBUN

PDK - XOYBUN



Helepça





Helepça

Helepça,
kevoka birîndar
12 tîrêjsal
dil û hinav
hîn bi kul in,
bi derd û êþê dikewin…!!
dîroka þermezar
tu dikarî çi veþêrî…?
pelê reþ
pênc hezar rewan diyar in;
stêr in, geþ in …
pelê reþ vekiriye
sînga te nîþan kiriye… !!
serê daketî,
berê guhertî,
li wêneyên ciwan
kevir zîvirîn…!!

Li deþta bê ba,
bihna sêva,
li çiyayê dilþewat ,
hawara helepça
kevoka birîndar,
bû nalîn
dêwê mirinê lezgîn e,
ketûber da ber xwe
patoza zadê jînê
dilezîne …!!

Pênc hezar sinbil,
dîroka þermezar
dûmana zer bela bû ..
li piþikên mendalan,
dê û bav,
û
pîr û kalan
bela bû… bela bû…
rewan li dû hev;
zincîra mirinê,
pêt û rivîn
ji volqana azeriyê derçû…!!

Qiloçê gayê dinê qerimî,
berê xwe guhart,
cîhaneke bêdeng hejiya…!!!?
ziman lal bûn,
çavên hebûn,
xewê da ser wan,
û
xilmaþ xwe dane xewê…!!
deng ket kerka guhê ker;
dunyayê …
dunyayê …
kê dît…?
kê bihîst…?
!!!! !!!!

Heger vestîvalê Rok ba,
straneke girîng bû…!!
þanoyeke cîhanî,
li ber çavan diyar
bihna sêvan,
dûmana zer
kî dibîne..?

Derhêner dikene
cadobaze ew,
çav û dilê temaþevanan
þaþ di hêle….!!!
berjewendî,
her tiþtî dixapîne…!!

Zadê bê bihn û ba
li xakê ket,
serî danîn,
laþên ciwan
mîna meþka dagirtî,
sêpî þikest
kilmeþkê jî bû weke meþk… !!

Çivîk ji jor bê hêz
xwe avête dilê meþkê…!!
rojî û nimêj,
û
banga melan
li cîhana bê ba,
germ û nixumandî ma…!!

Ne balkêþ bû li bal
birayên me yên misilman,

Heger Bosnî yan Kosovî bana;
wê kongirekî alîkarî heba:
"misilmanê me derbider in" !!

Þerme ey dîrok;
serê te di axê de,
û paþiya te li der e… !!
þerme… þerme…
hêvî di dûmana zer de vemire...!!

Xewnên evîndaran,
bêçare xwe diveþêrin;
buhara þadîman
bê hest û reng li me dibûre.!!

Ma pelê reþ
tê wisan bimînî ?
pênc hezar þitlên gulan
li gulzarên evînê,
ala bilind
reþ rengê xwe li ba dibe.!!

Rewanên pîroz
hey ker û lalnoooooooo
hîmên azadiyê dikarin,
dîrokeke nû ava bikin…!!

Baran buharê xweþ dike,
evîna min
dikare jînekê rizgar bike..!!
û gava herdu dest,
bi hev re bin;
dikarin alekê bilind bikin…!!


16. 03. 2000
Rojavayê Kurdistan
Helbesta Ji Pirtuka Zîndana Piçûk
Dema weþana helbestê, 03. 02. 2007

Ezîz Xemcivîn

Kurdistan Welatê Kurdaye - Her Bijî Kurd û Kurdistan

http://www.pdk-xoybun.com

http://www.xoybun.com/extra/slide/Unbenannt-2.swf


http://www.pdk-xoybun.com/nuceimages/Newroz_Kurdistan_PDK_Xoybun_x1.jpg


http://www.pdk-xoybun.com/nuceimages/Nexise_Kurdistane_PDK_b.jpg